1. Eger rêveberîya Amedê nekeve destê Kurdan û wisa berdewam bike îhtîmaleke mezin dê Amedî Li hemberî kurdîaxêvan wisa bêjin: yaw ma biz de kürdüz feqat anlamiyek. Hepimizin anladığı dilden konuşsanız. |
|
28.09.2021 01:05 |
xabûrî
|
2. erê kesên zimanterk gelek caran esnaf in. lê ne tenê yên amedê ev bobelat li gelek bajarên bakurê kurdistanê wiha diqewime. feqet rexnegirên zimanparêz jî hema bêje hemî caran xwe di ser esnafên edetî re mezin dikin. lê heyra banka jî esnafên sazûmanî ne, çima hûn bi ser bankayan nakin xirecir? ji kerema xwe tundî û quretiya xwe ya çînî daqurtînin û bi ser esnafên edetî venerişin. |
|
12.02.2022 11:03 ~11:05 |
asîmanê sêwî
|
3. bawer nakim wek hatîye gotin, neyînî be. ev salek û nîv e ku li amedê dijîm. hingî ji min bê bi esnafan re bi kurdî diaxivim. piranîya caran jî bi kurdî bersivê distînim. hewl didim ku ji yên kurdî neaxiv danûstandinê nekim. ku kiryar doza kurdî li wan bikin wê hemû jî bi kurdî biaxivin. sûc ne ya wan e yenî. |
|
12.02.2022 21:41 |
simurg56
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |