Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 16 peyam
    ji bo kurdistanê bikaranîna gotina mezopotamyayê - tirşik
    ji bo kurdistanê bikaranîna gotina mezopotamyayê
    (0) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. mixabin ez van rojan gellek rastî vê yekê têm. Hin dibêjin gelên mezopotamyayê hin dibêjin zanîngeha mezopotamyayê. Ez nizanim bi zanebûn an jî ji nezaniyê tê bikaranîn. Kesên ku naxwazin bêjin kurdistan ev gotin tê hawara wa. Ya rastî gotina mezopotamya di dîrokê de bêhtir ji bo cih û warên ereban tê gotin. Hin herêmên ku ser musilê ne ew jî dikevin mezopotamyayê lê behtirîn herêma tê gotin mezopotamya bin musilê ye û heta şettu'l erebê dewam dikê. Ji ber çend bajar û herêmên kurdistanê dikevin nava mezopotamyayê tu rabê ji bo hemî kurdistanê vê gotinê bikarbînê ev neheqiyek mezin e.



    2013.10.09-14:17 | nan û av

    2. (bnr: mmc)



    2013.10.09-21:12 | simurg56

    3. Beşek ji axa Kurdistanê di HERÊMA Mezopotamyayê de cih digre.



    Ya rasttir, beşek ji axa kurdistanê bakûrê mezopotamyayê an jî mezopotamyayê jorîn de ye....



    2013.11.28-00:36 | lawkê xerzî

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.02.25-16:41 | rasteqîn

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.02.05-01:37 | jovan bervaj

    6. kurdistan ne mezopotamya ye. kurdistan perçeyek ji mezopotamyayê be jî kurdistan kurdistan e û mezopotamya mezopotamya! ku dibêjin mezopotamya, gilgameş dikeve bîra min: ê ku dev ji êlûnaya nîv-xwedê berda û ji bo enkîdû li dermanê nemiriyê geriya.



    2015.03.19-19:47 | remlavêj

    7. (bnr: kurdistan is not mesopotamia)



    2015.04.05-19:12 | vêca çiyeeee

    8. mezopotamya 'navçem an jî navbera du çem' peyvek yewnanî ye.. ji bo navbera çemê Firatê û Tîgrîs(Dîjle) tê gotin..Kurd'istan jî cîhê kurdan e û tixûba Kurdîstanê girêdayê mezopotamyayê nîn e, lê beşek mezopotamyayê di nav sînorên Kurdîstanê de ye..



    2015.04.05-19:20 | xwenas xwezan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    survival of the fittest [1]
    (bnr: bijartina xwezayî) di vê gotinê de wateya fittestê ge...
    li instagramê nivîsandina bi çend zimanan [1]
    Mirov çend zimanan zanibe, di jiyana xwe de çend zimanan bi kar bîne h...
    navên tewşomewşo a nivşa nû li zaroke xwe dikin [1]
    navê kurik danîne "rojvan". min ji diya wî pirsî ka wateya n...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdistanên ewrupayê
    » bikaranîna tirşikê mîna evîngeh
    » gotina ku jiyana mirov neguhre ew çi gotin e, jiyana ku bi gotinê neyê guhertin ew çi jiyan e

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî