Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
mualla boykot - tirşik
mualla boykot
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Do êvarê kurdhezê li ser hesabê xwe yê medya civakî da vîdeo belav kir û got : em çûne kafeya mualla cihekî navdar e ku bi şêranîyê xwe tê nasîn . Ji bo rojbûna hevalê xwe çûne û xwestine mûzîka kurdî lê bixin , ema garsona gotîye kurdî di pergala me da tune .
piştê vê bûyerê hevala zana vîdeo parvekir û #muallaboykot kete rojeva me .
Here lînkê



21.11.2023 13:27 ~2023.11.22 00:36 | pirtûkhez

2. Xwezî bêyî tikandina lînka nûçeyê me li ser tirşikê jî hîn bûya ta ku mesele çiye. *


Li Mêrdînê kafeya bi navê "Mualla"yê daxwaze mişteriyên xwe red kiriye. muzîka Kurdî venekiriye. Gotiye qedexe ye nizam çik.

Gelek kesan di torên civakî de bi banga "#Muallaboykot"ê xwest ku ew kafe were boykotkirin.



21.11.2023 15:15 ~17:48 | cinorek

3. nÎşane me dike ku dijminê kurdan dîsa kurd xwe ne..

edît: li gora ku dibêjin xeletî çêbûye. înşellah tiştekî wusa be*



21.11.2023 20:55 ~2023.11.22 21:29 | horhorik

4. duhî li ser twitterê belav bû. bikarhênereke twitterê got ez çûme mualla mêrdînê, min ji bo rojbûna hevala xwe straneke Kurdî xwestiye, lê xebatkar gotiye qedexe ye. îro ji her du aliyan jî daxuyanî hate dayîn, mualla mêrdînê jî gotiye em jixwe saziyeke kurdistanê ne, nabe en Kurdî qedexe bikin, dîsa gotine xebatkareke ne xelet daye fêmkirin, em lêborînê dixwazin. daxuyaniya xwe jî kurdî - tirkî nivîsîne. bikarhênera twitterê jî daxuyaniyek nû daye û gotiye arîşe safî bûye, xelet hatîye fêmkirin. çend kesan gotiye xwediyê wir yekê khk'yî ye û kurdekî welatparêz e. axir ev mesele di serê muallayê de teqa. lê piştî şerê xendekan piraniya kafe-mafe nahêlin Kurdî lê bikeve û xebatkarên xwe jî teşwîqî axaftina tirkî dikin. carekî li Cizîrê eynî tişt hate serê min. kafeyeke bi navê x'tanbul li Cizîrê hebû, di rojbûna hevala xwe de min got strana aram tîgran lê bidin lê lê nedan. kurt û kurmancî ev qedexeya di kafe, xwaringeh û hwd de di serê muallaya mêrdînê de -xwediyê wê kurdekî welatparêz e- teqa.



22.11.2023 00:28 | xendekî

5. wan lêborin xwestine. û peyamek bi kurdî belav kirine. dixuye ku reaksiyona kurdên zimanhez encam daye.

ew ne bes eDivê wisa li bajarên me hemû qehwexane û xwaringeh bo bikaranîna kurdî bên teşwîqkirin.

(bnr: xebatên bo zêdekirina bikaranîna kurdî li sûk û bazarê)



22.11.2023 11:03 | cinorek

6. kurd ji xelkê re gul in, ji hev re kul in. heta îro qet ji bo cihên wek starbucks, kahve dunyasi deng nekirine lê ji bo cihekê mîna mualla ku xwediyê wê kurd e bûne aktîvîst û "social justice warrior". ji eyar dernekevin!



22.11.2023 23:51 | tizbîkêş

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [2]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mualla boykot
» boykotkirina otobusê ya montgomery

Kategoriyên mijarê:: xwarinmekan xwarinmekan xwarinmekan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî