Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; leyla îşxan
peyamên çepikkirî

37286. Leyla Îşxan eslê xwe ji malbatek kurd/êzidî tê û eslê vê malbatê jî digihê Bazid'a navçeya Agiriyê...malbata wê piştî buyerên 1912'an tevî refên reayên osmaniyan koçî rusyayê dikin û li herêma elegezê a ermenîstanê bicih dibin...herêma elegezê dikeve li pişt çiyayê agiriyê,ji %95 gelheya vê herêmê kurd e û navenda beşa dengê elegezê a radyoya erîvanê ye...leyla îşxan li vê herêmê cavê xwe li dinyayê vedikê... malbata wê niha li gurcîstan û moskow'ê jîyana xwe didomînin...



Dengbêjiya ku di çanda kurdî de cihek gelek girîng digirê li vê herêmê û li herêma serhedê gellek xurt û bihêz e...kurdên êzidî yên li vê herêmê dijîyin çand û kevneşopên xwe baş parastine û xizmetên gellek hêja li çanda kurdî zêde kirin e....leyla îşxan li vê herêmê bi kilam û awazên dengbêjên wekê şakiro,karapetê xaço,meryem xan,şeroyê biro mezin bûye...



Leyla Îşxan a xwediyê dengê zîz û zelal mûzîka kurd a otantîk bi şêweya muzîka klasîk a roavayê rave kiriye...demekî li gel xuşka xwe nazê a pîyanojen tevlî hin bernameyên roj tv'yê dibû...bi rengê dengê xwe û teşeya xwe hunermendek tama dengbêjekî deye.... dengê wê dengê dengbêjên berê yên jin tînê bîra guhdarên xwe...dengek şîfonî,hilû û hestîyar...



Tu albûmên orjînal ên leyla îşxanê tunînin lê kesên dixwazin dikarin li malperên mp3'an nêzî 5-6 stranên ji bernameyên roj tv'yê hatîn tomar kirin peyda bikin...nemaze strana bi navê were dotmam - ayşe şanê jî ev stran xwendibû- û wey malîno li hemû kesên ji muzîkê fêm dikin pend dibe...dawiya dawî em dikarin bibêjin ku leyla îşxan çendî li pîyasê peyda nebe jî yek ji xweştirîn stranbêjên deng xweş a kilam û stranên kurdî ye...



17.06.2013 21:56 | simurg56

55944. xuşka wê nazê îşxan di koma trio marayê de li piyanoyê dixe, -ji bo enstrûmaneke wekê piyanoyê narîn û naîf evê lêkera lêxistinê dilê min êşand- demekî li ser facebookê mn jê pirsa leyla îşxanê kir, ji min re go piştî zewicî dev ji mûzîkê berda lê niha amadekariya albûmekî dike.. û dîsa hingî di rûpela wê de vîdeoyek hebû, d vîdeoyê de leyla îşxan li cihekÎ derketibû ser sehnê û kilama xozandaxê digot, niha dikim û nakim ew vîdeo bi dest min nakeve..

xêra xwe û ya dêûbavê xwe heçî ew vîdeo li cem heyî bila ji min re rêke an li vir parve bike..



ew kilam ji dengê dengbêj feyzoyê rizo;



29.06.2013 13:58 | azadixwaz