Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


0 mijar û peyam
      basmelix - tirşik
      basmelix
      (1) (0) ecêb (0) (4)
      di mijarê de bigere

      1. peyveke ku li serhedê tê karanîn.rêxa ajalan ku li gom û tewlê dikirin bi erebeya destan an bi keleska rêxê(dişibiya darbestan.ji dar û textan çêdibe çar milê wê heye rêx dikeve orta wê) dikşandin dirêtin ciheki guncane nêzî malê.Ew rêx,bi rojan dihate tepisandin ro bi ro stûr dibû. ji vê rêxa komkiriye an belevkiriye der malê re tê gotin basmelix. Peyveke tirkiye -basmalık- bi çi awayi çima bûye navê vî tiştî ez jî nizanim.îcar ev basmelix bi bêra merkî(bêreke rast û tuje) dihate birîn.piştî ku basmelix bi bi vê berê çargoşe dihate birîn ji her libeki re dihate gotin kerme. peyva kerme bi wateya xwe mecazî ji tê karanîn. Ji bo dest û pişt an tara stuyê merivê ku qirêj ku êdi stûr bûye ,durve jî tê xuyan tê gotin kerme girtî, an stûyê te kerme girtiye heyran. me gelek dirêj kir ev mijara rêxê. gava kerme ber tavê zûha û hişk dibê jî jêre tê gotin sergin. Yanî gelî heval hogiran rêwitiya sergînan ji tena serê xwe dûr û dirêje ,ji xwe re efendîbin vê yekê bi dewlemediya kurdîbûne re girênedin.mesele jiyane, kar û barê ajalvaniyê hewqas.



      2013.11.24-21:32 | tivirloismail

      2. (bnr: sergo)



      2013.11.24-21:35 | ceso

      3. li ba me jî em jê dibêjin basme



      2016.04.12-15:11 | hozan serhad

      4. bir kirina basmê bi bêra merê



      2016.04.12-15:52 | hozan serhad

      5. basme kengê bû basmelix law. dest ji kermên serhedê berdin!



      2017.11.28-03:10 | serhednişîn

      dengdanên dawîn (Yên Din..)
      arjen arî [4]
      şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
      flamenko [2]
      muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
      navên hespan [3]
      Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
      civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
      civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
      çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
      beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
      belki ev jî bala te bikişînin
      » basmelix

      Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv ajal
      nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


      sitemap
      reklamokên beredayî