Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
prometheus - tirşik
prometheus
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tîtanekî dizzê êgire. olîmpîyatade vêxistina meşalê ji ber bîr anîna wî ye.



25.11.2013 00:05 | nivîskar winda ye

2. Filmeke li ser fikreke cuda ya derbarê destpêka jiyana mirovande. Puana imdbê 7 / 10 e û ya min jî 75/100 e.



18.10.2015 00:12 | azadixwaz

3. ji aliyê ramana xwe ve orjînal e. fîlm bixwe jî xweş e û gelek bala mirov dikişîne.

di fîlmê de dîalogek wisa hebû ku gelek bala min kişandibû. robotê ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, di rêwitiya ber bi keşfa çêkerên/xwedayên mirovan ve de, ji mirovek re digot ku ew beredayî hatine vir û li vir tenê wextê xwe xerc dikin.



mirov: tu difikirî ku em beredayî hatine vir, newsa?

robot: bersiva vê pirsê li gor armanca we ya hatine vir, diguhere.

mirov: armanca me, nasîna xwedayê/afirînerê xwe û standina hinek bersivan bû. berî her tiştî, ka çima me afirandine.

robot: nexwe, we çima em afiranfin?

mirov: ji ber ku me dikarî

robot: tu dikarî xeyal bikî ku ger hûn jî heman bersivê ji afirînerê xwe bistînin, wê çawa xeyalên we têk herin?





her wiha di wê sahneyê de ku mirov rastî qewmek nû tên ku texmîn dikin ew afirînerên wan in, ew afirîner ji robotê mirovan aciz dibe û yekcaran serê wî jê vedike û davêje. navê wê gerstêrka ku ev bûyer lê diqewimin lv 233 e. di încîlê de di ayeta "leviticus 22:3"ê de wisa dibêje;

"Say to them, 'If any man among all your descendants throughout your generations approaches the holy gifts which the sons of Israel dedicate to the LORD, while he has an uncleanness, that person shall be cut off from before Me; I am the LORD"

bi kurdî: "bêje wan, ger nifşeke we, bi awayek ne qenc û guncan xwe nêzikî xezîneyên ku zarokên îsraîliyan diyarî xwedê kiribûn, bibin; ew mirov divê ji hizura min were avêtin. ez xweda me. "

tê gotin ku sedema evçend acizbûna wî afirînerê ev bû.



18.10.2015 11:11 ~11:43 | simurg56

4. Di sala 2093yan de mirovahî çûye dinyayeke dî. Lê dixwazin werina mak-dinyaya xwe û fêhm bikin bêka j'bo çi ji dinyayê reviyane û çima afirînerên wan ew wisa terikandine.

Li dinyayê afirînerên xwe dibînin lê surprîzek li benda wan e.

Fîlm zehf xerab e. Lîstikvanî, hunermendî û senaryo j'binî ne herikbar e û helek xetayên mantikê dihewîne.
Birastî jî zehf xerab e.



20.03.2018 04:33 | gumgumok

5. Ji xwedayan agir didize û dide evdê xwedayan. Sembolé serhildan û berxwedana ye. Gelek helbest û şano li ser hatine nivîsîn. Mirov dişê dirêj bike lê niha nikarim. Biborin jkx.



21.03.2018 00:54 | hêvî

6. xwedayê ku ger ne şaş bim bavê zeus e. û çêker e.



12.02.2021 00:22 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» prometheus

Kategoriyên mijarê:: yendin cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî