Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    kurdî de pirbûna daçekan - tirşik
    kurdî de pirbûna daçekan
    (10) (1) ecêb (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. tiştekî ne baş e.

    ez bixwe jê hez nakim ji ber ku bawer dikim ku xwendina kurdiya nivîskî zehmet û nexweş dike. lê ne ku dijberê hebûna wan im. mixabin ji bo kurdiya nivîskî, pêdivî bi wan heye.



    zimanê kurdî de, daçekên weke 'ku', 'li', 'di' 'de', 'ji', 'jî', 'in', 'im', 'e', 'î' gelekî tên bikaranîn. ji ber ku hemû jî kurt in, dema carina sê çar heb ji van hevokekê de bigihin hev, xwendina wê bi rastî jî zehmet dibe.

    ji ber vê yekê ez bixwe, ger eseh ne pêwist be, hewl didim ku bi kar neynim. lê mixabin piraniya wan eseh hewce ne û bêyî wan belkî xwendin hêsan dibe lê vê carê fêhmkirin zehmet dibe **



    2013.12.12-23:22 | simurg56

    2. pirrbûna daçekan belayê serê min e pirri caran tevlihev dibe beriya ku tu di pirtûka rêzimanê de hîn bibî, di bikaranînê de zehmetî nakşînî gava ku bi çavekî teknîk nêz dibî êdî tevlihev dikî.



    2013.12.12-23:35 | ferhenga şikestî

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.12.12-23:46 |

    4. Daçekên kurdî bi peywir û wezîfeyên xwe sosret in. Wekî kombînasyona matematîkê hima te kîjan da berhev wateyeke din ava dikin. Bi vê yekê reseniya xwe jî diçespînin. "Li" daçekeke serbixwe ye. "Ku" jî wisa ye. Lêbelê gava em wan didin berhev wateyeke din peyda dibe. " li ku" an jî "ji ku". Hê sosrettir jî heye. Daçekên mîna " ji ku Ve", " bi ku Ve", "bi ( mal) ve", "jê re", "di ( hundir) de", "ji hev", " li hev", "bi hev", "di hev"...



    2013.12.13-00:45 | ceso

    5. (bnr: di kurdî de bêdaçek jiyan nabe)



    2013.12.13-00:46 | ceso

    6. (bnr: nebûna daçekan li ba serhediyan)



    2013.12.13-01:09 | dijber

    7. (bnr: li kurdistanê pirbûna doçkayan)



    2013.12.13-04:18 | saladin

    8. rewşa ku ji aliyê din ve, me berî niha înkar kiriye û heta berevajiya wê îdîa kiriye * ;

    (bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirhejmariyê)

    (bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirsê)



    2013.12.13-09:03 | simurg56

    9. hek em vê taybetiya kurdî wekî pirsgirêk bihesibînin tewsiya min ji we re heye: ev pirsgirêk ji bo devoka ser xet û bin xet tuneye. ziman, amûrekî candar e û li gorî bingehên tekamul di axaftinê de diguhere. hêmanên xwe ya kêm dike yan jî kurt dike. di devoka bin xet û ser xet ji vê bingehê xwe sivik û hêsan kiriye. di vê devokê de daçekên demê pir caran nayê bikaranîn. daçekên cihê ya li, di, di...de hema em bêjin êdî ji devok ketiye. elbet ev tewsiye ji bo axaftinê ye; ji bo nivîsandin tewsiye fêrbûna bingehên rastnivîsê ye. ev fêrbûn ji bo min pir giran dibe; ji bo ku di axaftina xwe ya rojane hema qet daçeka bikarnînim. pêşiya me rast gotiye: ji bo xatirê gulê mirov şî lavê jî dihebîne. *



    nîŞE: sernavê "kurdî de pirbûna daçekan" ez dibêjim ji hêla daçekê kêm e. ê rast dibe ku "di kurdî de pirbûna daçekan" ji bo ku bi serê xwe daçeka ...de nayê bikaranîn. îlla wê têkeve paş daçeka di'yê. ez gramera baran rizgar jî neriyam bi tenê "de" qet nedîtim.



    2013.12.18-01:15 | biruya hayao miyazaki

    10. (bnr: bijî nivîsandina daçekan)



    2013.12.18-01:18 | ceso

    11. Îftîra ye.



    2014.01.18-17:03 | ceso

    12. (bnr: di serhedê de tunebûna daçekan)



    2014.03.13-20:02 | nazim tolhildan

    13. dibêjin kurdî zimanekî daçekî ye loma pirrr daçek te de hene



    2014.03.13-21:56 | gêjê

    14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.13-22:35 | rasteqîn

    15. bila xwedê bereketa xwe têxê.



    2017.08.25-11:21 | serhednişîn

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    îtîrafên tirşikvanan [1]
    Fîzik beşek dijware lê dixwazim biqedînim. Lê alîyeke min jî dibêje ev...
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    rojnivîska biqedr, piştî du roja diçim axa pîroz, Midyadê... Gelek...
    arsivakurd.org [1]
    Arsivek gelek baş e û ez jî îro lê rast hatim.Bi rastî geşlek tiştê mi...
    koma xwendinê ya cizîra botan [1]
    koma xwendinê ya cizîra botan par li Cizîrê ava bû. du hefteyan carekî...
    peyama 2000emîn a tirşikvanan [1]
    peyama (entrya) min a li tirşikê a duhezaremîn ev e.. du hezar entry....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdî de tunebûna daçeka pirsê
    » pirbûna dijberên hdpê li ser tirşikê

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî