Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 29 peyam
    futbol - tirşik
    futbol
    (1) (0) ecêb (1) (9)
    di mijarê de bigere

    1. pêşîn endûstriyek, paşê jî sporek e.

    ji bo min jî; dema biçûk bûm lîstok bû, paşê bû spor paşê bû endûstrî. dema ku min têgihişt ku armanca wê -ji bo derdora xwe dibêjim- ji kêfkirin û sporê bi dûr ket, min dev jê berda.



    niha jî dema li wêneya mezin dinêrim, sektora futbolê arenayên romayê tîne bîra min. belkî ne ewqas xedar be lê dîsa, bi futbolê jî xelk hovitiya desthilatdaran nabînin, xîzanî û pirsgirêkên xwe ji bîr dikin, heta carina jî hev û din dikujin. ser de jî bi lîstokên îdîayan, bi kirîna bilêtên wan yên giran, bi kirîna cil û bergên komên futbolê yên "orjînal" perê xwe yê heyî jî fedayî dewlemendan dike.



    ez bawer im nav kurdên me de jî her ku hezkirina ji futbolê zêde dibe, welatparêzi hindik dibe:

    (bnr: nav kurdên welatparêz de rêjeya futbolheziyê)

    (bnr: nav kurdên ne welatparêz de rêjeya futbolheziyê)



    2013.07.06-15:33 | simurg56

    2. berî her tiştî em li cizîrê ji vê lîstika goga piyan re tal dibêjin..

    di zarokaniyê de dema em bi talê dilîztin dêûbavan bi hênceta ku kafiran serê îmamê hisên û îmamê hesen jê kirine û pê serê wan ê jêkirî talê lîstine radibezîn me û xwe bi me re aciz dikirin..

    wekê din ji roja roj de wek kêf û şahiyekî hez dikim ku bi hevalan re bilîzim lê kesên ku di dereceya fanatîzm û holîganîzmê de alîgiriya tîmên talê dikin fêm nakim û ez ê tu carî jî fêm nekim..

    demekî dema ku tîma diyarbakırsporê ket ber xetereya ketina lîga duyem dewleta kolonyalîst ya tirk û serekerkaniya artêşa tirk peyamên piştigiriyê ji bo tîma diyarbakrsporê belav kirin û gotin eger diyarbakırspor dakeve lîga duyem xortên kurd wê bal û meyl û enerjiya xwe berdin ser îdeolojî û polîtîkayên dabeşker û cudaxwaz.. ji ber hindê divê tîma diyarbakırsporê nekeve lîga duyem.. axirê pîne û pîlan û piştgiriyên dewletê jê negirt û diyarbakırspor ji lîga yekem daket û kes nizane niha di kîjan lîgê de jî dilîze..



    2013.07.06-15:52 | endazer

    3. tişta ku êdî ji min gelek dûr e ye.

    berê wextê ez di lîseyê de bûm, min gelekî guhdarî pêşbaziyan dikir û bala xwe dida tîmên futbolê. lê êdî kî bûye şampîyon kî ji lîgê ketiye haya min jê çênabe ..



    2014.01.15-01:27 | brusk56

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.02.07-03:19 | pele-pucky

    5. a ku ji ber van tiştan jê hez nakim:























    2014.02.08-22:44 | simurg56

    6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.01-12:32 | ciwan

    7. koletîya modern e.

    (bnr: spartacus vs messi)



    2014.03.01-18:50 | nazim tolhildan

    8. werzîşeke ez jê hezdikim e lê hew ji lîstina wê. dema ez biçûk bûm jî -belkî ji ber birayên bû, wan jê heznedikir- min jê heznedikir lê piştî çend salan min jê hezkir, min wê dişopand, min maçan temaşe dikir û hetta carina ji sibê heya êvarê min kanalên werzîşê temaşe dikir da ku ez ji tu tiştî kêm nemama. dîsa piştî çend salan min hêdî hêdî dev jê berda û îsal min tevahî dev jê berda. di malperên nûçeyan beşa sporê qet nanerim heta tiştekî girîng be jî ji ber li ser fûtbolê ne ez naxwazim lê binerim.

    erê, ev jî têkiliya min û fûtbolê a di hundirê salan de hat guhertin bÛ *



    2014.03.01-19:02 | mergehez

    9. werzîşeke ku mêran xistinin bin destên xwe û jin jî vê dipejirînin. kengî ez û jinek li ser fûtbolê bipeyivin ez vê dibêjim, ew jî dibêjin ev tiştekî rast e lê dev jê berde lo tiştek nabe ma em bi vê kelocan dibin ne bes e. *



    2014.03.01-19:47 | mergehez

    10. werzîşeke ku piraniya tirşikvanan ji wî hez nakin



    2017.06.11-22:21 | mindal

    11. li paytexta peruyê, di limayê de alîgirên tîmeke futbolê û komeke xiristiyanên evanjelîk ji bo erdekî bi şivikan hev ketine û kesekî jî birîndar bûye, gelek ji wan ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. ma ne derw e dibêjin, futbol bûye ayînekî. Here lînkê



    2018.09.11-19:46 [guhertin:2018.09.11 19:47]| biruya hayao miyazaki

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    yunus dişkaya [1]
    hunermendê ku ji xwe re dibêje ''hunermendê malê''. ji bo we rojartaj...
    çanî [1]
    ...
    peyvên hevpar yên di navbera zimanê kurdî û îngîlîzî de [4]
    zimanê kurdî di nav zimanên îranî an aryanî de tê dîtin û qebûlkirin û...
    sağlık-sen [1]
    sendîqaya alîgirên hikumetê ye ya di warê tendûristîyê de. alternatîf...
    zewaca kurd û tirkan [1]
    Armanca kurdên dixwazin ji nav pergala heyî de asteke xweş ji bona xwe...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » futbolcu

    Kategoriyên mijarê:: spor
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî