Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
şahînê bekirê soreklî

şahînê bekirê soreklî

16. çîroka marquez ya tenahiya sedsalî çi bi min dabe hîskirin, ev çîroka xalê şahîn jî heman tiştan da hîskirin: Here lînkê

“azadbûna mehmet karataş

Berhemeke Şahînê Bekirê Soreklî/ Sala Nivîsandinê: 1984

Mustefa Karataş di quncekî xênî de rûniştibû û gazinc dikirin. Li ser maseya li pêş wî nameyek û qedehek çayê hatibûn danîn. “Sal û nîvek e ku me çi pere ji vî bênamûsî negirtine,” wî di ber xwe de got; “Nameyên wî jî her ku diçe kêmtir û kintir dibin. Ez kanim sond bixwim ku wî em ji bîr kirine û wexta xwe tev qehpik-mehpikan derbas dike.” Dû re bang li qîza xwe kir da ku qedeha wî dîsa tiji bike. Wî bi xwe nedizanibû bixwêne û tevî ku qîza wî kêm-zêde bi xwendinê dizanibû jî, wî nameyên kurê xwe Mehmet, ku nuha li Australya bi cîh bû bû, bi kurê xwe yê biçûk xwendin didan, yê ku hindik mabû ji xwendegehê vegere.

* * *

Bajarê Sydney yek ji çelengtirîn bajarên cîhanê ye. Ew li kêleka deryayê hatiye şênkirin û dora çaryekek ji şêniyê Australyayê lê dimîne. Bajar bi av û plajên xwe navdar e û pirraniya darên wê bi dirêjiya salê şîn dimînin. Radeya sermayê li bajêr çi caran danekeve binê sifrê û berf lê nabare. Dema bajêr heyşt ta deh saetan li pêş ya bajarên ewropayî ye, yanê dema roj li vî bajarî hiltê li bajarên ewropayî hîn şev e. Helbet saldemmên vî bajarî jî li bervaciya yên Rojhilatê Navîn û Ewropayê ne. Dema li wan deveran zivistan be li vî bajarî havîn e.

Sydney kevintirîn û mezintirîn bajarên Australya ye. Di sala 1770yî de keştîvanine înglizî bi serdariya Kapîtan Cook (Kûk) li vê derê daketine. Ew roja di dîroka Îngliztanê de bûye rojeke spî, lê ji bo daniştvanên resen yên vê girava mezin, kesên ku nuha bi navê “Aborijinî” dihên nasîn, bûye rojeke reş e. Lê ev mijareke bi serê xwe ye; em dest jê berdin û biçin nik Mehmet Karataş.

* * *

Li berava (plaja) LADY JANE Mehmet li ser zikê xwe ramediyabû û di bin kûnên çavên xwe re li jinên şilf û tazî dinihêrî. Va şûna tenê bû li bajarê Sydney ku belediyê, li dû danûstendinike dûr û dirêj, hîştibû ku kesên dixwaztin tazî xwe bidin ber rojê û avjiniyê bikin lê bimînin . Ev yekem car bû ku Mehmet dihat vir. Destpêka gihîştina beravê ew heyirîbû li kîjan jinê yan keçê binihêre, ya porreş lê ya porzer, ya dirêj lê ya kin, ya zirav lê ya lihevhatî. Wan tilingiyan hişên mirovî dibirin; mirovî digot, ne bixwe, ne vexwe, hema tenê ji xwe re li wan temaşe bike: li sîng û berên wan, li memikên wan yên guloberîn û henarîn, li newqên zirav, li hêtên bedew, li rûyên şêrîn, ku li dû bikarahanîna melhema parastina ji rojê di bin şewqa rojê de dibiriqîn. Hinek di nav wan de weqa xweşik bûn ku te digot qey xwedê karê xwe hemî li aliyekî hiştibûye û xwe dabûye benda wê yekê ku bejn û balava wan bêyî kêmasî têxe hebûnê. Mehmet ketibû nav xewn û xeyalan û di nav hişên xwe de di pirsa namûsê de difikirî. Di wê bîstê de bi wî ve wisa diyar bû ku namûs li cem xwediyên jinên li vê plajê nemaye. “Eger bi qasî hebikek nîsk namûs bi wan re hebûya,” wî xwe bi xwe re got, “wan nedihîştin keç û jinên wan weha, wekî ku ji diyên xwe bûne, derkevin pêş xelkê.” Çawa ku pirraniya jinan bêkinc bûn, wisa jî pirraniya peyan “xwe berdabûn çolê,” tazî bûn, lê Mehmet tenê di rewşa yên mê de diponijî; yên mêr meraqa wî nedikişandin ser xwe. Dema çavên wî ji nişkan ve li komeke ji peyan ketin û wî ew “çermên” di ber wan de û kûnên wan dîtin, wî di ber xwe de got, “Tifû, Xwedê we di erdê ke; hûn ji ber xwe ve şerm nakin.”

Li dû demeke ne weqa dirêj Mehmet pê hesiya ku giyanên jinên rût nema wek berê wî haydare xwe dikine. Wî dest pê kir ne wek berê şermok û nîvdizî, lê bi şêweyeke xweristî li doraliyên xwe binihêre, bêyî ku taybetmendiyên yên mê ji xwe re bike yekem amanc. Bi wî ve xewinî ku çawa jin û peya û zarokan bi hev re diaxiftin, dilîztin û dimeşiyan, wekî ku tew ne tazî bin û bêyî ku kesek bi yê din, yan bi ya din, bikene, yan pê qerfan bike. Çi şopên teşqeleyan, bêvaciyan û cilqiyan jî li holê nebûn. Mehmet ji şûna xwe rabû, ber bi avê ve çû, dîsa danişt, berê xwe da kûraniya deryaya hêşin û di nav hiş û xeyalên xwe de li welêt vegeriya.

Li gund, dema çavên xortekî li beşê jêrîn yê çaqên keçekê diketin, ew roja ji bo wî dibû wek cejnekê û ew dîmena bi dirêjiya hefteyan di bîra wî de dima. Hat bîra wî çawa lawên gundên welatê wî, da ku xwe di warê hewcedariya giyanî ve honik bikirana, bi xwe dilîztin. Ji nişkan ve ew di ber xwe de keniya. Hat bîra wî çawa ew û hevalekî xwe êvarekê çûbûn ji rezê Selîmî diziya tirî bikin. Dema wan nêzikî li sîbata wî kiribûn, hew dîtibûn ku Selîm rapaşe mankera xwe dikêye. Êdî dizîna tirî ne pêwîst bû. Ew keniyabûn û bi hev re bang kiribûn, “Apê Selîm, tu li ku yî?” Selîmê ronedî jî li hev şaş bû bû, hema derpe kişandibû xwe, reviyabû sîbatê û gotibû, “Kî ne ew?! Ha, xwarzê, hûn in? Ew mîrata kerê dîsa filitî bû. De kerem kin werin.” Mehmet û hevalê xwe têr tirî xwaribûn û ji wê êvarê û şûn ve her ku dilên wan tirî dixwaztin wan xwe li rezê Selîmî digirtin, Selîmê ku ev bû bûn du sal jina xwe miribû.

Mehmet serê xwe hejand û di ber xwe de dest bi kenekî kir, wek dînan. Di nav hişên wî de ev pirsiyara hatibû holê: “Ger kerên hinek welatan biryara wergirtina tola (heyfa) namûsê bigirtana, gelo wan dê mankerên hejar bikujtana, lê yên ta’de li wan kirî? Û ger keran yên ta’de li mankeran kiribûn bikujtana, gelo çend peyayên van welatan ê nerxê namûsa mankeran dabûna?!” Keniya û keniya, ta wê radeyê ku ken lê bû girî û hêstir ji çavan pijiqîn. Dû re hişên wî xwe bi vê yekê ve mijûl kirin: Çawa dibe ku li welatên Rojhilatê Navîn ta’dekirina cinsî li lawan nabe pirseke namûsê û sedmeke kujtinê, lê jimareke ne biçûk ji keç û jinan, gellek ji wan bêtawanên ku dibûn qurbanên tolazan, yan neheqiyên mizawiran û devmizinan, bi navê “parastina namûsê” sal bi sal ji aliyê peyan ve dihatin kujtin! Ya din jî ew bû, ku çawa xortên van welatan rê didan xwe bi şopa jin û keçên xelkê kevin, lê har dibûn dema kesekî li meriyeke wan diniherî. Mehmet hest kir ku ew di dilê xwe de bûye mirovekî bi du beşan, beşekî ku derheqê pirsa jinan de baweriya xwe bi rê û rêçikên toreyî dihanî û beşekî ku dixwazt di warê mafên keç û jinan de guhertinên bingehîn cîh bigirin.

Bayê honik û bêdengiya li holê ew agahdare wê yekê kirin ku roj êdî li ava ye û jimara kesên li ser plajê sêreg bûye. Rabû ser xwe û dest pê kir tevdêra vegera li mala xwe bike.

* * *

Mehmet li beşekî bajêr bi du xortan re di apartmanekê de dima. Dema ew ji Ewropa gihîştibû vî bajarî, wî biryar girtibû ku li çi deverên tê de muhacirên ji welatên Rojhilatê Navîn bi cîh bû bûn xênî negire. Wî ji tecrûbeya xwe ya li Ewropa dizanibû, heke mirov di nav xelkê ji van welatan de bimaya fêrbûna zimên û derketina ji nav erf û toreyên rojhilatnavînî dijwar dibû.

Di odeya wî de textekî hesinî, maseyeke biçûk, du îskeme, televizyoneke kevn û hacetekî radyo û kasêtan hebûn. Bi vekirina deriyê odeyê re çavên wî li nameyekê ketin ku hevalekî wî di binê dêrî re derbas hindir kiribû. Dilê wî dest pê kir bi lez lêxe. Ew ji nameyan ditirsiya, çimkî di jiyana wî de nameyên ku nûçeyeke xêrê bihanîna hema-hema nebûn. Di nav wan sê salên li Australya de nameyên ji xwediyên wî gellekî hindik bû bûn. Yên dihatinî jî her bi gilî û gazinc û daxwaz bûn. Di nameyan de geh ji wî dihat xwaztin ku bila vegere welêt, geh digotinê ku bila bra û pismamên xwe jî bixwaze Australyayê û geh jî pere dihatin xwaztin. Di namene de gazinc û nefret dihatin kirin, ku çima nameyên wî kêm bûne û di hinekên din de nûçeyên bi kujtina mirovan, mirina xizman û nexweşiya endamine malbatê ve eleqedar dihatin rêkirin. Wî name ji erdê rakir û bi vekirina zerfê re gote xwe, “Eceb dîsa çi bûye?” Ew li ser textê xwe veket û dest pê kir nameyê bixwêne.

Name kêm-zêde wek yên din hatibû nivîsandin: di destpêkê de silav û lêpirsîn, di dawiyê de ramûsandina çavan û hêvîkirina ji Xwedê ku ew di rewşeke xweş de bimîne, û di navbera wan de îcar hatibû nivîsandin ku “bavê te gellekî nexweş e; lazime em wî zû rakin ser tixtor; zû perene bişîne.”

Kenê lawê almanî ku di odeya duyemîn de dima ew veciniqand. Bêguman ji wî re jî nameyek hatibû. Nameyên ji Helmut re dihatinî jî ne weqa pirr bûn, lê dema yek ji malbata wî bihata, her kesî dizanibû ku wî dîsa nameyek ji Almanya girtiye, çimkî kenê wî digihîşt cîranan jî, kenê bi dilşadiyê dagirtî. Nameyên ji meriyên wî bi pirranî bi pêkenînan dagirtîbûn û deng û behsên xweş bi xwe re dihanîn. “Xweziya min bi dilê te be,” got Mehmet di ber xwe de, “nameyên te tiji şadî, yên min tiji kul û keser; yên te tînin bi xwe re bexteweriyê, yên min her gazinc û şînê.” Ev şeş sal bûn ku ew li derve dima: sê sal li Almanya û sê li Australya. Nehat bîra wî ku nameyeke ji wî re hatî ew kenandibe, heta ne careke tenê jî.

* * *

Mehmet li hatina Australya ne poşman bû. Tevî ku ev welata ji welatê wî û ji Ewropayê pirr dûr bû jî, wî xwe tê de wek mirovekî azad hest dikir. Mafên ji hevweltiyên welêt re hebûn ji bo wî jî hebûn. Li dû gihîştina xwe ew nêzikî du salan bêkar nemabû, lê tev wê jî ji dest hatibû der ne ku tenê pereyên wî li Almanya ji hevalên xwe deyn kiribûn li wan vegerîne, lê her weha diravine ji bavê xwe re jî rêbike. Di sala sêyemîn de karxeneya ku wî tê de ber çend mehan dest bi kar kiribû hat girtin. Ew jî êdî ji kar westa bû bû û dil nebû hema rasterast li karekî din bigere. Piçekî ji rewşa xwe ya aborî jî dilsar bû bû, çimkî çi pereyên ku di dest wî de bimana nebûn. Dema çend dolarên wî di hesabê bankê de diketin ser hev te hew didît ku nameyek ji endamekî malbatê hatiye û dîsa pere hatine xwaztin. Wî jî şerm dikir xatirê wan bihêle û çi pereyên hebûn ji wan re dişandin. Bi ser vê de pirraniya caran bav û brayên wî, li şûna ku ji wî re spas bikin, dixeyidîn çimkî pereyên hatinî rêkirin ne li gor daxwaza wan bûn; demeke dirêj nameyên wan dihatin birrîn. Wan pereyên pirr dixwaztin da ku bikaribin bi wan xaniyan lêkin, bazirganiyê bikin, yan bi kêmasî trimbêlekê pê bikirin. Li vê dawiyê pismam û zavane wî jî dest pê kiribûn alîkariya aborî jê bixwazin. Çiqa wî sond dixwar ku ji dest wî nahêt der alîkariya wan bike jî, wan bawer nedikirin û wisa texmîn dikirin ku Mehmet li Australya li kaniyeke zêran rast hatiye. Wan dest pê kiribûn wî wek mirovekî ezok, wek kesekî “bêxêr” bi nav bikin û her digotin, “Ma çi ra filankes kane weqa pere ji ên xwe ra bişîne, ma çima bêvankes merîne xwe li derva bi cî kirine...?” Bi encama vê rewşê û jidestnehatina bidestxistina perene pirr, dilê wî nedixwazt ku li kar vegere. Ew sê heyvan bêyî kar ma û pereyên bêkariyê ji dayîreya alîkariya civatî stendin, yên ku têre kiriya odeyê, xwarin û vexwarina wî dikirin. Dû re ew ji bêkariyê aciz bû û dest pê kir li karekî bigere, lê Australya di vê demê de, wek gellek welatên din, di nav kirîzeke aborî de bû û dîtina karekî baş ne weqa hêsan bû. Erê, wî du-sê kar dîtin, lê karên dijwar û gemarî bûn û pereyên ji bo wan dihatin dayîn jî ne çi pere bûn, hema piçekî ji yên bêkariyê bêtir bûn. Carekê-duduyan ew di wê yekê de ponijî ku ew jî wek kesine din bike: biçe kar, xwe têkiliye qezayeke biçûk bike û hewl bide bi rêya parêzgerekî qanûnî ji şirketa sîgorteya karxaneyê çend hezar dolaran bi dest xe, lê dû re ji ber xwe ve şerm kir, hey li xwe kir û dest ji vê ramanê berda.

* * *

Mehmet û ciwanê almanî Helmut di odeya daniştinê ya apartmanê de rûniştibûn. Wî kêm-zêde bi almanî dizanibû. “Dir geht es aber gut hier, mein Lieber,” Helmut got (Tu li vir keyf dikiye ha!). Mehmet bi henekî lê vegerand û got: “biyaniyê qirêj, tu çima li welatê xwe venagerî? Ma li wir nan tune tu bixwî?” Wî henekên wisa bi Helmut dikirin çimkî li Almanya hinekên nijadperest gotinên weha ji biyaniyan re digotin. Helmut jî lawekî wisa bû ku pirr ji henekan hez dikir. Wî lê vegerand û got: “Yekem, eger şahidek hebe ez ê bikaribim ji bo vê gotinê li te gilî bikim. Duyem, welatê min nuha pereyan didêye yên wek te da ku bicehimin û li welatê xwe vegerin. Kengê vî welatî jî pere dan, ez ê jî li welatê xwe vegerim.” Dû re her du xortan dest pê kirin li ser keçan biaxifin.

Hat bîra Mehmet çawa li welatên Rojhilatê Navîn şor û gotinên mathîştinê derheqê keç û jinên ewropayî de dihatin kirin. Bo nimûne, muxtarê gundê wî digot, “Dema yekî ewropî ji kar vedigere mala xwe, ku şebqyek li kêleka dêrî hatibe bicîhkirin ew nakeve hindir; diçe hebkî ji xwe ra digere heta yarê jina wî diçe.” Ber ew ji welêt berê xwe bide Almanyayê, bavê wî gotibûyê: “Kurê min, jinên wan welatan doxînsist in. Hişyar be, dek û dolabên jinên kafiran bêdawî ne; bila tu di dest wan de nebî qeşmer, ha! Ji xwe ra yek-duduyên dewlemend bibijêre û ta dikarî pereyan ji wan bik’şîne. Wexta tu ji wan aciz bûyî, hema şerpeyekî li kûnên wan xe, lê ku te kanibû çendekan têxî dînê heq, ew jî ji bo te siwabek e. Darî kor dibî û ji wan dizewicî, ha! Ez ê mêjiyê te di bêvilên te re derînim eger tu olexaneke wanî weha serê me. Şîreta bavê xwe ji bîr meke!”

Ramanên wisa di serê Mehmet de bûn dema wî berê xwe da Ewropayê. Di dema rêwîtiyê de, di navbera welêt û Almanyayê de, keçek û lawekî pordirêj li rawesteka Belgradê ketin hucreya trênê û li hember wî û hemwelatiyekî wî daniştin. Dema trên bi rê ket wan piyên xwe li dor stuyên hev gerandin û lêvên xwe xistin nav lêvên hev, hev ramûsandin. Mehmet û hevalê li gel wî tiştên wisa tenê di filiman de dîtibûn. Nirçenirç bi hevwelatiyê wî ket û dest pê kir gotinên xirab derheqê her du ciwanên ku hev û din radimûsandin de bike. Li dû bîstekê lawik ji hindir çû der da ku biçe avrêjê. Hemwelatiyê Mehmet wisa dizanibû ku yê pordirêj “bi xwe wek keçikekê” bû û ji dest nedihat ku keyfa yara xwe wîne cîh. Ji ber ku wî weqa car bihîstibû ku “keçên ewropî xwe li ser xortên esmer dikujin,” ew gellekî ji xwe razî bû. Wî simbêlên xwe badan, ji Mehmet xwazt ku bala xwe bide vegera xort, xwe livand û çû li kêleka keçikê rûnişt. Hema wek di filimên sînemayê de, wî çavên xwe di yên keçikê de qîq kirin, bişirî, destekî xwe avêt porê wê û yê din avêt paş stuyê wê û ew ber bi xwe ve kişand, xwazt wê ramûse. Keçik veciniqî, qîriya, bi destê çepê ew paş ve gêr kir û bi yê rastê sîlleyek avêt sûfetê hevwelatiyê Mehmet yê diranzêrîn. Sê-çar kes li pêş dêrî gihîştin hev û dû re hevalê keçikê jî xwe gîhand hindir. Lêwik, li dû axaftina bi hevala, yan jina, xwe re, bi rûyê yê diranzêrîn ve niherî, serê xwe vir de - wê de hejand û got, “son of a bitch! You are worse than an animal.” (Hey lawê segê! Tu ji lawirekî xirabtir î). Dû re eniya hevala xwe maç kir, hêstirên wê bi destmala xwe damalandin, bi destê wê girt û her du ji hucreya vagonê çûn der. Yê diranzêrîn di şûna xwe de çilmisî û deng pê neket ta ku trên gihîşt rawesteka bajarê Mûnşin (Mûnîx).

Xortê pordirêj xwendekarekî înglizî bû. Pêş Yûgoslavya ew û destgirtiya xwe çûbûn serilêdana welatine Rojhilatê Navîn jî. Ligel ku ew mirovekî pêşverû bû û rêza wî ji hemî gelan re hebû jî, wî li dû gerra li welatine wê herêmê biryar girti ku nema êdî li wan deveran vegere, bi kêmasî ne li gel jinekê. Helwestên wî yên derbarê herêmê de bi encama serilêdanê bi tevahî hatibûn guhertin.

Bûyera di hucreya vagona trênê de cîh girtî dest pê kir gumanan derheqê gotina ku keçên ewropayî “doxînsist in” de li nik Mehmet biafirîne, lê wî hîn jî hêvî hebû ku çawa be jî hinek ê xwe li ser wî “bikujin.” Wî gotina gundiyekî xwe hanî bîra xwe, gundiyê ku ji welatekî ewropayî hatibû serilêdana malbata xwe. Wî gotibû, “li bajarê ez lê, pirr caran keçik diçin stasyona trênê bi meraqa ku xortekî porreş ji xwe re bibînin. Carine sê-çarek li yekî xwedî derdikevin û wî ji dest hev dikişînin.” Yên li dorê “ya sittar!” gotibûn û di eynî demê de, wek dihêt gotin, shirrik bi devê yên ciwan ketibû. Dema Mehmet va dîmena wek filimekê di ber çavan re derbas kir dengê lêdana dilê wî hema hindik mabû were guhên wî, û wî xwe bi dijwarî ragirt da ku nelerize.

Li Mûnşin asîman bi ewran dagirtîbû dema trên demjimêr çar dû nîvro gihîşt rawestekê. Mehmet û hevalê xwe çenteyên xwe ji hucreya trênê daxistin, li kêleka wan rawestiyan û li doraliyên xwe niherîn. Kesek ber bi wan nediriviya. Çend jin û keçên di ber wan re derbas dibûn jî tew li wan jî nedinêhêrîn. Wan çenteyên xwe rakirin û dilsar û çilmisî bi rê ketin.

Mehmet sala yekem li Mûnşinê bêyî hevalên almanî derbas kir, mê dibe, nêr dibe. Di sala duyemîn de şansê wî xwe piçekî livand û yarek bi dest ket. Jineke di eynî karxaneyê de kar dikir ji wî “hez kir” û rojekê bi dizî navnîşana xwe dayê da ku şemê êvarê biçe mala wê. Ji wê rojê û şûn ve Mehmet pirraniya êvarên şemê li nik yara xwe derbas dikir. Helga Hubert jinebîyeke çel û neh salîne lihevhatî bû û, li bervaciya gellekan ji hevalên xwe, ne li dij biyaniyan bû.

(Sala nivîsandinê: 1984/Lêniherîneke nû: 2012 – Didpmîne…)

* * *


- Haydarî: Xwendina berhemê ji bo yên temenê wan li jêrê 18 salan e NE-munasib e -

Li Australya çi yarên Mehmet hîn tunebûn û vê yekê valahiyeke mezin di jiyana wî de hanîbû holê. Li bajarên mezin yên welatê wî bi kêmasî kerxane hebûn, xortan li wir çend pereyên xwe didan û xwe honik dikirin. Sydney bajarekî bêyî kerxane bû. Giyanfiroş di taxên devera bi navê Kings Cross de radiwestiyan û muşteriyên xwe li gel xwe dibirin otêlekê. Bi ketina odeyeke otêlê re wan pereyên xwe bi dest dixistin, tûrik dikişandin ser hacetê muşterî û di nav deh deqeyan de digotinê oxir be. Pêş çend hefteyan Mehmet û Helmut di klûbekê de du keçên australî nas kiribûn û hevalî bi wan re danîbûn. Dawiya hefteyan ew tev diçûn syranê, xwaringehan, yan dansê. Lê dora nîvê şevê keçik her diçûn malên xwe û ta nuha hîn nepejirandibûn ku li gel wan biçin apartmana wan.

Mehmet û Helmut derheqê van her du keçan de diaxiftin û tevdêra wê yekê dikirin ka ew ê dawiya hefteyê bi wan re biçin ku û çi bikin. Ji nişkan ve dengê Johnny ji odeya wî hat.

Johnny xortekî ji êleke aborijinî bû, ewên ber hatina ewropiyan li vî welatî diman. Wî jî di heman apartmanê de odeyek bi kirê girtibû. Ew bi alîkariya hukûmeta federal ji bakurê welêt hatibû da ku di zanîngeheke Sydney de bixwêne, lê ew û xwendinê ne yarên hev û din bûn. Li dû xwendina salekê dest bi vexwarina alkoholê kiribû, arzantirîn babetên wê dikirîn û li mal vedixwar. Pirraniya caran li dû vexwarinê gêj dibû û diket xewê, lê carine pişta xwe dida dîwarekî odeyê û bi dengekî qebe diaxift, te digot qey komeke mirovan guhdarê dikirin.

Johnny hemî kincên xwe avêtibûn ser textê razanê û bi tenê derpeyê bini rûniştibû. Giyanê wî yê reş di bin ronahiya lampeyê de ji reşbûna xwe reştir xuya dikir. Di destê rastê de şûşeyeke meya arzan hebû û di yê çepê de cigareyeke vêketî. Axaftina xwe carine eware dikir, gupek mey ji şûşeyê vidixwar, rûyê xwe tirş û tehl dikir, nefeseke kûr ji cigareyê dikişand, dû di bêvilên xwe re derdixist, û dîsa axaftina xwe didomand.

Pirraniya caran Mehmet û Helmut bi gotinên Johnny dikeniyan, lê nuha her duyan jî bêdeng guhên xwe dabûn ser gotinên wî. Ji nişkan ve Johnny veciniqî û got, “Ez di te nim, hey tu gû,” dema agirê cigareyê xwe gîhand tiliyên wî. Wî cigare di peyaleke vala de temirand û axaftina xwe domand:

“Hûn çend dolarên xwe didin min û hêvî dikin ku ez bibim mamoste. Ez di pereyên we nim. Ez ê bi wan meyê bikirim da ku wan bikim mîz. Ma ta nuha çend ji me bûn mamoste, ha? Mamostetiya we ji me re navêt! Ma kê hûn vexwandin vî welatî, kê, kê? Rast e, xelkê me ber hatina we di nav dar-maran de, li çolê, dijî; erê, me Coca Cola venedixwar, pizza nedixwar, lê zikên me têr bûn, em li ser erdê xwe dilşad û serbilind dijîn. Hûn hatin da ku me bikin mirov, ha?! Da ku me bigihînin qonaxa şaristaniyê! Ez bi şaristaniya we de fişik-fişik bimîzim. Şaristaniya we ya we ye, ji me re nabe! Şaristanî, birêzên zana, ne tiştekî wisa ye ku mirov têxe nav tûrekî naylon û derbas xelkê bike. Şaristanî wek şîvekê ye ku divêt ji aliyê nifşên cuda yên gelekî ve bihêt amadekirin, şîveke weha ye ku her endamekî wî gelî di çelrojkiya xwe de bêhn kiriye, di zarokiya xwe de jê xwariye, di ciwaniya xwe de lê zêde kiriye, di berbextiya xwe de ew xweştir kiriye û di kalbûn û pîrbûna xwe de ji neviyên xwe re veşartiye. Mirov dikare li şîveke weha rast xwedî derkeve û jê hez bike, çimkî ew bi xuha bapîran hatiye xwêkirin û mirov wê ji çelrojkiya xwe ve dinase, fêr hemî wesfên wê dibe, jê dixwe û li ser zêde dike. Du sed sal berê we şîva xwe ji wî aliyê cîhanê xist keştiyên înglizî û ji me re hanî. Ne şîva we li keyfa me hat, ne jî ya me li keyfa we, lê we bi zorê ya xwe bi me xwarin da, û me dest pê kir em vereşin, û va bûn du sed sal vereşandina me berdewam e. Li şûna ku hûn bibêjin, “Heye ku şîva me li zikên wan nayê,” hûn her dibêjin, “zikên wan li şîva me nayên!” Yên tawanbar em dimînin. Li girava Tasmanya tevahiya xelkê aborijinî li wir ji aliyê ewropiyan ve hat tunekirin, bi navê şaristaniyê, bi navê Xwedê. We bi xwe re hanîn hesp û çetayên xwe, tifing û neheqiya xwe, sinçî û nexweşiyên xwe, makîne û trimbêlên xwe, û we hawîrdora me gemarî kir, kanî û çemên me genî kirin, dar û dehlên me jêkirin, jinên me avis kirin, zaroyên êlan ji day û bavan bi dûr xistin, û hîn jî hûn têr nebûn. Ji ezotiya xwe we miriyên me jî bi tenê bernedan û hûn di bin erdê warên me yên pîroz de li komir û paqir û oran û neftê geriyan. Li dû van kiryaran hûn pêşniyaz dikine ku bila bûyerên demên par bihên jibîrkirin da ku qonaxeke nû dest pê bike. Hinek ji we baştir dibînin ku em di nav şaristaniya we de bihelin, lê dixeyidin dema peyayên me di meyxaneyên we de serxweş dibin, zarokên me ji firoşgehên we diziyê dikin, yan girr û xemên xwe li ser dîwarên taxên we dinivîsînin. Em bi hezaran sal ji şaristaniya we dûr jîn, ta ku hûn hatin û we jiyana me herimand, va welata guherand, ji xwe re kir behuşt û ji me re dojeh. Ala we ji bo vî welatî bijartî li pêş koşka Neteweyên Yekgirtî li ba dikeve, lê kesekî hay ji me nîne; hejmara me maye tenê bi hezaran, hezarên ji hev belav; ziman û zaravayên me di wendabûnê de ne, herweha erf û toreyên me. Johnny ne navê min e! Ez naxwazim vî navî! We navên xwe dan me, lê keçên we hevaliya me naxwazin, xortên we qerfên xwe bi me dikin û peyayên we bi me dikenin. Navê xwe bibin, pereyên xwe medin min, û min dîsa li çolê vegerînin da bijîm li gel lawiran, wek bapîrên xwe. Lawir tadeyên mirov li mirovan dikin nakin.”

Johnny nikaribû axaftinê bidomîne, xwe bi çongan xist ser erdê, şûşe çekir aliyekî, rûyê xwe di nav her du lepên xwe de veşart, te digot qey ji mirovan şerm dike, û dest bi girî kir, giriya ta ku xewê ew xist nav xwe.

Mehmetê ku çavên wî tiji hêstir bû bûn hewl da hêstirên xwe ji Helmut veşêre, lê Helmut hêstirên wî di çav xwe re kirin, serê xwe ber bi çep û rastê hejand, rabû ser xwe û çû odeya xwe. Mehmet li dû wî niherî û di ber xwe de got: “Hevalê hêja! Yên wek te nikarin kul û xemên yên wek Johnny fêhm bikin. Eger tu ji welatekî wek yê min bûyayî û endamê gelekî wek yê min bûyayî, wê demê ji çavên te jî hêstir ê bibariyana.” Ew jî rabû û çû odeya xwe, li ser textê xwe veket û dest bi seyraneke di nav rojên zarokiya xwe de kir. Bi bîrhanîna dapîra xwe û çîrokên wê re hemî hestên evînê di nav tamarên dil û mijiyê wî de germ bûn û keliyan. Tenê hêstiran dikaribûn wê germahiya di nav giyanê wî de bûyî şewat honik bike.

* * *

Dapîra Mehmet Karataş, Naylê, jina Bozanê Îbê Kakeros bû. Malbata wan bi hukmê zorê ji herêma xwe hatibûn sirgûnkirin. Veqetandina mirovean ji gelê wan wek kişandina neynokê ji goştê tiliyê ye, pirr bi jan e. Li dû ku Bozan û malbata wî li gundekî Tirkan bicîhkiribûn û jê re gotibûn ku navê wî dê bibûya Borhan Karataş, meraqa wî êdî li jiyînê nemabû, dilê wî roj li dû rojê melûl bû bû û li dû heft heyvan rawestiyabû. Kurê wî Mustefa ji gund zewicîbû û dest pê kiribû li endamên malbatê bide zorê ku bila dem û rewşa li paş manî ji bîr bikin da ku di nav civata nû de xwe ji rexne û lomeyan biparêzin û jiyana xwe li warê nû xweştir bikin. Diya wî Naylê ji wî dilsar bû bû û hêdî-hêdî danûstendin bi wî re kêmtir kiribû. Wî hewl dabû wê wîne ser riya xwe lê dest jê berdabû dema wê rojekê bi girr li her du çavên wî niherîbû û gotibûyê: “Rind li min mêzeke, kuro! Ez Naylê me, qîza Qoçoyê Remê me, kulfeta Bozanê Îbê Kakeros im. Xwedê û xelkê min min bi wan navan dinasin. Ne tu, ne neyar û ne jî çi hêzeke vê dunyayê kanin navê min bikin Qeretaş. Çawa ku bavê te dara jiyana xwe da hişkkirin, e’ jî kanim wer bikim, lê tenê ji bo xatirê zaroyên te ye ku dixwazime bijîm heta ku xwedê emaneta xwe digire. Ez qemîşe wan nabim ku mezin bibin, bêyî ku paşerehên xwe binasibin.”

Mehmet kurê Mustefa Karataş yê mezin bû, li ber dilê dapîra xwe bi nerx bû, dapîra ku ew wek “Memê” bi nav dikir. Di sala xwe ya heyştem de Memê rojekê li dû vegera ji xwendegehê bi hêrs ji dapîra xwe re gotibû ku navê wî Mehmet e, ne Memê, ku nema dixwaze li gel wê bi “zimanê çiyayî” biaxife. Sê rojan li dû vê gotinê, dema Mehmet ji xwendegehê vegeriyabû malê, bavê jê xwaztibû ku bila biçe ji dapîra xwe xêtir bixwaze. Di êvara wê rojê de Naylê dabû şopa mêrê xwe û dest ji jiyanê û navê “Qeretaş” bedabû.

* * *

Mehmet Karataş li kêleka çemekî dimeşiya. Ava çêm ne yeke zelal bû, wek ya çemê Ferêt bû ku di destpêka biharê de bi axa erdê sor dibû û qirş û çemelên daran bi ber xwe dixistin. Ji aliyê çêm yê din dengek hat Mehmet û dema ew ber bi dêng zivirî, wî dapîra xwe Naylê dît. Wê destê xwe yê rastê ber bi wî dirêj kiribû û bangê dikir ku bila derbas wî aliyê çêm bibe. Aliyê din wek xalîyekî şîn yê bi kulîlkên sor xemilî xuya dikir û Naylê bi kincên spî li wir rawestiyabû, digotê, “Were Memê min, were vî beşî.” Mehmet dest pê kir li kêleka çêm bireve, bi hêviya ku tiştekî bibîne da ku pê derbas aliyê din bibe. Ji nişkan ve komeke peyan ji avêtina kevirkaniyekî wê de bi wî ve xewinî. Bi gihîştina wan re wî dît ku her yek ji wan di qayixekê de daniştiye. Ew reviya qayixa yekemîn û ji xwediyê wê tika kir ku wî bigihîne aliyê din. “Qayixa wî ne yeke rind e, qulik tê de hene,” bang kir qayixvanê ji wî wê de. Dema Mehmet ber bi ya wî reviya, xwediyê ya sêyemîn gotê, “Hê! Ma tu dîn î, ew qayixa xwe ber bi çepê badide; ew ê te ta êvarê li dor hev bizivirîne û negihîne çi derê.” Mehmet ber bi ya sêyemîn reviya, lê hinekan bang kirin û gotinê, “Ew qayixvana ne yekî jêhatî ye, qayixa wî bi ber avê dikeve û her bi aliyê rastê ve diçe.” Mehmet şaş û mat ma û nedizanibû çi bike, guh bide kê û nede kê. Dapîra wî li wî aliyê çêm hîn bang lê dikir; wî jî ji kûraniya dilî meraq dikir ku xwe bigihîne wê û li ser zeviyê wek xaliyê kesk, di nav gulên rengîn de, wê hembêz bike, lê nedizanibû çawa. Hema ji kerban re, xwe avêt nav qayîxekê û dema qayixvanê wê ew bi rê xist qayixvanên li paş manî dest pê kirin keviran biavêjinê. Mehmet neçar ma xwe çeke nav avê û ji wan wê de biçe. Ji koma qayixvanan ne weqa dûr ew rastî keştiyekê hat, lê yeke bêyî keştîvan bû. Ew li qayixvanan vegeriya û gote wan ku ji wan ne dûr keştiyeke bêxwedî rawestiyaye, ku şûna kar ji bo wan hemiyan tê de heye, ku dikare siwarên tevahiha qayixên wan yekcar û bi aramî derbas beşê din bike. Koma qayixvanan guh nedan gotinên wî, pê keniyan û her domandin keviran biavêjin hev. Çiqa ew qîriya û çiqa hewl da ku wan haydare gotinên xwe bike jî bizava wî bêyî encam ma.

Bi qîr û qara Mehmet re Helmut ji xewê veciniqî, çavên xwe mist dan û ber bi odeya wî çû. Lawê alman bi çepelên hevalê xwe girt û dest pê kir wî bihejîne. “Berê qîrîn ji hevalê me yê reşik dihat,” got Helmut, “nuha hûn bûn du qîrînkarên nîvê şevan! Ez ê ji ber we bar ‘kim heke rewş wisa bidomîne.” Mehmet ji ser textê xwe rabû û derbas mitbaxê bû. Misîn da ser êgir, danişt û di xewna xwe de ponijî. Kincên wî yên bini ji xuha giyanê wî şil bû bûn û wî wisa hest dikir wekî ku nuh ji bin bandora bencê derketibe. Çiqa li zora wî dihat ku ji dest nehat xwe derbas aliyê çêm yê din bike. Dapîra wî ya bi kincên spî ji bîra wî nediçû. Tevî ku xewn bû jî, “ew ê çiqa baş bûya heke wan qayixvanan di wê keştiyê de xwe gîhandibûna hev û ji bo amancên hevbeş kar kiribûna, û ez jî gîhandibûma aliyê din yê çêm,” diponijî.

* * *

Roja din Mehmet li barekê (meyxaneyekê) peyalek bîra vedixwar dema mirovekî qert li tenişta wî danişt û dest pê kir ligel wî biaxife. Wî ji Mehmet pirsî ka ew hevwelatiyê çi welatî ye. Dema Mehmet gotê, ew jî wek wî hevwelatiyekî Australya ye, yê din dest bi kenekî qebe kir û got, “Hele binihêrin! Dibêje ku ew jî yekî ji me ye!” Mehmet xwazt bibêje ku Australya welatekî muhaciran e, ku wî hevwelatiya vir bi dest xistiye, ku mafê kesekî niye bibêje “Tu ne australî yî,” lê nezxwazt li gel yê nîvserxweş têkeve nav gengeşeyeke dûr û dirêj. Wî peyala xwe rakir, bîraya tê de mayî li qîtekê vexwar û çû der. Ji wir xwe gîhand rawesteka trênê û berê xwe da navenda bajêr.

Li baxçeyê “Botanical Gardens” ew di bin siya dareke mezin de danişt û dest pê kir biponije: GELO EW KÎ YE? JI ÇI NETEWEYÊ YE? Tevî ku carine xwe wek hevwelatiyekî Tirkiyeyê dida nasîn jî, wî dizanibû ku ew di kûraniya dilê xwe de bi xwe dikene, çimkî dewleta wî welatî, bi encama kiryarên neheq yên li hember Kurdan, tiştekî ku ew bi wê hevwelatiyê serbilind be li holê nehîştibû. Rast e, Mehmet digot “bapîrên min Kurd bûn,” yanê ne ew bi xwe, lê çawa be jî ew wek tirkekî sade jî nedihat hesibandin. Di salên dawîn de rojek ji jiyana wî derbas nedibû bêyî ku ew dapîra xwe û gotinên wê bi bîr nehîne, bêyî ku ew derheqê mirina wê ya zûdem de xwe gunehbar nebîne, bêyî ku ew di dilê xwe de meraq neke ku xweziya navê wî Mihemedê Kakeros bûya, ne Mehmet Karataş. Qulwerk û çîrok û stranên Naylê di mêjî û hebûna wî de ketibûn çalê, lê hîn zindî mabûn. Bixwaze-nexwaze, beşekî ji hevîrê ezê wî bi axîn û keser û hêstirên Naylê hatibû stirandin. Pirr caran wê di dema seyranan de, di êdema pêşrazanê de, û her ku fersend diketê, ew dixist nav rûbara tore û çanda gelê xwe, jê re çîrok û serpêhatî û stran digotin. Yek ji wan çîroka komeke jin û qîzên gundekî Kurdan bû, ewên ku baştir dîtibûn xwe ji serê zinarekî biavêjin newaleke kûr li şûna ku bihêlin destên leşgerên neyêr giyanên wan gemarî bikin.

Ma kî bêyî sedem kok û rehên xwe înkar dike? Heye ku endamine neteweyekê neçar bimînin xwe ji reh û hejên xwe bibirrin, bi hêviya ku di nav çemelên dareke din de şîn bibin û bi hêsanî bijîn, lê carine wisa dibe ku mirov çi bike jî nikare xwe ji dara gelê xwe bibirre, nikare xwe bi tevahî bike beşekî ji dareke biyanî.

Hat bîra Mehmetî çawa rojekê, dema ew leşger bû, wî di quncikekî qişleyê de du leşgerên ciwan dîtin ku bi zimanê dapîra wî diaxiftin. Tevî ku ji wî zimanî tenê çend peyv di bîra wî de mabûn jî, dilê wî qaqijî ser wan, nedikaribû xwe ragire û çû cem wan. Di heman deqeyê de serleşgerekî xwe gîhand her du xortan û gote wan, “Lawên kerê, hûn çima li şûna zimanê me yê bedew bi vî zimanê pîs diaxifine? Bicehimin ji vir; û ger ez careke din bibihîsim hûn vî zimanê qirêj bi kar tînine, ez ê zimanê we bibirrim.”

Li Almanya Mehmet dît çawa kesine almanî ji Tirkan aciz dibûn û ji ber ku hîn newêribû, yan nedixwazt, bibêje ew Kurd e, wî jî wek gellek kesên wek xwe dest pê kir xwe wek mirovekî “cîhanperwer” bide nasîn û hestê neteweyî wek ramaneke kevneperestiyê bi nav bike; dest pê kir bibêje ku “endamên hemî neteweyan bra ne.” Lê hêdî-hêdî pê hesiya, çawa ku trimbêl bêyî jimara fermî nabin, çawa ku bajar bêyî nav nabin, wisa jî mirov bêyî nasnameyeke neteweyî nabin. Heke kesek tew bi xwe bixwaze jî, yên din napejirînin. Kes û kom û dewlet wê yekê ji her kesî û kesê dipên ku endamê / endama neteweyekê bin. Li milê din, çawa ku dareke bêyî reh û hej nedikare ji bo demeke dirêj şîn bimîne, mirov jî bêyî paşerehên xwe nedikare serbilind bijî, zû yan dereng ew ê li van rehan vegere, yan bi kêmasî li wan bigere. Pirs ne pirsa çakbûn û neçakbûna neteweyekê, yan pêşkeftin û paşvemayîna wê ye, lê tiştekî xweristî ye ku “teyr bi refên xwe re difirin,” ku “dar li ser rehên xwe dirêj dibin,” ku “meymûn di çavên daya xwe de xezal e.” Ma ji bo çi Johnny dema serxweşbûna xwe ji navê xwe aciz dibû? Ma çima Hindiyên Amerîkaya bakur di xewnên xwe de di nav çemên toreyên bapîran de avjinî dikirin? Çima îrlendiyan û skotlendiyan ji sedan sal û vir ve wê bizavê dikirine ku xwe bigihînin rehên papîrên xwe? Bo çi Erebên Cezayir nexwaztin xwe di nav çanda fransî de bidin helandin? Çima çolik û qereçiyan nedixwaztin di nav şaristaniya yên din de bihelin...? Rastiyeke xweristî hebû ku mirov li kokên wî vedigerand, wek kûsiyên ku ji shûnên dûr yên binê deryayê xwe digihînin shûna ku dayên wan hêkên xwe lê kiribûn binê qûmê, da ku ew jî li wir hêkên xwe bikin!

Di bin dara mezin ya parka bajêr de gellek raman di nav hişên Mehmet Karataş re derbas bûn. Ya rast, ev bû bûn çend hefte ew di nav kirîzeke kîbûnê de dima, di navbera wendabûnê û xwedîtinê de li ser pirekê bû. Her bûyereke biçûk ew dîsa û dîsa vedigerand ser vê pirê. Pêş çend rojan wî di sînemayeke bajêr de filimeke bi navê “Sûrû” dîtibû. Di hinek beşên filimê de kesine li doraliyên wî daniştinî dikeniyan, lê xortekî li tenişta wî daniştî nedikeniya; li şûna bikene carine hêstirên xwe bi destmalê ziwa dikirin. Çiqa wî meraq kiribû ji wî bipirse ka ji ku ye, lê şerm kiribû. Va bû bûn çend car ew rast Kurdine hatibû û şermezar bû bû ku nedikaribû ligel wan bi eynî zimanî bipeyive. Dema filim bi seri bû bû û çira vêketibûn, wî dil kiribû bi xort re biaxife, lê mirovê ciwan bi lez çûbû der, belkî da ku kesek hêstirên wî nebîne. Ew bi rojan di bûyerên di filimê de ponijî, her weha bi bîr hanî çawa xortê li tenişta wî digiriya, di dema ku hinekên din dikeniyan de, û vê yekê gotineke dapîra wî hanî bîra wî: “Carine agir bi serên hinan dikeve, hinekên din cixareyên xwe bi wî agirî vêdixin.”

* * *

Roja şemê bû. Ber bi êvarê Mehmet û Helmut berên xwe dan lokalekê ku dê tê de hevalên xwe bidîtana. Îcar tenê hevala Helmut hatibû. Wê gote Mehmet, hevala wî nema dikaribû wî bibîne. Hevalekî wê, yê ku bû bûn du sal li Îngliztanê dima, vegeriyabû û wisa diyar bû ew ê bibûna destgirtiyên hev û din.

Mehmet dil nebû li lokala dansê bimîne û ji nû ve dest bi wê proseya dirêj ya gerîna li hevaleke nû bike. Wî xatir xwazt û li odeya xwe vegeriya. Dema ew gihîşt malê zerfek li ser maseya xwe dît. Johnny li ser piçek kaxez nivîsandibû ku bila bibexşîne, zerf li gel posteya duhinî hatibûye, lê wî ji bîr kiribûye wê di demê de bide wî. Di nav zerfê de kasêtek hebû ku hevalekî wî jê re ji Almanya şandibû. Hevalê wî berê jî kasêtine jê re rêkiribûn, lê va kasêta yeke taybet bû, ew bi zimanê dapîra wî bû û dengbêjekî bi navê Şivan bi dengekî ku mirov ji bini ve dihejand ji kûraniya dil stran digotin. Hewce nedikir mirov hemî peyvên di stranan de fêhm bike; dengê hunermend û yê tenbûra wî mesaca di stranê de bêyî xwebêja zimanî jî aşkere diyar dikirin. Dengbêj kul û keserên gelekî, êş û jana di dilê neteweyekê de, eşq û hestên evîndarên bêyî miraz manî dikirin nav pêlên dengekî germ û digîhandin guhan. “Xezal, xezal,” digot dengbêj, “Xezal, xezal, hayê; îroj min dîbû mala xezala min bar kir çû zozanan,...” Li dû guhdarkirina tevahiya kasêtê wî rûyê xwe di nav her du destên xwe de xist gorê û di nav xewn û xeyalên payîtiyê de wenda bû.

Weha diyar bû ku ew hest û ramanên di nav tamar û hişên Mehmet Karataş de vejiyanî, va bû bûn çend roj di nav germahiyê de bûn û wek şîrê li benda kevçiyek mast be li hêvankirinê digeriyan. Stranên di vê kasêtê de bûn kevçiyê mêst û ew şîra hêvan kirin. Ew ji nişkan ve rabû ser xwe, li paş maseyê danişt û dest pê kir nameyekê binivîsîne.

* * *

Di kûraniya şevê de Mehmet xwe gîhand cîhekî li rojhilatê Sydney ku wek şûneke ji bedewtirîn û bi heybettirîn şûnan e li cîhanê. Mirov li jor e û Deryaya Pasîfîkê li jêr e. Va deryaya ku wek “Aram” hatiye binavkirin pirr caran ji aramiyê dûr e. Li vî beşê cîhanê pêlên wê li bin kendaleke kûr xwe digihînin binaniya zinarekî bilind, geh kêleka jêrîn ji zinêr bi aramî radimûsin, geh bi hêrs xwe lê dixin.

Avê reş xuya dikir û ji aso vir ve du çirayên keştiyekê di nav mij de wek çavên lawirekî dibrûsîn. Her du dest di beriyên pantilon de, Mehmet wek kesekî bêyî kul û xem li serê zinêr rawestiyabû. Ji xuşexuşa ava li binê zinêr pê ve çi deng nebûn. Ronahiya hîvê ya li ser beşekî ava deryayê dibiriqî Mehmet haydare xwe kir û dema wî baş pê ve niherî, dît ku dapîra wî Naylê bi kincên spî di nav wê ronahiyê de destê xwe yê rastê dilivînêye, wekî ku bang lê bike. Wî jî bêhemdê xwe destekî xwe livand û bi dengekî nizim got, “Ez tême, pîro; Memê te têye.” Dema ew bi du-sê gavan ber bi pêş çû û gihîşt çimikê zinêr, hew dît ku çend jin û bûk û qîzên gundî li doraliyên wî ne. Hesteke bexteweriyê xwe di kûraniya dilê wî de hejand û ew germ kir, û wî bêhemdê xwe bi tirkî got: “Werin, ez bi heyrane we, werin. Werin keçên bedew, werin bûkên çeleng, werin jinên delal, bila bejn û balavên we bi destên wan neçakan gemarî nebin.” Wî car din li deryayê seyr kir û dît çawa ronahiya hîvê rûyê avê radimûse û çilo dapîra wî di nav wan ramûsanan de rabûye dîlaneke gelêrî ji wan dîlanên folklora kurdî. Wî di kûraniya hebûna xwe de hest kir ku ew bûye Memê Kakeros û ji dilşadiyê hindik mabû bifire. Destên xwe dirêje du jinên ciwan kirin û wan jî yên xwe dan du bûkan û bûkan jî dest dirêje du keçên berbext kirin, û hemî bi hev re ber bi ava binê kendalê daketin. Rojên zarokiyê wek kurtefilimeke sînemayî di ber çavên Memê re derbas bûn û dirêj nekir canê wî xwe gîhand azadiyê, azadiya ji bêkîbûnê. Di bin ronahiya hîvê de, li ser pêlên ava deryayê, Naylê di navendê de, govendeke geş bîstekê cîh girt, govendeke ku tê de Memê û koma jinên xwe ji ser zinarekî Kurdistanê avêtibûn binê newalekî jî beshdar bûn. Li dû bîstekê tevahiya wê dîmena sihrî bû wêneyeke xweristî, xwe li stêrkên asîmên girt û ber bi jor çû.

* * *

Li ser maseya Mehmet Karataş du name hatibûn dîtin: yeke bo bavê wî Mustefa Karataş û yeke bi înglizî ya bi naveroka li jêr:

Bila kesek bi mirina min bazirganiyê neke, ne jî min ji bo propagandayê bike qehreman. Bila çi balyozxane li min xwedî dernekevin, ne jî bila çi dezgeh û rêxistin iddîa bikin ku min xwe ji ber bêkariyê û ji bo parastina serbilindiyê kujtiye.

Min va riya bijart ji ber ku dixwazim xwe ji nav û nasnameya ku ne yên min in azad bikim û jiyana li pêş min bêyî amanc bûyî li dû xwe bihêlim.

Dema zarokekî nezan bûm dewletê malba min bi darê zorê ji koma wan veqetandibû. Mamosteyên xwendegeha dewletê mêjiyê min jî dan şuştin. Wê demê min tadeyeke mezin li dapîra xwe kir. Ev mijareke kûr û berfireh e ku nikare bi du-sê hevokan bihêt şîrovekirin. Tenê dixwazim bibêjim ku min bîre dapîra xwe kiriye û ez ê xwe bigihînim wê.

Memê Kakeros, yê ku bi neheqî wek Mehmet Karataş hatibû binavkirin
________________________
Nivîskar: Şahîn B. Soreklî/ Sala nivîsandinê: 1984/ Lêniherîneke nû: 2012
Çapa 1emîn: Enstîtuya Kurdî ya Bonn, 1985
Çapa 2yemîn: Di nav koma çîrokên di pirtûka bi navê Namûsa Êmo de, Weşanên HAYKURD: Stockholm,1994
Çapa 3yemîn: Di nav koma çîrokên di pirtûka bi navê Çîrokên Hejdeh Salan de, DOZ: Stenbol, 2005



13.09.2019 23:59 ~2019.09.14 04:41 | bargiran baran

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» şahînê bekirê soreklî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî