14. li aliyê me wexta ku şilî nehata zarokên gund “bûka baranê” digerandin. du daran wek xaçekî bi hev ve girê didan û cil û berg û pîne-paçên jinan lê dikirin û dişibandin bûkeke hişk bûyî, mirdar û pejmûrde ku hewceyî avê ye. zarokên gund bûka baranê mal bi mal digerandin û kebaniya her malekê tasek av di ser bûka baranê de dikir. paşê hinek ard, an jî çend hêk û hinek rûn didan zarokan û ew jî bi wan destxistiyan diçûn dikanê ji xwe re xurek dikirîn. |
|
04.08.2020 02:27 ~02:36 |
tizbîkêş
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |