Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
zax

zax

1. Zelîha’ye kurmancî ye. an jî bu kurdî zax tirkî dibe zelîha. Navê amojina zax di nasnameyê de dibe zelîha.
Li gundê hin xanîyên gundiyan qasî teqandina çend gulleyan durî gund in. meriv dikarî li gorî lêza meşê pasî penc- deh deqîqeyan de ji gund derkeve bimeşe here wan xaniyan. Di derdora rêya diçî wan xaniyan di newalekê diçe, der û dorê re dar û ber, heşinî ye. piştî tarî daketî ji ber tariya miştî newalê tirs û xof li merivan digere ku dema meriv di wê rêyê de çû.
Di zarokatiyê Jinên ji wan xaniyan car caran piştî tarî daketî hin caran bi tenê bi sitîlan dihatin kaniyê gund ku avê bibin malên wan.
Careke li ser kaniyê gundê, çendekan ji wan jinan ra gotibûne “ ma hûn natirsin piştî tarî daketî bi sitîlan tên avê dikişîn ji kaniyê.”
Bersîva wan weha bûbû, “em torinên(nevî) zaxê ne, dema di tariyê de rêvediçin natirsin, bila tarî ji me bitirse”
bersîv ji min ra beredayî dihatî vê çaxê, xelk û alem dibêjî em ji nifşa selaheddînê eyûbî, fatîh siltan mehmed, nizam çîk lehengî, merivên nas tên, ew dibêjin zax, way li min jinikek xwerû gundî.
Jinikek dapîra wan malan, qasî sê çar nifşê berê jiyayê, taybetiya serekê ya jinikê ew bûye ku ji tariyê neditirsiye, şev bi tenê dikarîye ji dûrî gundî ber bi çiyayê, piştî gund çiyaye, li wir gom hebûne wan çaxan, here gomeke, mîh û bizinek wenda bû bi çek ve şev bi tenê bigere. Dibe ku piştî mirina mêrê xwe û bi barê mezinkirina çend zarokan ve mecbûr bûye ku mîna mêranî tevbigere. Derên ku mêr di rojê nikaribûne herin ew bi tenê şev diçûye. digotiye qasî ku ji roniyê ditirsim ji tariyê şevê natirsim.
Belkî tu girêdayîya bivacî, beraqilî tune ku ji ber çîrokên camêriya jinikek gundî ya çend nifşên berê dema xwendina pirtûka mehmed uzunî “ ronî mîna evîn e, tarî mîna mirin e” navê pirtûkê ji min re seyr dihatî. tarî her tim ne mîna mirin e. tenê li gorî çîroka xwe nirxandinek e.



30.01.2024 23:29 | çomo

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» zaxurani

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî