Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
şîranîfiroşên xapîner

şîranîfiroşên xapîner

1. Şîranîkerên xapînok, sextekar
Çend roj berê beqleweya nîvkîlo ya bifistiqî kirrî ji dûkana şîranîkerê li hemberî kûçeya ku lê dimînim.
Guman li serê min çebû ku fistiqa ku tevê li beqleweyê kirin ne fistiq e, soya ye. an jî soyayê tev li fistiqê kirine bi hev ra bi kar anîne.
Hîle xurde, fen û folê tev li Beqleweyên bi fistiqî dikin. Şirûba glîkozê tev li soyayê dikin ku bişîbe fistiqê, fasûlîya soyayê erzan e, da ku pereyên qezenc bikin.Ji ber ve yekê pir caran kirîna beqleweya ya bigûzî an jî şîraniyek din tercîha min e. ku ya fistiqî erzan bû bi teqez hîle tev li şîraniyê kirine.
Ji xwe ra got “ ker bi keritiyê xwe du caran nakeve heriyê” lê dîsa ez ketim dafike, çima şîraniyek din ne kirrî, bila wisa be vê care. Ji ber ku çespandina teqez tune, tenê şik heye,
piştrê xebatkarê şîranîfiroşê qutîya vala ya beqleweyê danî li ser kêşanê (tarti), beqlewe kir qutîyê. Min ji şîranîkerê ra got “we beqlewe bi qutiya vala ve kişand, pîvand, giranîya qutîya vala derxînin da ku pîvandin rast bibe.
Dezgehdar Jinikek bû û bi wê gotinê ra li min ra bi baldarî mêze kir ,wekî je ra tiştekî şaş gotiye û bi çerê xwe hinek tirş kir û got: “em her tim weha dipivîn, dikişînîn şîraniyan. Çima giraniya qutîyê vala ji qutîya beqleweya min tijî kirî de derxînim.”
Min got: ji ber ku we beqewe bi qutîyê ve kişandin, pîvandin, giraniya qitûya vala belkî du sed gram e. ma Ev ne mafxwarin e.
Jinikê qutiyek vala anî û danî li ser kêşanê giranî qasî 35 gram hatî, zûleka(kerîyeka, (dilim) beqleweyê anî kir qûtiye, gîraniya beqleweyê ji nîvkîloyê qasî 35 gram zedê hat. Hingê got: “ cara ewil e ku lê rastî mûşteriyekî dibim ku giraniya qitûya vala ji giraniya beqleweyê derxistî.”
Min jî got: rê û rebazê we ya kişandana şîranîyan çewt e.
Got: bila wîsa be
Gelek şîranîker wê hîleyê dikin lê belê belkî jî ne xem e. jixwe xwarina şîranîya zedê bona tendirûstiyê xetere ye. şîranîker bi hîleyê ve hem xeteyeyê hindik dike, hem jî qasî 20 kîlo şîranî firotî yek kîloyê qezenç dikin, bila ew jî ji wan ra bimînin bona masrafên qutîyê, laylonê zirav ku dikin binî qutiyê û bantê ku pêve dikin, dipêçin.



11.02.2024 01:04 ~01:37 | çomo

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» şîranîfiroşên xapîner

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî