Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 89 peyam
charlie chaplin

charlie chaplin

1. Charles Spencer Chaplin (. 16'ê avrêlê, 1889 – m. 25'ê berfanbarê, 1977) aktorê komediyê, derhêner û bestekarê navdar ê li Îngilistanê hatiye dinyayê.



Karakterê sînemayê yê bi navê Şarlo, kir ku li seranserê cîhanê navê wî belav bibe, ev karakter ji aliyê wî ve li hollywoodê hate afirand. Di fîlmên xwe de tundî û neheqiyên li ser mirovên ji rêzê bi zimanekî qerfî û dem bi dem jî bi xemgînî raberî mirovan kir. Di fîlmên wî de hezkirina mirovan li pêş bû. Her wisa di fîlmên wî de têgihîştineke bêmînak a rexnekirinê jî hebû.

Şarloyê ku bi gopalê xwe, xwe dihejîne lê bi awirên cidî dimeşe, wekî camêrekî sergever xuya dike. Ev tevgeriyana “seretahez” ya ku bi xuyakirina xwe nelihev, bi serê xwe hêmaneke qerfî ye. Dijberî û nakokî di bingeha qerfa Chaplînî de hene. Bîner hem ji nakokiya di navbera baş û xirab, zengîn û xizan, bişens û bêşens de hez dike, hem jî hez dike ku di nava çend xulekan de hem bikene hem jî xemgîn bibe. Dizê ku dide dû Şarloyî her tim xurt e û pêknehatî ye. Şarlo jî hin canbaziyan dike, ji navbera lingên polîsî re derbas jî dibe. Kesên ku neheqî û tadayiyê li Şarloyî dikin jî her tim xurt û qelew in. Şarloyê ku dizane bîner alîgirên lawazan in, di rewşên wisa de sermilên xwe difisîne, rûyê xwe diqermiçîne û xwe dixe rewşeke li ber giriyanê. Ji ber ku helwesta nebende bîneran dikenîne, Şarlo pêşî wekî ku bîner li bendê ne tevdigere, û piştre berevajiyê vê dike û bîneran dikenîne. Dema ku bîner dibêje qey ew ê li ser riyekê bimeşe, Şarlo dikeve otomobîlekê. Chaplîn hosteyê kenandinê ye lê naxwaza pir bikenîne. Ji dêvla ku bîneran bi xulekan bikenîne, ew çêtir dibîne ku bîner dem bi dem ji dil bi tîqetîq bikenin.



Fîlmên wî herî serkeftî: the kid ( Lawik, 1921), the gold rush (Êrîşa bo Zêran, 1925), the circus (Sîrk, 1928), city lights (Ronahiyên Bajêr, 1931), modern times (Demên Hemdem, 1936), the great dictator (Dîktatorê Mezin, 1940),limelight (Ronahiyên Dikê, 1952),



12.11.2013 15:13 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» charlie bite me
» chaplin of the mountains

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî