1. maşallah ji zanina te re
te xitim kiriye ilim
daqurtandiye ilmÊ marks
xuyaye tu dizanÎ ku lenÎn
kengÎ Û li kuderÊ çi gotiye
her çi Engels e
divÊ ji te bÊ pirsÎn.
bi vÊ zanina xwe xorto
te ilmÊ marksÎzmÊ qedandiye
herweha tu xorto
wek xortekÎ enternasyonal
bÊ guman tu hay, ji vietnamÊ
QamboçyayÊ,kubayÊ,erÎtreyÊ,guatamalayÊ...
heta hay ji çar aliyÊ dinÊ heyÎ
bi ser de tu xorto
nav bi nav şoreşgerÊn navneteweyÎ dinasÎ.
tÊ bÊjÊqey te, di milÊ kastro u Che quevara de şer kiriye
hella ji zanina tera
hella Û barekellah.
aferin ji te re xorto
tu her bijÎ xortÊ enternasyonal
niha ez fÊm dikim tu çima na peyvÊ bi kurdi
dostÊ hÊja, hevalÊ delal
belÊ bi destÛra te.
ez dixwazim ji te bikim çend pirs Û sual.
gelo tu EliyÊ HerirÎ dizanÊ?
te qet bihÎstiye MelayÎ cizÎrÎ
te qet xwendiye EhmedÊ XanÎ
te hay heye ji FeqiyÊ Teyran
Ubeydullah Nehri
Bedirxan begÊ botÎ,
şÊx Mehmud berzencÎ, şÊx seÎdÊ kal
seyid riza
celadet Bedirxan, QadÎ muhammed
serok barzanÎ
ka bÊje xorto
tu li ser vana çi dizanÎ?
Xorto
bo çi eniya te qermiçÎ
bo çi tu lÊva xwe gez dikÎ
lÊ ew rutirşiya te
nebÛ xortÊ delal nebÛ
ji kerema xwe xorto
tu wÊ enternasyonaliya xwe
li dereke din bifiroşe
hÊviya min ji te
bese Êdi
me nedoşe
Belê xorto
tu bi qêrîna kec û bûkên li Geliyê Zîlan çiqas dizanî?
hawar û lorÎna dayÎk, axîna bavê kal,
nalîna zarokên li Helepçeya xopan dizanî?
Belê Xorto
haya te ji hêlîn û sitara me ya Mehabad
û serokên wê yê di kolanan de hatÎ dervekirÎ heyE?
yan jî, ji qetilkirina Dr. Qasimlo
çi dizanî?
Belê Xorto
te çiqas hay
ji welatê evînê
ji Ferhad û şirîn
ji Xecê û Siyabend
û jî Zîn û Memê Alan
heyî?
Felat Dilgeş
|