2. zaningeha ku wê perwerdehiya bi kurdî jî bike.
di malpera xwe de nûçeyek di derbarê rewşa dawî a zaningehê û perwerdeya kurdî de weşandine û vê nûçeyê him bi tirkî him jî bi tirkî nivîsandine. vaye ew nûçe ;
ZANÎNGEHA SELAHADDÎN EYYUBÎ TABELAYA XWE DALEQAND
Zanîngeha weqfê a ewil ya Diyarbekir ya ku îsal ê bi 5 beşa dest bi perwerdehî û hîndekariyê bike, tabelaya xwe daleqand.
Zanîngeha Selahaddîn Eyyubî ya ku di Çileya 2013’an da bi pejirandina pêşniyazqanûna ji aliyê Lijneya Giştî a Meclisê hate demezrandin, xebatên avakirinê didomîne. Li avahiya zanîngehê ya ku di rojên peşîyê de bi merasimeke fermî ê werê vekerin rotûşên dawî tên avêtin. Verastkirina mîmariya hundir ya avahiya zanîngehê ku li pêşberî Otagara Nû ya li ser Rêyaurfa ye hate qedandin. Tabelaya ku li ser ‘Selahaddin Eyyubi Üniversitesi’ nivîsiye hate daleqandin.
Zanîngeha Selahaddin Eyyubi, sale ewil ê bi 4 fakulteyan startê bide. Ev fakulteyên Zanistên Tenduristiyê, Zanistên Rêvebirî û Aboriyî, Îlahiyat û Endezyarû û Mîmariyê e. Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî û Dibistana Bilind a Pîşeyê jî ê dest bi çalakiyên hîndekariyê bike. Wekî dî, di bin banê zanîngehê de enstîtuyên Zanistên Civakî, Zanistên Fenê û Zimanên Herêmî ê xebatên zanistî bimeşîne. Duv re jî fakulteyên Tip û Hiquqê dê werin vekirin. Armanca dawî ku 50 beşên ku dustur hatiye wergirtin dê were vekirin.
PEWERDEHIYA ZIMANÊ KURDÎ
Kadroya Erkedarê Hîndekariyê hate amadekirin. Îsal beşên Kargerî, Jimaryarî, Bazirganiya Derve, Fîzyoterapî û Hemşîretî ê xwendekaran bigirin. Hemû xwendekar sala pêşî dê perwerdehiya zimanê Îngîlîzî hîn bibin. Di beşa Hemşîretiyê de Kurmancî, di beşa Bazirganiya Derve de Soranî dê perwerdehiya zimên were dayin. Di bin banê Enstîtuya Zimanên Herêmî de jî bernameyên lîsansa bilind dê were vekerin.
|