1. ji bo bi pêş xistina ferhenga îngîlîzî-kurdî ye.
weke hûn dizanin, ferhenga me ya îngîlîzî-kurdî, li ser înternetê ferhenga herî mezin ya îngîlîzî-kurdî ye. Here lînkê lê mixabin dîsa jî gelek qels e û pêdivî bi alîkariya herkesî heye.
ji bo ku herkes bikare alîkariya vê ferhenga gelek pêwist, me îro kampanyayek da destpêkirin. di destê me de nêzikî 30.000 peyvên îngîlîzî û wergera wan ya tirkî hebûn. niha ew peyv di danegeha me de barkirî ne.
dema hûn têketin rûpela me ya wergerê Here lînkê wê peyvek îngîlîzî û wergera wê ya tirkî derkeve pêşberî we. hûn dikarin wê wergera tirkî wergerînin kurdî û bişînin. ev wergera we, wê ji bo kontrolê here ber destê moderatoran.
piştî ku hat erêkirin jî wê were weşandin û wê li ser navê we were barkirin.
ji bo her peyvekê, tirşikvan wê 0.07 tl heq bikin. helbet ev pere gelek gelek kêm e lê jixwe armanc tenê motîvasyonek biçûk e û butçeya tirşikê encax evqas e.
dema mirov di tirşikê de di nav mijaran de bigere, wê ji 7 rûpelan rûpelekê de di binê hemû peyaman de jî paceya wergerandina van peyvan derkeve. weke mînak: Here lînkê
li gorî pêşniyarên tirşikvanan, em dikarin fonksiyonê û kampanyayê biguherînin.
rojanekirin: mirov êdî dikare hejmara wergerên xwe û pereyê ku jê qezenc kiriye, ji profîla xwe di rûpela îstatîstîkên wî/wê de bibîne:
weke mînak ya min: Here lînkê
|