Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
monna rosa

monna rosa

5. ji pênûsa helbestvan û nivîskarê kurd sabah kara wergera wê ya bi kurmancî:



1- Evîn û Çile



Mona Roza gulên reş, gulên sipî

Gulên Geyveyê û nivînê sipî

Çûkê perşikestî rehmet divê

Ax, wê ji ruwê te tev bi xwîn bibe

Mona Roza gulên reş, gulên sipî



Dengê wawîkan tê li hember heyvê

Bi tirs dinihêrin kîvroşk li çiyê

Mona Roza îro ez ne l’ser xwe me

Baran xwehir xwehir xwe l’axê dixe

Dengê wawîkan tê li hember heyvê



Şibakê veneke, perdeyan bigre

Mona Roza xwe ji ber min veşêre

Awirek te besî mirina min e

Famke Mona Roza dîntiya min e

Şibakê veneke, perdeyan bigre



Darên zeytûnê û siya bihîkê

Bi min derdikevin roniya tavê

Hungulîska nîşanê, dengê derîkî

Te tînin bîra min ji her alîkî

Darên zeytûnê û siya bihîkê



Sosin di tenhayiyê de vedibin

Û kulîlkên wehşî tim bi xurûr in

Bayê li pişt mûmekê disekine

Rihê bê roniyê min dihejîne

Sosin di tenhayiyê de vedibin



Destên te, destên te û tiliyên te

Wek gula hinarê biperçiqînin

Jin ji destên xwe tête naskirin

Weku di binê behrê de digerin

Destên te, destên te û tiliyên te



Zeman çiqas zû dibuhure Mona

Seet duwazdeh e vemrîn lembeyan

Raze da ku quling têkevin xewna te

Li ezmên nenêre evqas şaş û behitî

Zeman çiqas zû dibuhure Mona



Mexriban tên hertim çûkên hejîran

Datînin li bexça te ya hejîran

Hin ji wan sipî ne û hinin zer in

Ax, bila l’dewsa çûkan min bikujin

Mexriban tên hertim çûkên hejîran



Ku ez Mona Roza te peyda dikim

Li nava çavên çûkên hejîran

Bi jînê tijî dike vê babirkê

Ew awirên masûm... li ber avekê

Ku ez Mona Roza te peyda dikim



Dilmayî nenêre l’ruwê min Roza

Hê te nebhîstiye ji min awazan

Bi her sazê l’hev nake evîna min

Strana herî delal, fîşeng dibêjin

Dilmayî nenêre l’ruwê min Roza



Êdî bawerke j’min keça muhacir

Guh bide û qebûlke itirafa min

Êşeke sar, êşek xerîb, êşek şîn

Alav alav girtiye her aliyê min

Êdî bawerke j’min keça muhacir



Piştî baranê mezin dibin sinbil

Fêkî bi sebrê dighin, çêdibin

Rokê li lîliyên çavê min binêr

Tuê fêhim bikî mirî çima dijîn

Piştî baranê mezin dibin sinbil



Bazinên zêr û ew laşê bêhnşêrîn

Bila cewab bidin vî perrê bi xwîn

Perrek ku can dide ku tu bikenî

Perrek ku girtiye li şev û rojê

Bazinên zêr û ew laşê bêhnşêrîn



Mona Roza gulên reş, gulên sipî

Gulên Geyveyê û nivînê sipî

Çûkê perşikestî rehmet divê

Ax, wê ji ruwê te tev bi xwîn bibe

Mona Roza gulên reş, gulên sipî



SEZAİ KARAKOÇ

Werger: Sabah Kara (Bi navê mustear: Hozan Oflaz)

(Nûbihar, hj.13, 10-1993)



08.09.2013 21:36 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» monna rosa
» rosa parks

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî