Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
amedspor - tirşik
amedspor
(13) (1) (4)
di mijarê de bigere

17. jı bo azadîxwaztêbinî: tîma ku îşev leyîstiye amedspor e lê bes hê navê wê yê fermî nebûye amedspor...

erê, bifikire ku em xwe dixapînin, ma qey heqê me tune ye ku em xwe bixapînin? hi?



23.01.2015 00:03 | ferhenga şikestî

18. Tîma Amedê ye. Berê navê wê tîma bajarê mezin a Amedê bû. Di kongreya xwe ya nû de biryara guhertina navê xwe da. Navê xwe wek Amedspor guhertin. Lê hê li ba tffê navê wê yê berê tê bikaranîn. Wê heta salek din navê xwe yê nû bikar bîne.

Maça din jî ango maça li Amedê hatî lîstin Amedspor pir pir ji galatayê baştir lehistîbû. Lê ne Amedê Galaatayê gol avêtin, hin golên bêhemdî çêbûn. Yanî maça ewil jî heqê Amedsporê bû.

Vê maçê di yarîgeha wê bixwe de bi du golan karî wan tirkan. Û serê me nekir ber me de. Mala wan ava.

Piştî cizrespora me ku wê jî ki hember torku konyaspora tirkan serê me biling kiribû, ameda me jî em serbilind kirin. Malîava.

*ez jî tu tîman nagirim, lê gava tîm tîmên kurdan bin û reqîb tirk bin an jî hinek din bin wileh babi em jî wek kurdekî tîma kurdî digirin. Ev jî heqê me ye lo.



23.01.2015 00:13 | xendekî

19. Navê nû yê tîma diyarbakır büyük şehir belediyesi ye, lê hê ti fermiyetê de nehatiye erêkirin û tescîl kirin. Amedspor ango diyarbakır bşb îro tîma galatasarayê skora 2-0 têk biriye kêfa herçar parçê kurdistanê lehzeyek be jî anîye cih. Lê tirsa gel ewe ku ev yek zirarê bide pêvajoya aştî û çareseriyê.



23.01.2015 01:47 | seydayê_peyvan

20. tîma kurdanê ke ewro di heb eştî gs ra. Sey nivîskarê bînan, ez zî tîmêk nêtepişnena, la belê ewro ez zaf kêfweş bîya.

Heyan deqayê peyênî dilê mi, ceribnayo Ke cayê xo ra bifelitno. Lê 90 + de 10 numreyê ma hebêk zî eşt, zerrîyê ma asan bîy.



Xûlasa helal bo şima ra!



23.01.2015 01:59 | endazyar

21. tîma ku heftiya borî li gel bandirmasporê, di deplasmanê de 2-2 ma û pûanek stand ji şampiyona lîgê. futbola ku 4-5 heftî ye tê lîstin gelek baş e. bi vî awayî bidomîne wê bimîne play-off an û heye ku bikare derkeve lîga jor jî.

di vê navberê de van rojan li ceylan park ê wê gogbazê amedê roja îmzeyê çêkin. li amedê li ser bilboardan bi rengên kesk û sor û zer reklama wê hatiye kirin. xûya ye ev tîm hingî diçe wê bibe tîma kurdan û kurdistanê ..



09.02.2015 09:44 | brusk56

22. Dişibe zarokên salên dawî ew zarokên ku navê wan kurdî ye lê belê peyvekî kurdî nizanin. Ev jî wusa ye hemû fealiyetê xwe bi tirkî dike, keno navê wî kurdî ye min tiştek jê fahm nekir.



15.02.2015 23:14 | mîr

23. hîn li deplesmanê tu tîm têk nebirine. Ve heftê roja yekşemê li hemberî Kırıkkalesporê li mala xwe wê bilize



27.03.2015 21:33 | cîncoqo

24. fitbola endustriyel tiryakeke baş e ji bo tevizandin û tepisandina civakekê, xwezî kurdan hîç destê xwe nekiribûya di nav vê gemarê de, li ba min hîç ferqa diyarbakırspora berê ku nêzikî dewetê bû û amedspora nêzikî partiyê nîne, herdu jî yek tiştin.



27.03.2015 22:16 | xwînhingivîn

25. tîma ku îro li amedÊ, tarsus idman yurdu 2-0 têk bir. aniha di rêza 5ê de ye.



18.10.2015 16:59 | brusk56

26. tîma sporê ya navê xwe gûhertî. navê wê ya pêşîyê "diyarbakir büyük şehir belediyesi" bu.



keeesk sooor.



19.10.2015 09:59 | mijdar

27. tîma ku îro derket maça eyûpsporê.

nivê pêşîn a maçê 1-0 di paş de xelas kir û di nîvê duyemîn de 4 gol avêt û tekbirina xwe ya yekemîn stand di deplasmanê de ..



03.11.2015 22:19 | brusk56

28. ez ne bawer im ku îsal jî bikare derkeve lîga pêş. aniha d, rêza 6ê de ye. ji xwe bimîne play-off'an jî îxtîmal %25 e.

lêê ger derkeve bank asyayê wê bi rastî gelek kêyfa min xweş bibe Û wê ji bo kurdan materyalek din derkeve bo yekitiyê *



03.11.2015 22:36 | obamayê qunreş

29. tîma ku duh 2-1 karî bandırmaspor'ê û despêkeke baş çêkir di kupaya tirkiyê de.



17.12.2015 10:43 | brusk56

30. (bnr: barcelona)



29.12.2015 18:14 | m.d.amust

31. 20 hezar tl ciza xwariye ji ber ku di pêşbirka başakşehirê de "propagandaya îdeolojîk" kiriye.

kîrkujinbav wê bi van cizayan bibin sedem ku tîm top biavêje. her heftî wisa ciza bixwe, dike pereyek gelek mezin. ji aboriya tîmê gelek xerab e.



29.12.2015 23:34 | brusk56

32. tîma ku wê îro saet 16.00 an de, derkeve pêşbirka şanlıurfasporê. ger bikare rihayê têk bibe hema bêje wê teqez ji koma xwe ya türkiye kupasıyê derkeve.



11.01.2016 08:18 | brusk56

33. Îroj li pêşbirka Şanlıurfasporê li ser tribune GAP Arena "şehitler ölmez vatan bölünmez" û "PKK dışarı" hate gotîn.faşîzm neçêye...



12.01.2016 00:21 ~00:49 | nanê şewitî

34. tîma ku îro di deplasmanê de, li hember medipol başakşehir'ê dîsa serkeftinek pir mezin bi dest xist. heta deqeya 67'an 2-0 pêş de bû. paşê di 67 û 90'an de 2 gol xwar û maç 2-2 xelas bû.



niha kupayê de bû raqîbê bursaspor'ê. lê mixabin pêşbirk li bursayê ye. wê bi ihtîmaleke mezin dîsa şer derkeve.



29.01.2016 00:00 | brusk56

35. tîma fitbolê a bajarê amedê temsîldike, ew jî wekî amedê jî neheqîya bê par namîne di pirahîya lîstikên wande bi serbikebin jî dîsa şer û pevçûn dertên.. hewqas ceza jî didin wan dîsa gavek paşde navêjin timî bi ya xwe dikin.. listika wê a li hemberî bursasporê ewê bê alîgir be xwedê nehêle.. em hevîdikin kesên bi hebûna wê di qehirin ew jî wan ji qehrê bêpar neke û em hevîya serketinan jê dikin..



29.01.2016 23:29 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» amedspor kaos ve direniş

Kategoriyên mijarê:: sporfutbol kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî