Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 28 peyam
di îslamê de cariyetî - tirşik
di îslamê de cariyetî
(3) (1) (2)
di mijarê de bigere

19. (bnr: cariyetî di êzîdîtî de tune ye)



23.06.2015 15:06 | hola êzîda

20. di quran, hedîs û sunna yê de ev 1400 sal in heye. piştî 1400 sal bi vê têorîyê û praktîkê, niha 2-3 werger derketine û dibêjin, maneya wê şaş hatiye famkirin. yanî lo gorî wan, ti eleqeya dîroka îslamê ya 1400 salî bi îslamê re tuneye, ji ber ku dîroka 1400 salî ne îslamiyeta raste (bnr: îslamiyeta rast ne ev e)



23.06.2015 15:14 | hola êzîda

21. ronahî û derqamij (bnr: formata tirşikê)



23.06.2015 15:39 | hola êzîda

22. heye lê emê bêjin tune jiber ku cardin me an hinekê din nekin ganîmet û carîye û kole jiber wî em dibêjin

îslamîyeta rast ne eve ji xwe zanivin cariyetî koletî ganîmetî di îslamêda heye jî jixwe ewê weka xwe bikin dîsa ji îslamê ewê bawer bikin..



23.06.2015 16:55 ~16:58 | shorbevan

23. Carîyetî ji berî ve li van insanan de hebu ye.islamiyetî sex u zînayî u xulametî qedexe kirye.carîyetîya osmanîyan u islamîyetî ji hev dur e.islamîyetîda cariye wekê keçkê alîkarbunê ye.dibijê wexta bivîn bizewicin wan bizewicînin u hwd.islametîda insan hemu heçku hevin.takwayê da tunê berçavê xweda mirov mezin u bilind dibin



23.06.2015 19:31 | ronahî

24. (bnr: *slam) birevin!



22.01.2016 16:07 | wiha wilo wisa

25. "Gotar derbarê kolekirina jinên êzîdiya şîroveya xwe ya şerietê li hemberî şîroveya ku dibêje dewrana koletî di îslamê de derbas bû, heq dike û ji bo vêya hedîseke ji berhemên Buxarî û Muslim dide: “Resûlê Xwedê […] got ku yek ji nîşanên wê seatê ew e ku ‘keça cariye [koleya jin] ji bo xwediyê xwe zayînek dide’ ”. Peyva “seat” di hedîs û quranê de tê wateya „roja qiyametê“. Di vê gotarê de behsa “mezintirîn şerê berî seatê” [ al-malhamah al-kubrā] tê kirin, Dewleta Îslamî di baweriya xwe de xwe niha ji bo vî şerî hazir dike: Li gorî hedîsan, rûm [anku mesîhî] dê werin Dabiq. Dabiq wareke li Suriya îroyîn e (kovar Dewleta Îslamî navê xwe jê digre), gorî hedîsan bi nêzîkbûna roja qiyametê (“seatê”) wê li Dabiq şerek mezin navbera ne-misilmanan û misilmanan biqewime û di dawiyê de şeriet bi ser dikeve. (ev îdeolojî bandoreke kişandinê dike û sebebeke ku çima bi deh hezaran mirov tevlî Dewleta Îslamî dibin). Di ilmê îslamê de ev şer wek nîşaneke nêzîkbûna roja qiyametê tê dîtin.



Niha argûmanta ji bo berdewamiya cariyetî di îslamê de wiha temam dibe: Eger li gor gotinên pêxemberê wan, zayîna ji cariyekê „nîşanek wê seatê“ (qiyametê) be, û „mezintirîn şerê berî seatê“ hîn di pêşeroja wan de be, cariyetî jî dê berî wê (anku niha) nikaribe tune be. Gotar di şîroveya xwe de li vira nasekine û hîn kûrtir diçe, tefsîr (anku şîrovekirinên quran û sunna) ên îbn Rajab, an-Nawawî û îbn Hejar (her sê di cihana îslamî de naskirî ne) derbarê hedîsa li jor, amaje û gotûbêj dike. Argûmana dawî ya wan ew e ku cariyetî di bin hukmê qanûnên “taxût” (anku ên ne-îslamî) hatiye rakirin, ji ber vê jî terikandina cariyetî naye qebûlkirin. Di dawiya gotarê de tê gotin ku “divê were bibîranîn ku kolekirina malbatên kafiran û birina jinên wan bo cariyetî xaleke şerietê ye ku bi awayekî qewî hatiye qebûlkirin.” Hêjayî gotinê ye ku ji ayetên quranê jî bi awayekî pir zelal destûriya cariyetî xuya dibe (4:3; 4:24; 23:6; 70;30)."



çavkanî: Here lînkê



22.01.2016 16:11 | hola êzîda

26. rastiya ku ji aliyê misilmanan ve nayê dîtin, an jî nayê xwestin bê dîtin.



22.01.2016 18:47 | brusk56

27. heye û xenîmet û koletî jî di serda.. berê hebûye niha pir tune lê divê ji binî tunebe niha di vê demêde edî nelazimin tiştên wisa tewşik.. bê îmano îslamê hinekî rojane bikin.. ka îslâma hemdem?



22.01.2016 23:18 | shorbevan

28. mijareke ku mixabin, înkarkirina carietiya îslamî ji aliyê misilmanan ve min pir xemgîn dike. bila şaş nê fêmkirin, ez van kesan û kesên carietiya îslamî qebûl dikin û jî praktîkê de jî dikin, nakim yek. ew bi xwe carietî anku koletiya seksê red dikin. cûda bûn li vira ewe, ew dixwazin bi şîrovekirina çavkaniyên îslamî bidin zanîn ku cariyetî di îslamê de tuneye, tevî ewqas çavkanî û zelalbûn ku aqilekî hişyar û çavên vekirî bi tu awayî nikarin xwe şaş bikin. qey ew qeweta di dilê mirovan ku naxwaze rastiyan qebûl bike gelek caran ji hiş, aqil, guh û çav ku dikarin bi rastiyan bihesin gelekî bêtire.

her çawa gelek înkarkerên cariyetî bi xwe jî tecawizkirina cariyên kafir (wek jinên êzîdî di destên daeş de) xirab dibînin û nalet dikin, dîsa jî înkarkirinê wisa alîkarî dide ji bo van îslamistan û rê ber wan vedike ji bo dîlgirtin û tecawizkirina cariya. ji ber ku ew îslamîst bi ilm û çavkaniyên îslamî li hemberî wan înkarkeran biserdikevin. îslamîst bi vî awayî difikirn ku yên din îslamê hew fam nekirin. û pirsa ku cariyetî bê eleqeya dîn ve ji xwe bêexlaqî ye ji wan re ne girînge, ji bo wan tenê gotina xwedê girînge. û çavkaniyên îslamî (quran û sinne, her du jî) bi naverkoka xwe destek bêhtir dide wan û ne yên din.

di vira de meriv dikare hem ji quranê û hem jî di dîroka pêxember û sehabî gelek gelek mînak bidin, lê wek min fam kir, ew bê faydeye.

lê ez her tim dibêjim, divê însan mirovatiya di dilê xwe de winda neke gava gîmnastîka tefsîrê dike ("paşî: zilm li wan nekin, heger hûn dixwazin; bi wan re bizewicin, heger ji we hat pere bidin (zekat) wan, û wana azad bikin.")



24.01.2016 16:29 | hola êzîda

dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [3]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» cariyetî di êzîdîtî de tune ye

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî