Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
qedrî yildirim - tirşik
qedrî yildirim

Navê mijarê ya ewil ev bû:kadrî yildirim
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

20. wekîlê bajarê min e. lê min nedizaniya mirovek wisa ye.

konsepta rexneyên wî rast e. yaî divê hdp nebe dijminê bawerî û tiştên din yên gelê xwe fîlan. em jî her vê dibêjin lê awayê gotinên wî, mînakên wî fîlan... xwedê aqil bidê.



wisa gotiye "wê rojê li meclîsê ez û hevalên akpyî em ji mescîdê derketin baxçeyê. Hevalên wekîlê akpê, parlamenterên hdpyî yên ku li baxçeyê çay û qehwe vedixwarin, nîşanî min kirin û gotin "kadrî hoca, bawer im fitara we nîvro destpê dike."."



li ser vê yekê, kadriyê me şerm dike.

niha jî kadrî efendî dibêje "niha ez ê çi bêjim. ez ê çawa bersivê bidim? ez ê bêjim hemû seferî bûn? hemû ne jin in ku bêjim ji ber rewşa wan ya jinîtîyê ye."



ev çi mantiq e, xwedêyo? ma herkes mecbûr e ku rojî bigire, ma herkes mecbûr e ku misilman be. tişta ku wekîlên hdpyî kirine, ne bêrêzdrî ye jixwe, lê ger wisa be jî; ma herkes mecbûr e ku rêzdariya îbadeta te bike?

ev misilmanên nedîtî, dema 12 saetan birçî dimînin, dibêjin qey hemû barê dinyayê li ser pişta wan e. heçko, bi rojiya xwe gunehê hemû mirovahiyê, ew paqij dikin.



şikir ji xwedê re min îsal jî heta niha hemû rojiyên xwe girtin. lê dema hevalên min yên nemisilman an jî ne-rojî li ber min tiştekî bixwin jî qet nabe xema min. ger nêzikî wexta fitarê bim û nexwazim bîhna xwarinê fîlan were min, wê demê ji wir dûr dikevim û xelas.

laqo hebkê medenî bibin êdî yaw. welleh we mirovan ji dînê xwe kerixandin. (bnr: dînê xweşbînîyê)



30.06.2016 22:03 | simurg56

21. hevalên din, mînaka yildirim a rojî negirtina hdp-iyan daye û wekî wan jî gotiye, "ma keko tu zarok î, ji ber peyvên wekîlan a desthilatdar ber xwe dikevî!". lê di wê axaftina wî de bi ya min girîngtirîn mijarek din hebû: piştgiriya hdp bo lgbtî+yan û tawanbarkirina wî ya neheq! bi tevî sucdarkirina polîtîkayên sekuler.



ez ji jidayîkbûnê ve yek ji ferdên lgbtî+/kuîr im û kurdbûn û misilmanî jî tê de, nasnameyên min çeşîtdar in û nêrîna min a têkiliya polîtîka û dînê jî bi kurtasî di bin sernava "laîktî" de şeklê xwe digre. sedemên wê gelek in û ne hewcî ye jî ez li bin vira qala wan bikim.



bêguman mafên altan tan û yildirim jî heye: partiya desthilatdar ji hêla dînê ve hin dengên gelê me jî distîne û polîtîkayên hdpyê yên ku ne qala dînê ne, dikin malzemeyên gotinên xwe û li ser vê jî derew û îftira jî tê de bi gelek riyan îmaja partiyê xira dike yan jî dixwaze xira bike.



encamên serkeftinê ya propagandayên wan ên a dînê çawa ye nizanim û ji aliyê hdp ve ihtimala serkeftinên van propagandayan ji wê her tim hebe. lê pirsgirêk ne tenê bûn û nebûna vê ihtimalê ye, pirsgirêk li hemberî vê propagandaya reş divêt hdp çawa tev bide.



li gorî altan tan û kadri yildirim divêt hdp wekî akp "dînê bike malzemeya polîtîkayê" û ev ji bo defkirina propagandayên akp divêt. (heta kengî divêt? bersiva viya tune ye, em dizanin ku dema li polîtîkayê tavîzek ji dînê re bête dayîn, vegerîn û poşmaniya vaya tune ye.)



lê pirsgirêkê din ev e: hdp ne alternatîfa akp ye. akp carinan neteweparêz, her daîm kevneperst û her tim kapîtalîst û nizanim çi ye. hdp ji bo gelê kurd û kesên sekuler ên tirkiye alternatîf e, ji serî ve vaya beyan kiriye. altan tan û kadri yildirim çun li ser wê beyanatê îmze kir. dibe ku nêzî xêza chp be, lê belê ji ber nêrîna dînê ve ji kevneşopiya chp-yê gelek dûr û cuda ye û bi serê xwe piştevaniya dîndaran dike. namzet û wekîlên hdp delîla vê tiştê ye.



heger em bibêjin ji ber akp, hdp dînê bikarbîne, gelek kurdên xarpêt û erzirom û meletî û hwd jî dengê xwe didin mhp. madem hdp bi xwe ne tu tiştekî ye û li gorî polîtîkayên partiyên din hevîra xwe distirê, ha ji we re: "kurdên misilman"ên altan tan û kadri yildirim çawa dengên xwe nadin hdp, xelkên van bajaran jî ji ber wê nadin!



a rastî van mêrxasan hinekî zû rabûn li ser nigan û ji bo lêdana sekuleran pir zû derketin neçirê. ka werin em bênderên kevin bi ba bikin:



hun ne bi tenê saya kurdan re bûn wekîl, para kesên sekuler dibe ku qîmettir be: li gorî vê qanûna hilbijartinê, partiya te dixwaze % 9 deng bistîne tu nikare têkeve parlementoyê. herkes dizane ku partiyên kurdan wekî bdp, tevî dengên dibirin, ji bo têketinê ne bes bû. lê ji ber gotinên sekuler a hdp, bendav du cara hat şkênandin.



tew yildirim rabuye wekilên hdp yên "sekuler" rexne dike û hişyar dike: kurdên misilman we hilbijart û hay ji xwe hebin! tew lê lê gulê..



a xirab ev in ku heger wanî bidome, di hilbijartina ber me de hdp wê li bin bendavê bimîne. ev ne kahinî ye. her in poşmaniyên "sekuleran" li bin malper û forum û qizzulqurtan bixwînin.



edît: hefteya çûyî, li cumhuriyetê di rûpela pêşîn nûçeyek hatibû weşandin. digot: wê akp-ya kurdî bête avakirin. xuya ye, altan tan û kadri yildirim ji ber vê xwe avêtin hortê. lê ez gelek meraq dikim, huda kaya li van gotinên "kurdên misilman" çi difikire?



/14322



30.06.2016 23:45 ~2016.07.01 00:21 | biruya hayao miyazaki

22. piştî gotinên vî wekîlî ya ji bo lgbti+yan, hdk lgbtî bersivekê daye û bi ya min bersivekê gelek baş e. bi kurtasî wanî gotiye:



"van gotinên yildirim, berdewama gotinên erdogan e ku ji bo kurdan "ev zerduşt in, ev ateîst in" gotibû."



Here lînkê



02.07.2016 15:20 | biruya hayao miyazaki

23. Kadrî Yildirim ku 24ê Mijdarê bi koronayê ketibû, rewşa tenduristiya wî giran bûye û roja Duşemê ew rakirine Nexweşxana Memorial a Amedê.

Li gorî zanyariyan Kadrî Yildirim niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûrî de hatiye razandin.

Hevsera wî Canan Yildirim giranbûna rewşa Kadrî Yildirim piştrast kiriye û ragihandiye ku 3 rojên dawî nikare biaxive û li nexweşxaneyê biryar hatiye dayîn tedawiyeke din ji bo wî pêk bînin.

Ji Xwedê şîfaya xêr dixwazim. Alimekî gelek zana ye. Ji bo me Kurdan derfetek e.



06.12.2020 18:17 | kajav

24. Mamosteyekî beşa kurdolojiyê ye li zanîngeha Artuklu a Mêrdînê. Her wiha min ders ji wî stendine. Ez bi vê xebera wî xemgîn bûm, xwedê şîfa xêrê bide wî. Hêvî dikim di demeke kurt de dîsa vegere û xebatên kurdî bidomîne.



06.12.2020 21:14 | xabûrî

25. Mamoste û sîyasetmedarê ku bi koronayê ketiye û gelek nexweş e. Hêvî me ku di demek nêz de qenc bibe û rabe ser piyan.



06.12.2020 21:16 | xelîl

26. duh hatibû ragihandin ku rewşa wî ber bi başîyê va diçe



07.12.2020 10:58 | bûtîmar

27. mamoste qedrî ev demek bû nesaxiyeke xedar zora wî dibir û du roj berê dîsa li nexweşxaneyê razandin. mixabin xebera mirina wî hat. rehma Xwedê lê be.



26.03.2021 18:51 ~18:53 | ezcan

28. Xwedê rehma xwe lê bike. Yek ji rewşenbîrên xurt yê kurdan bû. Here lînkê Çend ro berê min lê gohdar dikir. Bernameyeke gelek heja bû. Mamoste pir qeşeng xuya dikir.

Dewleta kambax bîlasebeb wî kirin girtîgehê, zilm lê kirin. Ez dê vê yekê ji bîr nekim.


serrastkirin: dema li zanîngeha artukluyê ya mêrdînê karên kurdolojiyê dikir wî dadgeh kiribûn. min wer dizanî ku wê demê mamoste bi qasî çendek hat girtin. lê îro dikim nakim nabînim, ketibû girtîgehê an na.



26.03.2021 20:18 ~2021.03.27 11:54 | mirovekirind

29. Mamosteyekî wek melekan bû. Mixabin ji vê dinyaya xopan zû koç kir çû cem Rebbê xwe. Xwedê wî bi rehma xwe şa bike û piçekî heş bide vî gelî da ku xwedî li xebatên wî derkevin, qiymetê bidin wan.



26.03.2021 21:33 | xabûrî

30. Çûyîna mamoste Qedrî pir bêwext bû, rehma Xwedê li ser be ... Serê gelê Kurd saxbe



26.03.2021 21:33 | yaqûp

31. min navê wî bihîstibû lê min nizanîbû evqasî jê hez dikin.
rehma xwedê lê be



26.03.2021 21:38 | merwano

32. Keda wî ya bo kurdî dê neyê jibîrkirin. Heya yek kurdek jî bi vî zimanê bav û kala biaxive, dê xêra vî camêrî jî têde be. Koça wî min gelekî xemgîn kiriye. Rehma xwudê lê be, serê malbat, hezkiriyê wî û gelê kurd sax be. Cihê wî bihuşt û ronahî be.



26.03.2021 21:47 | tîrêj zana 21

33. dema ez zaningehê bûm hevalekî minê kurd wî min da naskirin. bo ziman û dîroka kurdan xabatê serkeftî kirîbû, xwedê rehma xwe lê bike



26.03.2021 22:23 | doesntmatter

34. min bi homofobiya wî ew naskiribû. dîsa jî rehma xwedê lê be, li ser kurdî xebitiye. tu berhemên wî neketiye destên min heta niha, nikarim şîrove bikim. lê belê şêwirmendiya wî ya bo teza "DI PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDÎ YA LI CIZÎRA BOTAN DE KARÎGERIYA BAJARVANIYÊ" ez heyirandibûm. hewqas dûrî zanistê bû. (heke ne derew be, di nêz de weşanxaneya nûbiharê ev tez çap kiribû.)

meseleyeke din:
de min sersaxiyên tirkî fêm kirin ku kadri yildirim bi kar tînin. îja ev çi bobelat e ku kurdînivîsên tîwîtator di nav nivîsên xwe de "kadrî yildirim" dinivîsînin... min ev pirsî û hatim tirşikê û rastiya tirşikê jî dît. ma ne divêt:

(bnr: qedrî yildirim)?

rehmetî kurd e, li ser kurdî xebitiye... lê nizanim gelo ew tercîha wî bi xwe ye ya na. heke wiha be ez ê hurmetê bidim.



26.03.2021 22:54 | biruya hayao miyazaki

35. beriya niha çend rojan tevlî bernameyekê bibû. li bernamê qala dîroka newrozê û têkiliya wê ya bi kurdan re dikir. pê re behsa xebatên xwe yên siberojê û yên li ser dixebite kiribû. ji ber ku nû ji koronayê filitîbû û cardin berê xwe dabû xebatê gellekî kêfxweş bibûm. lê mixabin xebereke ne ji xêrê hat, duh şevê çûye emrê xwedê. bi bihîstina mirina wî gellekî li ber xwe ketim. bi qewlê diya min ve dost diçin, zebanî kêf û seyranê dikin. kesekî qenc, jêhatî û zana; ji bo kurdan ji aliyê zanîn û xebatên xwe ve gencîneyek bû. heyf.




27.03.2021 13:12 ~2021.05.01 23:18 | xeyda

36. rehma xwedê lê bê.



27.03.2021 21:39 | rûbar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» qedrî can

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî