Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pirtukakurdi.com - tirşik
pirtukakurdi.com
(24) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. Malpera firotina pirtûkan e. Lê ev malper malpera firotina pirtûkên kurdî ye û malperek kurdî ye. Li gor manîfestoya wan mirov dikare hemû pirtûkên kurdî peyda dibin. Heke li ba we nebe jî heta hefteyekî peyda dibin. Pîroz be li Kurdistanê. Va manîfestoya wan:



Merheba ji te re gelê me… Merheba ji we re kurdîhezno… Merheba ji we re xwendayên zimanê kurdî… Meheba ji we re xwendevanên pirtûkên kurdî… Merheba ji we re bikirên Pirtûka Kurdî…



Dikana we ya pirtûkan li ser netê bi navê Pirtûka Kurdî vaya vedibe. Çavê we ronî, çavê me ronî.

Mezinekî gotibû yekê kurdîxwîn “pirtûk nexwîne, kitêb bixwîne” Pirtûk wekî peyvekê him bibû navê pirtûka kurdî him jî bibû sembola zimanê kurdî û kitêb wekî peyveke biyanî him bibû navê pirtûka biyanî him jî bibû sembola biyanîbûnê. Cîhan û colistana biyanîbûnê ruh û fikreke wiha anîbû welatê min. Lê vaya ev ruhê biyan dişike, dihilwile. Em ê bibêjin bixwîne, kurdî bixwîne, pirtûk bixwîne, pirtûkên kurdî bixwîne, Pirtûkakurdî bixwîne…

Êdî hêdî hêdî bazara kurdî çêdibe. Yeko yeko deriyên li ber kurdîyê vedibin û nîrên li ser zimanê kurdî dişikin. Kurdên penaberî çolistana zimanên biyanî bibûn êdî hêdî hêdî ber bi çiyayê kurdiyê ve vedigerin. Lib û lib tilikên ji ûşiya zimanê xwe ditamijin û ruhê xwe yê dêrîn mij bi mij dikişin pişikên xwe. Belê ev rewş dê dûr û dirêj bibe, loma çolistana zimanên biyanî bandoreke giran li ser ruhê me kiriye. Lê mejî û mêjûya kurdewar dê her serfiraz bibe di vê riyê de.

aHewcedariya vê serdemê bi netê heye. Êdî cîhana rastî û şênber yeko yeko diguhere û di netê de cihê xwe digire. Me jî li ser vê hewcedariyê gaveke biçûk avêt û bazara pirtûkên kurdî bi navê Pirtûka Kurdî vekir.

Weşanxane û pirtûkfiroşên kurdî piranî li Amedê ne. Bazara pirtûkfiroşiyê jî li ser vê bingehê rengê digire û di bajarên kurdistanê de kirîn û firotina pirtûkên kurdî kêm e. Carinan ev rewş ji ber tunebûna xwendevanên kurdî pêk tê, carinan jî xwendevan çêdibûn lê pirtûkfiroşên kurdî tune. Xwendevanên kurdî di bajarên din de bi zor û zehmet xwe digihînin pirtûkên kurdî yan jî qet xwe nagihîninê. Hin bajaran de pirtûkfiroşên kurdî hene lê her cûre pirtûkên kurdî nafiroşin. Piranî pirtûkên ku navdar û xweş tên firotin di dikanên xwe de digirin. Ev rewş pirtir hewcedariya Pirtûkakurdî tîne pêşiya me. Şert bû ku li ser netê dikana pirtûkên kurdî vebûya. Me jî xwest em vê şertê bînin cih.

Ev malper wekî fermî bi navê “Pirtûkakurdî basim yayim dağıtım” vedibe. Di serî de em bi 2400 pitûkan destpê dikin. Belê di rojên pêş de mebesta me ew e ku her cûre pirtûkên kurdî di malpera xwe de bifiroşin. Em ê cih bidine hemû weşanên weşanxaneyên kurdî û yan jî pirtûkên bi zimanên biyanî ku mijara wan kurd û kurdî ye.

Malpera me niha bi îngilîzî, tirkî û zaravayê kurmancî weşana xwe dê bike û bi zaravayê zazakî jî tê amadekirin.

Malpera me bi karta krediyê dê firotinê bike û dê ji bikirên xwe re heta 6 texsîtan çêke. Her wiha li 50 TL yê jî kargo aîdê me ye. Ji bo derveyên welêt jî li ser 150 ê TL yê kargo aîdê me ye

Em dikana hemû bajar, navçe, bajarok, tax û gundên kurdistanê ne. Her cûre pirtûkên kurdî wekî çîrok, helbest, roman ferheng, rêziman, wêje, dîrok, teorîk, lêkolînî, olî û pirtûkên zarokan di malperê de bên firotin. Kovarên kurdî hemû jî dê li vir cihê xwe bigirin. Îdîaya me jî ew e ku pirtûkên me di gel pereyê kargoyê dê ji bihayê pirtûkfiroşan erzantir bibe. Pirtûkên di stokê de peyda bibin dê demeke zûtirîn de ji we re bên şandin. Pirtûkên berdest tune bin jî herî zêde hefteyekê de dê bên şandin



05.01.2015 14:22 | xendekî

2. Navnîşana malperê: http://www.pirtukakurdi.com/

Her wiha malper bi sê zimana kurdî, ingilîzî û tirkî weşanê dike.



05.01.2015 14:31 | xendekî

3. venabe. min dixwest jê pirtûkan bistînim lê vêgavê venabe.



23.03.2015 18:16 | simurg56

4. Pir baş e Ku malpereke wisa hatiye vekirin.çimkî li gelek cihên kurdistanê pirtûkfiroş tune ne.bi vê malperê êdî her kes dikare xwe bigehîne berhemên kurdî



27.03.2015 22:15 | cîncoqo

5. Malpera ku xwe têkûz û nû kiriye.

Herwiha kampanyayek jî çêkirine;



Avesta-Newroz %35-40 daxistin

Lîs-Newroz %35-40 daxistin

Nûbihar-Newroz %35-40 daxistin



Pirtûkên bikampanya: Here lînkê



Here lînkê



28.03.2015 12:44 ~12:45 | xendekî

6. malpera ku heke hun bi wan re têkevin têkiliyê û hun bibêjin em ê gellek pirtûkan bistînin buhayan hîn jî dadixîne ye. tew hun bibêjin ji bo zarokan e dadixin buhayên weşanxaneyê yê herî kêm.



min ji weşanxaneyekê jî buhayê pirtûkê pirsî û ji pirtukakurdî jî. buhayê her diduyan gotin wek hev bû. di vir de weşanxane dixwaze hîn bêhtir kar bike an pirtûkakurdî xwe dixesirîne(heqê kargoyê jî heye) min fahm nekir.



13.05.2015 15:09 | berxweda

7. Min wan rojana cara ewil kitêbekî li vir stand, him ji piyase erzantir e him jî bi rihetî gihîşte deste min. Seat nêzîkê çara piştî nîvro min kitêba xwe kirî, seat pênca de mêsaj hate têlefonê min wekî “kitêbê te bi rê ket” sibe seat neha de kargo gihîşte min. Rêya standina kitêba kurdî ya herî hêsan…



15.05.2015 14:49 | mîr

8. xwezî agahiyên pirtûkan (hwd) jî tevlî danustandina wan kirina.



15.05.2015 20:25 | biruya hayao miyazaki

9. weke malperek baş xuya dike.

min sîparîşên (bnr: 3. xelatên tirşikê) ji vê malperê kirin. xwedê bihêle kesê ku derket ser telefonê bi min re bi kurdî axivî û pir eleqedar bû. ji bo tirşikê hinekî ji bûhayê jî kuştin.



14.11.2015 11:21 | simurg56

10. malpera min cara pêşîn tişt jê kirî. weke li jor jî hatî gotin, li gel ku li navçeyeke dur a bajarekê me jî pirtuk di rojek û nîvêde hat ber deriyê min.

destê wan sax be.

vaye pirtukên min standî;

-tirsa bêdiran/helîm yûsiv

-spîtama/rênas jiyan

-1984/george orwell(bi kurdî*)



28.07.2016 17:42 | azadixwaz

11. Malpera înternetê ya firoştina pirtukan.

Min berîya du sê rojan hinek pirtuk jê xwestin nizanim çi halî dene, çi peyam û filan jî ne şandin.
De bi ya xêr...



17.07.2017 18:21 | mijdar

12. Nimreya wan 05315191367 ye, li ser whatsappê pirs û xwestekên we re cewab didin.



17.07.2017 18:31 | mîr

13. Fuara Pirtûkan a Zivistanê a 2. Ya Pirtûkakurdi dane destpêkirin. ne qasî îdefixê be jî daxistinên baş hene li pirtûkan. hingî min qrediya xwe di meha teşrînê *) de li îdefixê tije kir, nikarim nêzî semta wê bim. xwedao! :(

Here lînkê

pirtûkên weşanxaneya apecê ya ji bo zarokan hê jî bûha ne yaw. bibaya ez ê ji xwe re seta morîs û rodî û memo û findo hemû bikiriyana lê mixabin bi xwe ji sedî 20 daxistin dane wê lê, mirov ji bo pirtukekî zarokan ya 25 30 rûpelî bi daxistinî 21 kaxid dibîne ava sar berra paqê meriv dibe ku yên min ew dixwazin rêzepirtûkan in, nabe ku bêyî tevgerekî rêxistinî bêt kirrîn * *



13.12.2017 14:51 ~14:57 | biruya hayao miyazaki

14. malpera ku pirtûk dişîne deveyî welat (ya rastî: derveyî tirkiyê). lê jê re mesrefek mezin ya kargoyê derdikeve tabî.
dema mirov malpera wan vedike, dîrekt teklîfa şîrikbûna ji bo malperê/şîrketê tê kirin. îşelleh ev ne nîşaneya xerabiya rewşa wan ya aborî be. ji ber ku baş dixebitin û valahiyek cîdî dadigirin.



13.12.2017 22:24 | simurg56

15. Min 3 sal berê jî heman tişt otiye lê ez ê ji dubarekirinê xwe venekişim: can in, camêr in, ew li aliyêkî, lê belê divê di malperên xwe de cih bidin agahiyên pirtûkan, bi rêk û pêk û bêkêmasî. niha em nikarin wê dînin ber idefix an kitapyurdu an jî babilê. Wekî mînak çav li wêneya jêr biguherînin, aliyê çep pirtukakurdi ye û a din jî babil.com:

pizdank:
qebûl e, hin agahiyên bingehîn lê zêde kirine, lê belê têrî nake. divê yekî destê xwe biavêje milê navruya malperê. heke hinekî din di nav pergaleke xweş be dê baştir be. (screenshota babil.comê de navê weşanxane nayê dîtin, ji ber ku ev malper di serî de navê pirtûk, li bin wê nivîskar û li jêr jî navê weşanxane rêz dike ku ev navruya babil.comê gelek xweş û kêrhatî ye.)
Here lînkê

navruya niha/berê ya avesta û lîs-ê jî xweş in lê li ber dilê min ya rob389.com pir pir xweştir e.



10.09.2018 20:59 ~21:12 | biruya hayao miyazaki

16. weşanên nameyê ava kirine, gerînendeyê giştî, bawer berşev e, yano pirtukakurdi.com e
adeteke nû înane, pera ji xelkê distînin û pirtûka çap dikin, ez divêm qey naxûnin jî, tiştê ko zora mi çû, çend ro berê hevalkî telefûn kir go pirtûka yekê girtî ê siyasî çap kirine (perîdot-zenda ezer 86 rpl.) ji bo çapê 10 hezar lîre ji malbata kesê girtî sendine, e şaş mam, perekî pir zêde ye.
ev tucar in yan weşanger in?



11.09.2018 18:56 | rojgar

17. ewro hevalkî min bo pirtûka kurdî go: pirtûka kürtçe

(bnr: tirkmanciya aqademîk)



28.05.2019 19:41 | tizbîkêş

18. Ez bawer dikim xwediyê vê malper û pirtûkfroşê zêde zêde çilûz e. Di bêrîka xwe de dûpişk xwedî dike loma newêre destê xwe bike bêrîka xwe. Di platformên cuda de min çendîn caran gilî û gazinan ji wan kirbû lê guh nadin, dibêjin niza em li ser dixebitin niza di nava çend rojan de dê Problem Safî bibe falan û bêvan lê tu problemeke xwe çareser nekirine. Çend car min niyet kir sîparîşa pirtûkan bikim lê ji ber giranî û pratîknebûna malperê Berîya ku pirtûkan hilbijêrim ji malperê derketim. Belkî ji ber sersariya xwe ji firotina barek pirtûkan bûn. Her cara ku ji wan nastînim ji kitapyurdu distînim. Hem versîyona wan a mobîlê ya serkeftî heye hem jî dîzayna wan pratîk e. Emrê min hatiye sîhî ji vê saetê şûnde naşêm bêjim malpera kurdan e, li dewsa tirkan bila ew qezenç bikin... Tew ger ew bala xwe nedin pirsgirêkên xwe, ew xwe nefikirin, vîzyona xwe neyênin pîvaneke bi prensîb wallehin ez hîç xemê naxwim.



23.11.2019 17:03 ~17:07 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtukakurdi.com

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî