38. bawer berşev, Rêveberê malper û pirtûkxaneya Pirtûka Kurdî, rewşa firotina pirtûkên Kurdî jibo rudawê nirxandiye. Gorê agahiyên wî daye Li bakurê kurdistanê sala 2020 rêjeya firotina pirtûkên Kurdî bilind bûye. |
|
02.01.2021 10:23 |
cinorek
|
39. min got ez ê çend kitêb bikirim, lê tê bêjî qey bazara îniyê ye, hingî tevlihev e, serê min gêj bû. îja ew reklam çi ne?' min got belkî înterneta min hêdî ye û rûpelê bar nake. lê na! rûpela sereke bûye rûpela afîşên reklaman. bi zorê min xwe avêt ber kitêban.... ji xwe yên kurdî û tirkî ketine nav hev, heta neqandinê mirov dibetile. tew îja wan qedeh û rozet toz û dûman rakiriye... çi karên wan di nav pirtûkan de hene ji bo xwedê?! hûn wiha dewam bikin, aferîn ji we re! |
|
12.05.2021 17:41 |
biruya hayao miyazaki
|
40. Malpera ku ev çend sal e di warê dizayn û rêkûpêkiya malperê de milîmekê pêş ve neçûye. Ku tu navê pirtûka tê bikirî nezanî, lêgerîna kêfî ya ji bo kirîna pirtûkan dibe îşkence. Ev demeke ji wan nakirim. Heta ku hinek xwe nedene hev, ez ê nekirim jî. |
|
12.05.2021 17:56 |
xelîl
|
41. Hama bêje du sal berê Min di vir de pirtukakurdi.com/112398 problemên malperê rêz kiribûn. Lê tevî ku li ser sosyal medyayê ji ber rexneyên min gotibûn em li ser kêmasiyan dixebitin jî bi gavekê jî bi pêş de neçûne. Çimkî wek hemî kesên ku karên kurdî dikin û nebûna bazara kurdî (ne-profesyonelbûna xwe) dikin hincet, ev malper jî kêmasiya xwe dixe stûya nebûna sîstemeke xurt a malperê û dibêje pere lazim e ku em pergaleke xweştir saz bikin. Halbukî di salê de 50 hezar bêtir kitêb difroşin û ez dibêjim qey tu problema wan e maddî nin e. Ger du sê heb raqib peyda bibin ez ê bibînim bê çawa profesyonel dibin. |
|
13.05.2021 00:01 ~00:02 |
ferhenga şikestî
|
42. heke ne ji navê malperê bûya mirov qe fehm nake ku malperekî kurdî ye. jixwe nîvî ji pirtûkên ku difroşin bi tirkî ye, di ser de xwerû û naveroka malperê jî bi tirkî ye. pirtûkfiroşan weke bijarefix.com û epirtuk.com bi qasî pirtukakurdi.com ne mezin in lê belê jê bêhtir dişibin malperên kurdî. |
|
28.05.2021 17:50 |
hueyn
|
43. şerîkeyek wisa ye hem xwediyên wê berika xwe bi saya kurdî tije dikin hem jî her cara ku peyama kampanya dişînin yek kelîme be jî tê de kurdî nanivîsin, bo çi? |
|
06.07.2021 20:58 |
ezcan
|
44. Nizanim çima Bi tiştên tirkî tevlî fuara pirtûkan ya qamişlokê bûne. |
|
02.08.2021 00:27 |
asîmanê sêwî
|
45. ji destpêkê ve şiklê rêvebirinê wan nakeve serê min. navê wan pirtûka kurdî ye lê ji kurdî bêhtir pirtûkên tirkî difiroşin û çap dikin. zimanê bazirganiya wan û ya medyaya civakî giş tirkî ye. taliya talî jî çûne pirtûkên tirkî bi xwe re birine qamişloyê. ka emê meyzênin hê wê çi xwelî li serê xwe bikin ev îşnezanan. |
|
02.08.2021 02:01 |
hueyn
|
46. malpera ku wexta "kürtçe kitap" tê lêgerîn pirtûkên tirkî derdixe; |
|
07.08.2021 14:23 |
hueyn
|
47. Malpera ku min jî 25 pirtûkên kurdî jê kirîn e. Min pirtûkên xwe sîparîş kirin lê, dibêm qey di destê wan de tunebûn û heya 5-6 roja peyde kirin û şandin. Çend cara bo derengmayîna pirtûkan min li wan geriya, canikek derdiket ser telefonê û bêyî ku ez biaxivim ew bi kurdî diaxivî. Lê belê naverok û peyamên wan yê agahdarkirinê bi tirkî bûn. |
|
23.09.2021 13:17 |
tîrêj zana 21
|
48. Malpera pirtûkfiroşiyê ya ku min dîsa 4 pirtûk jê kirîne. Pirtûkan di nava 2 roja de dan kargoyê û bi ser de lênûskek nîşeyan a ku wêneyê mem û zîn li ser, wek xelatî şandine. |
|
24.11.2021 00:35 |
tîrêj zana 21
|
49. Ji pirtûkên kurdî behtir pirtûkên tirkî hene* lê baş in. Gelek pirtûkan ji wan kirrîm. Pirsgirek nîne. |
|
28.09.2023 07:53 ~07:55 |
horhorik
|
50. Hêvî dikim ez xelet bim lê êdî malper bi temamî tirkî ye. Vebijarka kurdî hatiye rakirin. * ajahahhs |
|
04.10.2023 19:44 ~19:44 |
biruya hayao miyazaki
|
51. li gor agahiyên istixbarata tirşikê wê di demeke nêzîk de zimanê kurdî, elmanî û ingilîzî li pergala malpera xwe zêde bikin. jixwe berî demeke kin pergala malpera xwe nû kiribûn. |
|
04.10.2023 21:59 |
xendekî
|
52. çiqas rast çiqas vir, dibêjin wê navê xwe bike pirtukatirkî.zîç û piştî zimanê tirkî zimanên din jî wekî alternatîf li malperê zêde bike: tirkmenî, uzbekî, tacikî, kirgizî, mongolî. min texmîn nedikir ew malper ewqas mezin(!) be. ne bravo. her ku diçe ji eyar dikeve. |
|
09.10.2023 21:43 ~2023.10.10 00:02 |
mirovekirind
|
53. ji bo vê gotibûn piştî rojanekirina pergala malperê li ser tirkî ew 3 zimanan were zêdekirin: engilîzî, elmanî û kurdî. |
|
23.10.2023 00:17 ~00:18 |
ciwanzêr
|
54. Xuya ye amedekirina almanî û yên din ji zimanên kurdî hêsantir û kêrhatîtir e. Belkî jî îstatîstîkên berê (yên wekî tercîhên bikarhêneran bo zimanê navrûya malperê) hêz dane wan ku kurdî betal bikin. Ku texmîn dikim kêm bûye lê dîsa jî wekî kurd hêviya min ev bû ku piştgirî bidin belavkirina kurdî di zeviya torê de. Rexneyên bo naveroka malperê jî di cih de ne. Ji Tirkî mirov nikare yên kurdî bineqîne. Û dîmena heyî û navê malperê êdî li hev nayên. Mixabin. Li aliyê din malpera nû jî negihiştiye asta kitapyurdu, idefix (a kevn) an jî Babilê. Hîn jî agahiyên pirtûkan ya kêm in ya jî tune ne. Texmîn dikim ku malpera nû ne dîzaynekê taybet e lê malperekê ji xwe amedekirî ye. |
|
23.10.2023 08:52 ~08:53 |
biruya hayao miyazaki
|
55. Siteya ku min carekê jî jê pirtûk nestendine ji bo xwendinê ez yekser diçim pirtûkfroşan lê jixwe ez mirovekî modern im* serê xwe bi kaxizan naêşînim zêde (bnr: dengêpirtûkan) heye |
|
24.10.2023 21:38 |
qijilyo
|
56. kurdî Û zimanên din zêde bûn lê ala kurdan çima ne ala rengîn e? |
|
25.10.2023 18:18 |
horhorik
|
57. ew kîj şaşaqil e ji bawer berşev re gotî li ser fen û fûtên hilbijartina şirnexê em dişên zikê xwe mezin biken?! qet eybê jî naken! Here lînkê |
|
24 roj berê 10:48 ~23:03 |
ezcan
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |