Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 33 peyam
mîşel temo - tirşik
mîşel temo
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. siyasetmedar û nivîskarekî kurd e. di sala 1957an de li gundekî piçûk ji herêma dirbêsiyê (rojavayê kurdistanê) hatiye dinyayê. Wî di sala 1980î de li zanîngeha Helebê xwendina endezyariya çandiniyê qedandiye. Ji sala 1972an û vir ve tevlî çalakiyên tevgera kurdî bûye, û heta sala 2000î di Partiya Hevgirtina Gel de kar kiriye. Ew yek ji wan kesan e ku Navenda Celadet Bedirxan a Rewşenbîrî li qamişlo di 10ê berfanbara 2000î de ava kiriye. Di sala 2005an partiya Şepêla Pêşeroj a Kurdî damezirand. Di sala 2008an hate girtin û sê sal û nîv hate dadgehkirin. Piştî derketna wî ji girtîgehê bi çar mehan di 7ê cotmeha 2011an de li Sûrî, li bajarê Qamişlo, bi suîqestekê hate kuştin. Mişel Temo ligel karê siyasî ew çîrok û helbest bi kurdî û erebî nivîsandine.



Ji berhemên wî:



- Gotina dawî, 2001 (bi erebî)

- Bawerî û nêrîn, 2002 (bi erebî)

- Rûpelên welatekî bêwelat, 2002 (bi kurdî)

- Gopalê sor, çîrok, 2003 (bi kurdî)







19.03.2015 21:20 | remlavêj

2. nîzamettîn ariç, mizgîn tahir û nezîr palo
Di kilamê xwe yê êşa rojava de Behsa wî jî dikin şîna mişel Temo digirin.





29.05.2020 00:19 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
kanzî [2]
Tirk ji bo hinek kesên xwe yên netewperest û dewletperest bikar tînin....
kurdên nasyonalîst [1]
Ew kesên ku di kanala xweyî youtube'ê de vîdeoyên bi tirkî parve dikin...
kurdên nasyonalîst [1]
Divêya ev nav û ev hizr neketa li ber destê van kesên bêaqil, ji bo he...
kurdên nasyonalîst [1]
tevgera fikrekê rewşenbîrî ya kurdiyetî yê temsîl dike, ku ji hebûna x...
kurdên nasyonalîst [4]
çeteya ku îro li qada newroza amedê ji aliyê ciwanên şoreşger hatine b...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîşel temo
» temo nasir bedirxan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî