Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 53 peyam
mêvanên tirşikê - tirşik
mêvanên tirşikê
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

31. ew mêvan in ku ne tenê ditirşikînin lê her wiha li beşên radyo, fîlm, pirtûk, caps û bi taybetî li beşa ferhengên duzaimanî wext diborînin.



24.07.2016 17:28 | simurg56

32. mêvanên ku simurg56 solên wan derxistiye ber derî * niha bitene ji dervede malê dibînin..



25.07.2016 00:24 | shorbevan

33. Xeyal in. Û bi xeyal in. Bi mijarên xeyalî tirşikê dişopînin. Destê wan sax be, xwezî xiret bikirana ku bibin nivîskar jî.



25.07.2016 07:15 | azadixwaz

34. Mêvanên ku niha hêjmara wan 23 ye. Çi îşe we li vir heye ? Herin ji xwe re razên , ma ne heyfa we ?



15.08.2016 04:38 | biaqila malê

35. Mêvanên ku ji piştî peyama min xeyidîne û hêjmara wan bûye 14. Min henek kiribû :(



15.08.2016 04:48 | biaqila malê

36. Mêvanên ku niha hêjmara wan 42 ye. Silav canimno hûn çi diken ? Tirşik dike ji tenêtiye bimre hûn çima têketinê nakin nayên vir ? Tenê ji bo hêjmara peyaman zêde bibe ez ji sibê de tiştên beredayî dinivîsim hûn çima nayên tiştên kêrhatî nanivîsin û me naxin li ber fediya ?



15.09.2016 15:06 | biaqila malê

37. mêvanê me yên ezîz niha jî 10 heb in û yê girêdayî dîsa tenê ez im * ezê ji wan re çay bidime ser. bila ew jî ne li ber pencereya min bisekinin, bila derî re bikevine hindir *



17.09.2016 01:16 | bûtîmar

38. gelo di kîjan rewşê de ne? di vê saeta şevê 38 kes in..



29.12.2016 04:03 ~04:04 | berxweda

39. di vê saetê hejmara wana 37 e.
çîqê tirşikê dikin û diçin û tên.

Gelo mijarên sîyasî de qe meraq nakin ku peyaman de çi hatiye nivîsandin ?

Agahî: Tenê nivîskarên tirşikê yên kevin û hinek peyam nivîsandî, dikarin peyamên siyasî yên di tirşikê de bibînin.

Gelo kêfa wana vê agahiya hişyariyê re tê an na? *



29.12.2016 04:14 ~04:18 | bûtîmar

40. Saet 03:02 ye û 100 mêvan hene.
min digo qey tenê ez hişyar im vê saetê..



21.02.2017 03:04 | bûtîmar

41. niha 65 heb in.
ew 65 a, reqema rast e gelo an hema şixwe 65 dinivîse?
an jî yek çawa navê tirşikê di internetê de vedike û paşê digre, wek mêvan tê de kom dibe..

ji ber ku evqas mêvan vê saetê da mimkun nîn e haa..
Di hişê min da pirs û analîzên ecêb
Vê şevereşê..



21.02.2018 03:12 | bûtîmar

42. Xwedê xêr û bereketa wana zêde ke, niha qilî qilî 105 heb in.



01.05.2018 02:52 | bûtîmar

43. Di şeva 9ê îlonê da (2019), di saet 23.23an da hejmara wan 249 bû. Ya herî zêde min dît ew bû. Screenshota wê bi min ra heye. erê welleh.



24.09.2019 21:00 | mirovekirind

44. Niha hejmara wan 146 e
Sibey de ez li ser wan difikirim bê ka evana çi dikin
talî ez gihaştim çend encama

Yek jê dibe ku hevalên dixwazin nivîsandina kurdî fêr bibin tên û dixwînin

Yeka din hevalên mijara ku li ser googlê gerîyane û nedîtine tên li tirşikê lê digerin

Yeka din hevalên dilê wan heye bibin endam lê pêşî dixwazin formata tirşikê fêr bibin ji ber wî awayî berê dixwînin

Yeka din jî hevalên tên peyamê #shorbevan dixwînin û dikenin

Û ya dawî jî faşîstên ku têne rewşa tirşikê qontrol dikin bê ka kes dinivîse an na



31.01.2020 21:07 | tîrêj zana 21

45. Kesên niha hejmara wan bûye 242 ne.
Dema mirov van hejmara dibîne gelkî kêfxweş dibe ku ewqas kes hatine bi kurdî dixwînin û ji tirşikê sud werdigrin.
Dibe ku îro roja zimanê zikmakî ye ji ber wê ewqas kes hatibin lê dîsa jî ev yek hem ji bo kurdî hem jî ji bo tirşikê baş e.
Bi hêvîya ew mêvan bibin nivîskarê tirşikê û bi wan agahî û zanebûnên xwe tirşikê bixemilînin û biedilînin



21.02.2020 23:59 | tîrêj zana 21

46. Her tim wisa dixuyê lê dibe ku bot bin ango kodeke tirşikê be jî.
Bi min ew kodek e , kod wiha jî dibin , jimarek fîx mînak wiha ye ; 200 kesên ku dikevine malperê lê zêde dikin dibe 200 + ew kesên zindî.



22.02.2020 00:58 | brzn

47. Waxtek ez jî wisa bûm.Wek mêvanek tirşikê ji dûr ve dişopand.Carna jî min di go dîsa ti mîjar tune li gor ekşi sözlük ê (hişê nezantiyê bû).Bi rastî dema ku ez diketime malperê li milê çepê ti mîjar tunebûn.

Sedemeke din jî ev bû kez ditirsiyam ku ez bibim endam gelo ezê bikaribim tiştên kêrr hatî binvîsim ? Ango ezê alfabeya kurdî bikaribim bikarbînim ?

Lê piştê endambûnê ew pirs êdî nehatine hişê min.

Mîjarên tirşikê , endamên tirşikê wek şepeya berfê her diçe zêde dibe.çiqas hêdî be jî...



09.03.2020 00:18 | brzn

48. (bnr: keremke bira nemîne ji derve)



11.04.2020 04:00 | de facto hozan

49. Hejmara wana a niha 204 e.
wey malnexirabno! hûn çi xwe pişt perdeyan da vedişêrin? Ka werin hundir ka di barê we da qe çi heye çi tuneye *



14.05.2020 23:55 ~23:56 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêvanên tirşikê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî