Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
radyoya tirşikê - tirşik
radyoya tirşikê
(25) (0) (1)
di mijarê de bigere

114. Radyoyek wisa ye ku, ger ez xwedî dikanek bûma, weke cafe'yek felan, min ê vê radyoyê vekiriba û heta êvarê bêked, bênavber û bêreklam, meseleya mûzîkê hel bikira.
Him jî mûzîka bi qalîte.



29.12.2019 18:57 | brusk56

115. agahî: 32 stranên nipûnû lê hatin zêdekirin.

agahîyek din:
- ev 2.345 roj in ku radyo di weşanê de ye û heta niha 34.667 stran hatine guhdarkirin.
- yanî rojê 14.7 stran.
- her stran 4 deqe bin, dike nêzikî 60 deqe.

ango radyo her roj saetek tê lêdan.



05.01.2020 10:24 ~10:24 | simurg56

116. "bernameya radyoya tirşikê çima nîne?" ez ji xwe dipirsim.

di sala 2013an da radyoya tirşikê destpê kirîye. moderasyona tirşikê biryareka baş hilanîye. muzîkên kurdî tevlî muzîkên biyanî weşandiye, derfetekî baş çêkirîye. lê îro? îro (2020) muzîk li her derê ye. êdî, mixabin weşana mp3yê ji bo radyoyekê qîm nake.

ez dibêm, qet nebe du tirşikvanên me (ya rast, tirşikvan nebin jî dibe) rabin li ser mijarên rojane nîv saet gotûbêj bikin, bo destpêkê, willeh besê min e. bernameya radyoya tirşikê dest bi weşanê bike, hefteyê carekî jî bibe ji min ra bes e. kî çêkir, hezar car xwedê ji wan razî be!.

ji ber ku tiştekî wisa tune ye, xelk diçe youtubevanên din dişopîne. ji bo ku haya xelkê me perçekî ji nûçeyên dinyayê çêbibe, diçin guh didin xelkên bîyanî, yên tirk û hema kî hebe.

bernameyeka zindî jî dibe, podcast jî dibe hevalno, cidî jî dibe, bihenek jî dibe. bes weşaneka kurmancî bi gotûbêjekî teze be. ev yek, îro hewcehîyeka mezin e. ne tenê ez im. cinawirek din jî qala vê yekê kirîye di bin mijarê da.

radyoya tirşikê/114739



19.03.2020 12:43 | mirovekirind

117. radyoya ku heçî nivîskarê ku ji 250an zêdetir peyam nivîsandine, dikarin stranan lê bar bikin. ev taybtî jixwe hebû lê belkî gelek kesan ji bîr kiribe. fermo, heçîyê bixwaze, bila stran bar bike.


mixabin niha mirov nikare tê de weşana zindî bike. him ji alîyê teknîkî ve ew bingeha wê tune û him jî ez bawer nakim ku kes ji me wext bibîne ku jê re bernameyan amade bike. ku tiştek wisa were kirin jî, gelo wê bi rastî çend kes bi zindî lê temaşe bikin? piştî ku kes zindî lê guhdar neke, ferqa wê û vîdyo an jî podcastan namîne.



21.03.2020 17:54 | simurg56

118. Radyoya tirşikê gelek xweş hatiye damezirandin , destê we saxbe
Min caran xwest lê mêze bikim gelo çawa stran lê tê zêdekirin lê min nedît.Yek jî mirov bikaribe bigihîje lîsteya stranan û bikaribe lê daxwazê hilbêjere û guhdar bike ma baş nabe.Gelo wê demê dibe ku ji rewşa radyoyê derkeve bibe medya player.Nizanim.Lê pêşnîyar dikim.



21.03.2020 20:01 | brzn

119. nizanim çima ev demek bû xera bibû, hinek taybetîyên wê naxebitîyan. min îro ser û guhê wê rast kirin.

- dema hûn li navê tirşikvanekî bitikînin, stranên ku wî/wê bar kirine, tên lêdan.
- dema we li zimanekî tikand, stranên bi wî zimanê tên lêdan
- dema we li cûreyekî tikand, stranên bi wê cûreyê tên lêdan

her wiha vê jî bînim bîra we; heçî nivîskarê ku 250 peyam nivîsandine, dikarin stranên li ber dilên wan şêrîn, li radyoyê bar bikin.
min îro 30 stranên din lê zêde kirin. bû 661 stran.


lêzêdekirin: êdî dema we stranek li radyoyê zêde kir, di beşa zindî de agahîya wê tê ragihandin. di vê ragihandinê de mirov dikare li navê stranê bitikîne û dîrekt guhdar jî bike.



11.05.2021 10:53 ~11:16 | simurg56

120. taybetmendiyekê xweş e lê ez dibêm tenê moderator weşanê dikin. dîsa jî min çend stran bar kir.



23.05.2021 21:59 | hueyn

121. Radyoya ku dema dixwaze weşanê bike, hişyariyekê dide ku belesebep kenê min anî *
Hişyarî: tenê moderetorên payebilind, dikarin weşana zindî bikin. shorbevan nikarin.

Sererastkirin ji bo peyama jêr: @hueyn mixabin taybetmendiyên moderetora di derheqê hişyariyan tune, hişyarî ji aliyê Simurg56 ve hatiye danîn *



05.08.2021 13:28 ~14:02 | merwano

122. radyoya ku hîşdariya wê min jî dîtibû. berê di navbera shorbevan û modên tirşikê de gelek pevçûn çêdibû ez dibêm qey mod jî wilo bêhna xwe fireh kirine û hê jî nehatiye sererastkirin.



05.08.2021 13:52 | hueyn

123. her dem tiştên baş derdixe pêşî min.

elegeeeeez elegeeeeeeez eleegez
(bnr: elegez)-(bnr: koma wetan)



18.02.2022 18:08 ~18:09 | heval.js

124. Ez newe bonder bîya. Heme hal û hewal de şoxilêna. Merdim eşkeno hem radyo goştarî bikero hem zî eşkeno tirsik de binuso heta kê eşkenê sepanê bîn zî akerî. Radyo tim akerda manena. Eno qaîde youtube de zî çîn o bijî *



18.02.2022 22:59 | kajav

125. rojanekirin: êdî ne tenê moderator lê her nivîskarê ki pûana wî/wê ya karmayê ji 500î zêdetir e, dikarin weşana zindî bikin. (yên ku niha online in, bila ji bo carekê ji tirşikê derkevin û dîsa têketinê bikin)

ku problem hebe, ji kerema xwe re ragihînin min.



18.02.2022 23:19 | simurg56

126. Hêvîya wê rojê me ku ez jî karibim weşanên zindî li ser bikim.
radyoya tirşikê/139023



23.02.2022 16:34 | pîroz

127. Ger tirşikvan bikaribin bi dengê xwe weke dj weşana zindî bikin ew ê pir xweştir bibe.



23.02.2022 17:12 | cinorek

128. belkî jî di guhertoya 3.0 ya tirşikê de wê beşa herî xweş be.
mergehez radyoyê wisa ji nû ve ava kiriye ku, êdî naxwazim jê derkevim.
radyoya tirşikê, bi mantiqa xwe jixwe tekane bû. bi taybetîyên nû, wê ji bo mûzîkhezên kurd bibe astek gelek wêdetir.



17.11.2023 21:17 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» radyoya swêdê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî