21. çi qas tiştek xweş e newsa. em weke gelê kurd, aliyê zimên ve gelek bi pêş ketin. aniha em mirovên normal, meseleyên rêzimanê ji xwe re dikin derd * |
|
17.02.2020 23:01 |
brusk56
|
22. rêbera rastnenivîsandinê ya komxebata ne-komxebata kurmancîyê* ferman daye, bila êdî î wekî xwe bimîne. anku bi ya wan êdî ne hewce ye ku î-ya berî y-yê wekî i bê nivîsandin. lê ew bi xwe tê de, bi çavsorî, bi dînitiyeke nezanî hemû -iy dikin -îy. ne tenê xanî-yê> xanîyê lê her wiha çiya-çîya, kiriye-kirîye! û hwd. Çima? |
|
18.02.2020 15:04 ~16:31 |
biruya hayao miyazaki
|
23. Ez peyvên jîyan, Cîh, çîya...hwd wek î bi lêv dikim lê di nivîsandinê de wek i dinivîsim. Bi qasî ku ez dizanim ji xeynî mehmed emîn bozarslan kesî/ê wek î nedinivisand û her kes î'ya beriya y û h'yê dikir i. Tiştê ez fêm nakim ew e: ev komxebat ji bo ku problemên nivîsîna kurdî çareser bibe û standartdeke giştî û qebûlbûyî çêbe civîyane. Helbet karê wan hêja ye. Ez bixwe piştevanîya komxebatan dikim lê di nivîsîna î û i'yê de standartek çêbûbû û hemî nivîskar, weşanxane û zimanzan pêbendî vê Qaîdeyê bûn. Bo çi problemeke çareserbûyî li serê xwe kirin bela û problemeke dî derxistin? |
|
18.02.2020 23:07 ~23:10 |
ferhenga şikestî
|
24. bi salan e guh nadim vê qaîdeyê. berê min jî bala xwe didayê lê berî gelek salan min dît ku bi darê zorê çênabe. min dev ji qaîdeyê berda û niha bi kîjan tîpê bi lêv bikim bi wê dinivîsim. |
|
18.02.2020 23:25 |
berxweda
|
25. Nabe i. Moderatorek bi sermijara min binavê "hesûdîya kurdan" vekirî leystîye , î kirye i. |
|
04.05.2020 21:57 |
hespêsor
|
26. Polemîkeke qedîm e. Weke her polemîkên benîademiyan ji bavê me adem û vir de didome, li gor agahiyên rojnemeyan dibêjin, dibe ku herba cihanê ya 3. li ser vê bobelatê çê bibe, xweda hafiz |
|
04.05.2020 22:09 |
paşopêş
|
27. (bnr: di kurmancî de berî tîpên h û y'ê nenivîsandina tîpa î'yê) |
|
04.05.2020 22:38 ~22:39 |
brzn
|
28. ez di xewna xwe de jî "î ya berî y yê" weke "i" dibînim * min vê qaîdeyê ew qas pejirandiye yanê. |
|
04.05.2020 23:07 |
brusk56
|
29. ev qeîde ji aliyê celadet alî bedirxan ve hatiye danîn. berî li ser vê qeîde biryar bide, dehan hejmarên hawarê bi -îy- nivîsandiye lê piştre ji ber hin sebebên zimannasiyê û taybetiyên kurdî dev jê berdaye û wekî îro -iy- qebûl kiriye. ji hawarê vir ve wiha tê nivîsîn lê komxebatek rabû, li ser xelkê ferz kir. hin ji xelkê jî bê minaqeşekirin qebûl kir. lê biryara wan bêyî zanyarî bû, şexsî bû, ferzkirineke beredayî bû. ji me re ne tenê zimanzan, her wiha zimannas lazim e. |
|
05.05.2020 00:42 ~00:44 |
biruya hayao miyazaki
|
30. Bîryara celadet e balam bi bîryara rêbera rastnivîsînê êdî azad e, lê ez hîn bûme êdî nikarim bikim -î- |
|
05.05.2020 03:02 ~03:07 |
qijilyo
|
31. Piştî biryara weqfa mezoptomyayê bikaranîna vê qaîdeyê de bêbiryar dimînim. Sedem çibû di nav ev qas êş û derd û kulan de êşekî din ji me zêde kirin. Bi min êşekî giran e. |
|
05.05.2020 03:49 |
kajav
|
32. Çêtirîn e. Î |
|
06.05.2020 01:24 |
dilnaz
|
33. mijareke belengaz e ku kurdan hîn li ser kumika wî li hev nekirine. |
|
06.05.2020 03:26 |
roberz
|
34. pirsgirêka rêzimanî ya ku hîn em nikarin li ser wê li hev bikin. Li gorî min kîjanê jî be ferq nake. Biryara sazîyê bipejirînin da ku zimanekî standard çêbibe. Çima ewqas gengeşe fahm nakim. Yanî em "kêlîyên xweş" binivîsin çi dibe, "kêliyên xweş" be çi dibe? Deng her yek e ji xwe. Hîn em li ser vê meselekê li hev nakin sibê dewlet çêbibe em zagonên wê jî qebûl nakin li gorî vê rewşê... |
|
06.05.2020 03:47 |
xabûrî
|
35. xuya ye, ev mesele kengî were ber min, ez ê aciziya xwe binivîsînim, tevî ku xwe ducar bikim. bila kesek li qisûra min nenêre. |
|
06.05.2020 14:33 ~2020.05.07 13:34 |
biruya hayao miyazaki
|
36. nakokî di vê qeyîdeyê heye. lê belê ez niha dijî wê me ku bêyî lêkolîn û pênase û delîl û îzahatan rabin qayîdeya "î ya berî y yê dibe i" biguherînîn û bikin tiştekî din a ku ew jî nakokiyan bihewîne. |
|
08.05.2020 12:53 ~13:14 |
biruya hayao miyazaki
|
37. gorî rêzimana kurmanciyê divê wek i bê nivîsîn lê wek î bê xwandin. bawer im ji ber ku di kurmanciyê de ti carî (yanî bi kêmasî wisa bawer dikin) dengê i-yê berî y-yê nayê ev rêzike hatiye danîn. tenanet dema em dibêjin "çi ye" jî di rastiyê de em dibêjin "çî ye". lê di devoka me û ya dêrîk, amûdê, serê kaniyê de rewşek heye ku ji bo vê rêzikê awarte ye. bo nimûne di van peyvana de: dayiyê (daye wî/wê), çûyiyê (çûye wir) vegeriyayiyê (vegeriyaye wir) i-ya berî y-yê bi rastî jî i ye û wek i tê gotin lê gorî vê rêzikê kesekî/a ne ji van deverana dê wek î bixwîne. herwa bi kurmanciya yekgirtî jî em dikarin mînak bidin, bo nimûne: "hin deverên soranîpeyiv daçeka jiyê bi kar tînin". em ê çawa bizanin di vê risteyê de qala "ji"yê dike yan "jî"yê? |
|
26.08.2021 18:15 |
keyomerd
|
38. (bnr: me her tişt safî kir, ma dora vê) |
|
27.08.2021 07:33 ~08:08 |
pîroz
|
39. Ji bo tirşikê kêşeyek e. Tirşik di dayina bnr û vbnryan de tîpa "i" û "î" ji hev cûda nake. Bi kîjan tîpê were nivîsîn, dîsa jî weke ku ew mijar vebuye xwuya dike, lê tenê ya bi tîpa mijar pê hatiye vekirin vedibe. |
|
15.11.2021 01:22 |
tîrêj zana 21
|
40. hin kurd hene ku vê formula peyv + qertafê nikarin fêm bikin an jî ezber bikin: [ î + y = i ] loma bûne dijminê vê qaîdeya reben.* hin kurdên sazîperest jî hene ku bo fetîşa xwe ya kumikê dev ji vê formulê berdane. heyfa zimanê min. |
|
12.10.2022 20:48 |
biruya hayao miyazaki
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |