Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 55 peyam
di dîrokê de îro - tirşik
di dîrokê de îro
(30) (0) (1)
di mijarê de bigere

21. îro, 12ê tîrmeha 2020an


Bûyer


B.Z. 100 – Împaratorê Romayê (vbrn: Julius Caesar) hat dinê.
1191 – Sefera Xaçperestan yê Sêyem: Eskergeha Selaheddîn piştî ku du-sê sal herêma Akreyê hate dorpêçkirin, teslîmê Philip Augustusê bûn.
1878 – Împeratoriya Osmanî, rêvebiriya Girava Kîprosê ji Keyaniya Yekbûyî re hişt.
1932 – Li Tirkiye Saziya Zimanê Tirkî hate damezrandin.
1947 Helbestvanê kurd dildar, çû ber rehma Xwedê. Ji Başûrê Kurdistanê bû û pirr bi nav û deng bû. Nivîskarê marşa Ey Reqîbê. Ev marş bû marşa kurdan ya neteweyî.
1950 – rené pleven bû serokwezîra Fransayê.
1975 – Komara Demokratîk a sao tome û Prînsîpeyê serxwebûna xwe ya ji Portûgalê îlan kir.
1979 – Girava Kirîbatiyê serxwebûna xwe ya ji Keyaniya Yekbûyî îlan kir. Welatekî li Okyanûsa Pasîfîkê ye û ji koma giravan pêk tê.
1993 – Nêzî girava Hokkaido ya Japonyayê erdhejek çêbû, li gorî pîvana Richterê di mezinahiya 7,7ê de bû. Di vê erdhejê de 230 kes mirin.
2004 – pedro santana Lopes bû serokwezîra Portûgalê.

Jidayîkbûn

1904 – deng xiaoping, siyasetmedarê çînî
1904 – pablo neruda, helbestvan, dîplomat û nivîskarê şîliyî, xwediyê Xelata Nobel a Wêje
1913 – willis lamb, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê.
1948 – richard simmons , aktor û hînkarê fitnessê yê amerîkî

mirin

1845 – henrik wergeland , zimanzan, helbestvan û şanonivîsê norwêcî
1931 – nathan söderblom , serpîskoposa swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
1947 – Dildar, helbestvanê kurd



12.07.2020 21:00 ~21:00 | yûsiv

22. îro, 13ê tîrmeha 2020an
Bûyer

1878 – Di navbera dewletên Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Rûsî, Keyaniya Yekbûyî, Almanya, Îtalya û Împeratoriya Nemsa-Macaristanê de Peymana Berlînê hate îmzekirin.
1923 – Nîşana Hollywoodê yê bi nav û deng ku ji 14 herfê hatiye çêkirin, li ser girên Hollywoodê hate avakirin. Pêşî wek Hollywoodland hatibû nivîsîn, paşê di sala 1949'an de hate nûkirin û di vê nûkirinê de 4 herfên dawîn hatin avetin.
1930 – Dewleta tirkan li Geliyê Zîlan (di navbera Erdîş û Giyadînê de ye), Wanê, li dijî kurdan qetliamek mezin da dest pê kirin. Ji ve qetlîamê re Komkujiya Zîlanê tê gotin. Gorî çavkaniyên rojavayî di navbera 15-55 hezar kurd di vê komkujiyê de hatine qirrkirin.
1960 – Dewleta tirkan gore ûstad Seîdê Nûrsî vekirin û tabûta we birin li derdora herêma Barla yê girêdayî Ispartayê veşartin. Cihê gora wî îro jî nehatiye dîtin.
1968 – Komara Maurîtiusê bû endama Neteweyên Yekbûyî.
1976 – Aktor, derhêner û nivîskarê kurd yılmaz güney ji ber kuştina dozgera Yumurtalıkê yê bi navê sefa mutlu, 19 salan ji hepsê re hate mehkûmkirin.
1977 – Somalya û Etiyopya li ser herêma Ogadenê li hev nekirin. Somalya ji Etiyopya re şer îlan kir, Şerê Ogadenê dest pê kir.
1993 – Li derdora Erxenî, Amedê di kolanek arkeolojîk de parçeyek qumaşê hate dîtin. Hate ragihandin ku ev qumaş bermayiya kevintirîn ya qumaşan e.
Jidayîkbûn

1845 – carl spitteler, helbestvan û nivîskarê swîsreyî, xwediyê Xelata Nobelê
1947 – roger d. kornberg, biyokîmîstê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
1959 – eren keskin, parêzer û çalakvanê tirk
1988 – steven r. mcqueen, aktorê amerîkî
1988 – colton haynes, model û aktorê amerîkî
Mirin

1921 – gabriel lippmann, fizîknasê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
1924 – g. stanley hall, psîkologê amerîkî
1960 – max von laue, fîzîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
1994 – havîv Şîmonî, siyasetmedarekî Îsraelê, kurdekî cihû ye
2014 – nadine gordimer, nivîskara ji Afrîkaya Başûr



13.07.2020 12:01 ~12:01 | yûsiv

23. îro, 14ê tîrmeha 2020an
Bûyer

1884 – Komara Kamerûnê bû mêtingeha Almanyayê.
1933 – Li Almanyayê Naziyan hereketên muxalefetê qedexe kirin.
1950 – Şerê Koreyê: Hêzên Korêya Bakur dest bi herba taejonê kirin.
1958 – Li Iraqê derbeyek kirin. Şahê Iraqê Faysala II'yem û serokwezîrê wan Nuri el Seîd hate kuştin.
1982 – Li zîndana Amedê, çend girtiyên PKKyî rojiya mirinê dan dest pê kirin. Tê de kemal pîr, mehmet xeyrî durmuş, elî Çîçek û akîf yılmaz jiyana xwe winda kir.
1987 – Li bajarên kurdan Walîtiya Herêma Awarte (OHAL) hate avakirin.
1993 – partiya keda gel (HEP) hate girtin.
2002 – Di Pîrozkirinên Roja Bastilleyê de ji serokkomarê Fransayê Jacques Chirac re xwestin ku sûîqestek bikin lê bi ser neketin. Jacques Chirac jê filitî.
2003 – Hikûmeta Amerîkayê hebûna "Herêma 51ê" qebûl kir. Tê gotin ku li wir UFO hebûn, paşê Amerîka li wir baregeha eskerî çêkiriye.
2007 – vîn tv, kanela muzîka kurdî dest bi weşanê kir.
Jidayîkbûn

1913 – gerald ford, fermandar, parêzer û siyasetmedarê amerîkî, Serokdewleta Amerîkayê ya 38em
1918 – ingmar bergmann, derhêner, hilberîner û senaryonîvîserê swêdî
Mirin

1954 – jacinto benavente, dramatîker û rojnamegerê spanî, xwediyê Xelata Nobelê



14.07.2020 01:03 | yûsiv

24. îro, 15ê tîrmeha 2020an
Bûyer


1099 – Di Sefera xaçperestan a yekem de artêşa xaçperestan Qudsê bi dest xistin.
1410 – Bi yekîtiya Mîrîtiya Mezin a Lîtvanya û Keyîtiya Polonya li hemberî Şovalyeyên Tîtonî li gundê Grunwaldê şer qewimî.
1799 – Eskerek fransî di sefera Misrê yê Napolyonê de gava ku kelek çêdikirin bi tesadufî, Kevira Rosetteyê yê ku bi sê zimanê hatiye nivîsin dît. Bi xêra vê kevirê nivîsa Hiyeroglîf were famkirin.
1840 – Di navbera İmperatoriya Osmanî, Keyaniya Yekbûyî, Prûsya, Împeratoriya Awistirya-Macaristanê û Împeratoriya Rûsî de Peymana Londonê hate îmzekirin.
1870 – Georgia, piştî Şerê Navxweyî Yê Amerîkî bû wîlayeta Konfedere yê dawîn yê ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re cardin hate qebûlkirin. Ev şer di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Dewletên Kondere yên Amerîkayê de derketibû.
1910 – Emil Kraepelin di kitêba we ya bi navê Psîkîyariya Klînîkî (Clinical Psychiatry) de ji nexweşîna Alzheimerê re navek dide, berî we hevpîşeya wî Alois Alzheimer jî navek li vê nexweşînê dabû.
1955 – Hejde alimên ku Xelata Nobelê hildabûn, li dijî çekên nukleerî deklarasyonek (Deklarasyona Mainauyê) weşandin. Paşê 34 alimên din jî beşdarê vê deklarasyonê bûn.
1997 – Slobodan Milošević, bû serokê komara Yûgoslavyayê.
2006 – Twitter dan destpêkirin, û di cîhanê de bû yek ji mezintirîn platformên medyaya civakî.
2016 – Do êvarê li Tirkiyeyê teşebbûsek derbeya eskerî hate kirin.
Jidayîkbûn

1904 – rudolf arnheim, psîkolog û nivîskarê alman-amerîkî
1918 – bertram brockhouse, fîzîknasê kenadayî, xwediyê Xelata Nobelê
1922 – leon m. lederman, fîzîknas, matematîkzanê amerîkî
1939 – aníbal cavaco silva, aborîzan û siyasetmedarê portûgalî, serokdewletê Portûgalê yê 19em
Mirin

1904 – anton Çexov, bijîşk, şanonivîs û çîroknivîsê rûs
1940 – eugen bleuler, psîkiyatrîstê swîsreyî
1951 – celadet bedirxan, siyasetmend, nivîskar, rojnamevan û zimanzanê kurd
1970 – eric berne, bijîşk û psîkiyatrîstekî amerîkî



15.07.2020 12:41 ~12:41 | yûsiv

25. îro, 11ê tebaxa 2020an

bûyer
1519 – ferdinand magellan bi pênc heb keştiyên xwe ji bo tûra xwe ya li derdora dinyayê ji herêma sevilayê bi rê ket.
1914 – Kruvazorên almanan yê bi navê Goeben û Breslaununê di şerê cîhanî yê yekem de gava ji fîloya îngilîzan direviyan ji Tengava Çanakkale derbas bûn û ilticayê Împeratoriya Osmanî kirin. Împeratoriya Osmanî jî ragihand ku ew, wan kirrîne.
1952 – huseyn bin telal bû şahê Urdunê.
1960 – Komara Çadê serxwebûna xwe îlan kir.
1972 – Şerê Viyetnamê: Yekîneya şerê erdê ya dawîn yên Dewletên Yekbûyî ji Viyetnama Başûr vekişiya.
2003 – nato fermandariya qewetên aştîparêz ya li Afxanistanê hilda ser xwe, di dîroka xwe ya 54 salî de cara pêşîn e ku li derveyî Ewropayê wezîfe digire.
2012 – Li nêzî Tewrêz, Îranê cotek erdhej çêbû. Bi kêmî 306 kes mirin, 3.000 kes jî birîndar bûn.
Jidayîkbûn

1894 – ernst angel, helbestvan, nivîskar, senarîst, weşanger û psîkoanalîstê awistriyayî-amerîkî
1946 – Óscar berger, siyasetmedarê guatemalî, serokdewletê guatemalayê yê berê
Mirin

2014 – robin williams, aktor û komedyenê amerîkî



11.08.2020 20:49 | yûsiv

26. îro, 12ê tebaxa 2020an
Bûyer

1877 – Astronomê amerîkî asaph hall, heyva gerstêrka Behramê Deimosê keşf kir.
1914 – Şerê Cîhanê ya Yekem: Keyaniya Yekbûyî ji Nemsa - macaristanê re şer îlan kir.
1927 – Li bolîvyayê 80 hezar kes li ber hikûmetê serî hildan.
1953 – Yekîtiya Sovyetan li Qazaxistanê cerribandina bombeya atomî kir.
1954 – Eskerên NY'yê ji Koreyê dest bi vekişandinê kirin.
1964 – Afrîkaya Başûr ji ber polîtîkayên xwe yên nijadperest ya li welat, ji lîstikên olîmpiyadê hate qedexekirin.
1981 – ibm (Şerîkeya Navneteweyî ya Makîneyên Karweriyê) kompûtera xwe ya şexsî a pêşîn pêşkêşê piyaseyê kir.
1992 – kanada, meksîk û dya diyar kirin ku hevdîtinên xwe yên ji bo îmzekirina Peymana naftayê ya pêşîn temam kirine.
2005 – Wezîrê Karên Derve yê srî lankalakshman kadirgamar, ji alî nîşanbazek ve hate kuştin.
Jidayîkbûn

1866 – jacinto benavente, dramatîker û rojnamegerê spanî
1887 – erwin schrödinger, fizîknasê awistriyayî, xwediyê Xelata Nobelê
1915 – charles hard townes, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin

1794 – maximilien robespierre, siyasetmedar û hiqûqnasê fransî
1827 – william blake, helbestvanê îngilîz
1955 – thomas mann, nivîskarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
1999 – can yücel, şaîr û nivîskarê tirk
2004 – francis crick, biyolog û fizîknasek îngîlîz



12.08.2020 11:48 | yûsiv

27. îro, 30ê cotmeha 2020an

1905 – aspîrîn li cîhanê cara pêşî derkete piyaseyê.
1918 – Li Çekoslovakyayê komarî hate îlankirin.
1905 – Partiya Komûnîst a Awistralyayê li Sydney hate damezrandin.
1922 – benito mussolînî bû serokwezîrê Îtalyayê.
1956 – Brîtanya û Fransa hişyarî da Îsraîl û Misirê ku ji Kanala Suweyşê derkevin.
1970 – Li Viyetnamê di encama baranên musonê de 293 kes mirin û 200.000 kes bêmal man.
1973 – Pira Avtengê ji aliyê serokkomarê tirk Fahri Korutürk ve hate vekirin.
1983 – Li Arjentînê piştî rejîma heft salan a leşkerî cara pêşî hilbijartinên demokratîk pêk hatin.
1983 – Li erzerom û qersê di encama erdhejê de 1330 kes mirin û 534 kes jî brîndar bûn.

Jidayîkbûn
1885 – ezra pound, helbestvanê amerîkan
1941 – theodor w. hänsch, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
1960 – diego maradona, futbolvanê arjentînî

Mirin
1910 – jean henry dunant, damezrînerê Xaça Sor û xwediyê Xelata Nobelê
2002 – jam master jay, rapvanê amerîkî
2012 – arjen arî, nivîskar û helbestvanê kurd



30.10.2020 15:08 ~15:09 | merwano

28. îro, 31ê cotmeha 2020an

1517 – martin luther li Wittenbergê protestanî ava kir.
1864 – nevada wekî dewleta 36emîn a DYAyê hate pejirandin.
1876 – Li Hindistanê bagereke mezin çêbû. Di encamê ji 200.000 zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da.
1984 – Serokwezîra Hindistanê indira gandhi, ji aliyê du leşkerên parêzker ve hate kuştin. Piştî vê alozî derket û di encamê de 10.000 bawermendên sîhîzmê hatin kuştin.
1985 – Prof. qanadê kurdo, pisporê zimanê kurdî jiyana xwe ji dest da.
1989 – turgut Özal, bi 263 dengan bû serokkomarê heştem ê Tirkiyeyê.
1992 – Li Zanîngeha Duhokê kursa pêşî hate vekirin.
1996 – Balafireke Brazîlê ya bi modela Fokker 100 li bajarê Sao Paulo kete xwar. Di encamê de 98 kes mirin.
2000 – Li Sîngapûrê balafireke bi modela Boeing 747 kete xwar. Di encamê de 83 kesan jiyana xwe ji dest da.



31.10.2020 00:56 | yûsiv

29. Bûyer
1917 – Împeratoriya Brîtanyayê bajarê Xazeyê dagir dike.
1944 – franklin delano roosevelt cara çarem serokdewletiya DYAyê bi dest xist.
1962 – Li Afrîkaya Başûr ji sedema derketina derveyî welat ya nelson mandela, pênc sal cezayê girtîgehê lê hate birrîn.
1982 – Li Tirkiyeyê makezagona dîktatorê tirk kenan evren bi hilbijartinê tê pejirandin.
2000 – george w. bush weke serokdewletê DYAyê hate hilbijartin.

Jidayîkbûn
1867 – marie curie, kîmyagera xwediya Xelata Nobelê
1879 – lev trotskî, siyasetmedar , fîlozof û şoreşgerê rûsî
1888 – c. v. raman, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
1913 – albert camus, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê



07.11.2020 17:08 | merwano

30. Îro, 25 mijdara 2020an

Bûyer

1667 – Li Kafkasyayê erdhejek pêk hat. Bajarê Şemaxî xera bû û nêzîkê 80.000 mirovî jiyana xwe ji dest da.
1703 – Bagera herî mezin a tomarkirî ya başûrê Brîtanyayê pêk hat. Di encamê de 9.000 mirov mirin.
1759 – Li Deryaya Navîn erdhejek pêk hat. Di encamê de ziyana mezin giha Bêrût û Şamê. Herwiha di navbera 30.000-40.000î de mirov mirin.
1936 – Almanya û Japonya, li dijî rejîma Bolşevîk peymana yekbûnê girêdan.
1960 – Xwişkên bi navên Minerva, Maria Teresa û Patria Mirabel ku wekî perperok jî tên bîr anîn, hatin qetilkirin. Her sê li Komara Domînîkê li dijî dîktatoriya Trujillo li ber xwe dabûn.
1973 – Li Yewnanistanê darbeya leşkerî pêk hat.
1975 – Sûrînam, bû welatekî serbixwe.
1992 -Parlemena federal a Çekoslovakyayê bi dengdanê biryar da ku welat di 1ê kanûna paşîn a 1993an de weke Komara Çekî û Slovakya bibin du dewlet.
1999 – Dadgeha bilind a cezayê ya nehê ya tirk, cezaya mirinê ya li ser rêberê PKK Abdullah Öcalan pejirand.
2000 – Li Azerbaycanê Bakuyê erdhejeke bi mezinahiya 7 a li gorî pîvana Richter pêk hat. Di encamê de 26 kes mirin.

Mirin

1950 – Johannes V. Jensen, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
1999 – Didier Anzieu, psîkoanalîstê fransî



25.11.2020 01:31 | yûsiv

31. Bûyer
1204 – Hêzên sefera xaçperestan a çarem, êrîşî bajarê Konstantînopolîsê kirin û bajar talan kirin.
1914 – Yekem filîmê rengdar ê bi navê Cîhan, şehwet û şeytan li Londonê hate nîşandan.
1948 – Rêxistina bi navê Irgûn a cihû li kampa Filîstînê ya bi navê Deir Yasisinê tevkujiyek pêkanîn.
1961 – Li Viyetnama Başûr Ngo-Dinh-Diem weke serokkomar hate hilbijartin.
1968 – Keşe û pêşengê tevgera parastina mafê mirovan Martin Luther King ê ku di 4'ê nîsanê de li Memphisê hatibû kuştin, bi merasîmeke ku 150 hezar kesî pêkhatî, hate definkirin.
1998 – Serokê baskê leşkerî yê Hamasê Muhyedîn Eş-Şerîf ji aliyê sîxûrên MOSSAD'ê ve hate kuştin.

Jidayîkbûn
1821 – Charles Baudlaire, nivîskarê fransî

Mirin
1626 – Francis Bacon, fîlozofê îngilîz
1936 – Ferdinand Tönnies, civaknas û fîlozofê alman



10.04.2023 18:34 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
belki ev jî bala te bikişînin
» îro xwedê mir.

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî