Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pablo neruda - tirşik
pablo neruda
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pablo Neruda helbestvanek ji Şîlî ye.

Di 12 Tîrmeha 1904 da tê dinê. Navê wî Neftalí Ricardo Reyes Basoalto ye. Ji ber ku gelek ji helbestvanê Çekî jan neruda hez dike navê xwe dike Pablo Neruda. pişt re ev nav dibe navê wî ya fermî. bavê wî li xeta trenê de karker, dayîka wî jî mamoste bû. neruda hê du mehî bû dayika wî mir.

1920 an de li kovara selva austral bi navê pablo neruda nivîskarî dike. di Sala 1924 da bi helbestên xwe tevlî pêşbirka wêjeya dibe û bi serdikeve. bi vê serkeftinê bûrs bi dest dixe û li zanîngeha Şîlîyê de dest bi xwendina wêjeya Frênsî dike. Piştî zanîngehê di rojnamevan de dixebite. di salên 1927-1935 an de li dewleta şîlî wek dîplomat li başûrê Asyayê û meksîkayê û îspanya de dixebite.

şerê navxweyî ya îspanya û mirina garcia lorca gelek bandor li ser wî dike. li îspanya û fransa yê tevlî komên komarparêza dibe.

Di sala 1949 da Partiya Kominîst a Şîlî yê de dibe senato. Ji ber ku serokê şîlîyê gonzalez videla rexne dike, dibe xayîn û ji Şîlîyê direve. diçe Arjantînê, Çînê, ssbc û li gelek welatên ewropaye digere. her tim li dijî faşîzmê bû. ji ber wê çepgir gelek ji wî hez dikin. Di sala 1952 ya da dîsa vedigere welatê xwe.

di 1971 an de xelata nobelê distîne. Di 1973 ya de augusto pinochet bi darbeyek leşkerî tê ser dewletê. mala neruda dide talankirin û pirtûkên wî dişewîtîne

Nerûda 23 Îlon 1973 de ji ber penceşêra prostatê diçe ser dilovaniya xwe. cuntaya şîlîyê derketine derve qedexe kiribû. lê dîsa jî bi hezeran mirov tevlî cenazeya wî dibin.

Berhemên wî

crepusculario, 1923
veinte poemas de amor y una canción desesperada, 1924
residencia en la tierra, 1935
españa en el corazón, 1937
los versos del capitán, 1952
odas elementales, 1954
nuevas odas elementales, 1956
tercer libro de las odas, 1957
estravagario, 1958
memorial de isla negra 1964, 5 cîld, Otobîyografî
confieso que he vivido, Bîranîn
incitación al nixonicidio y alabanza de la revolución chilena, 1973



19.04.2020 14:38 ~14:40 | xwelî li ser

2. helbesta wî ya bi navê "hêdî hêdî dimirin" gelek xweş e.



19.04.2020 22:28 | hespêsor

3. Filma ku beşek ji jiyana wê pêşkêş dikir ne xerab bû ku film bi 'Neruda' tê zanîn. Û min pirtûka wê ya "Bîst Helbestê evînê û stranek bêhêvî" xwendibû. Min gelek ecibandibû. di pirtûkê de bi awayekî xwezayî behsa laşê jinê dikir. Memik û qûn bi awayê çiya û zozanan e, nava wê gelîyek bêdawiye û navbera du çîpa bihûştek bi tehm e ûhwd. Yanê şoreşgerî û bi her awayê şoreşgerî *



20.04.2020 07:58 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pablo escobar

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarhlbstvn niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî