1. Bûye weke nexweşiyekê. Li ser hemû pilatformên înternetê mirov di parvekirinê de bi hev re ketine pêşbirkê. Di derbarê jiyana xwe de hemû kesî agahdar dikin û bêyî ku sedema wê bifikirin parve dikin. Belê li ser parvekirin û bikar anîna tora civakî gelek lêkolîn hatine kirin. Mînak mirov zêdetirîn çi parve dikin, Pirtirîn çi diecibînin, ji kîjan cûre parveyan hez dikin û filan. Lê belê sedema parvekirinê tu car nehtiye vekolîn. Gelo hûn fikirîne bo çi mirov parve dike? Bo çi dixwaze herkes bi jiyana wî bihese? Bo çi dixwaze mirov li wî binehêrin? Bo çi dixwaze mirov wî guhdar bikin? |
|
01.05.2020 17:27 |
tîrêj zana 21
|
2. ji ber ku eger parvekirin tunebûya wê tehm û wate û qedrê tu tiştî tunebûya. bifikirin ku hûn li giraveke îzole ji hemû dinyaya mayî dijîn, we çi bivê li ber destê we ye, lê kesî hay ji we nîne. trajediyeke çi qas mezin?! fors, teşhîr û gelek tiştên din yên li ser parvekirinê ku wek qibhetekî tên dîtin parçeyek ji xweza û fitrata me mirovan e. di hedîseka qudsî de ji bo xwudê dibêje gencîneyek bû xwest bê zanîn ji loma mirov afirand. em jî ew mirovên ku xwudê ji ruhê xwe pif kiriye me dixwazin bi awayekî bên zanîn. hin kes vê ajoya xwe ya prîmîtîv bi awayeke profesyonel vedişêrin hin kes jî nikarin. |
|
02.05.2020 00:16 |
endazer
|
3. Ji bo Xilasîya ji tenêbûnê, ji tunebûnê |
|
02.05.2020 00:26 |
afa
|
4. di xeyseta mirovan de heye ku xwe nîşan bidin, bibêjin va em jî hene li vir in, xwedî hest û fikrekê ne. |
|
02.05.2020 13:58 |
henûn
|
5. Her tişt derbarê popûlîzmê de ye.Bi ya min hin mirov ji bo berjewendiyên baş hin jî bêzanebûn parveyan dikin. |
|
02.05.2020 14:04 |
brzn
|
6. çima nekin? yanê em a niha çima li vir tiştna parve dikin? mîrov dixwaze ku hisê xwe, fikrê xwe, derdê xwe, kêfa xwe, geryana xwe, werhasil pir tişt hene ku mîrov dixwaze ku wan parve bike. lê tiiştek girîng heye ku yê ku tişten zêde û vala mîna ku dinyanedîtînî parve dikin. mîna ku: şîva xwe parve kirin, ji bo forsa xwe kirin.. |
|
02.05.2020 19:54 |
vîta
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |