1. nivîskar, fîlozof, femînîst a fransî. simone de beauvoir di sala 1908'an de li parîsê çavê xwe li dinê vedike û di sala 1986'an de li heman bajarî, piştî jiyanek têr û tejî jiyana xwe ji dest dide. simone girîngtirîn teorîsyena femînîzmê ye. wê, pergala kapîtalîst a bavsalar bi awayek radîkal li ser hîmên aborî, civakî, siyasî rexne kirye û ji bo wekheviya jin û mêr a pratîkî nivîsye û têkoşaye. di pirtûkên beauvoir de tesîra bûnewerî [existentialism] a jean-paul sartre tê dîtin ku sartre hevrê û hezkiryê wê bû. (bnr: evîna sartre û simone de beauvoir) |
|
25.05.2020 18:50 |
hespêsor
|
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20] |
|
dopamîn [1] |
|
sendroma kluver-bucyî [1] |
|
sendroma eisenmenger-î [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |