Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê - tirşik
15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
(79) (0) (4)
di mijarê de bigere

41. Erê tîrêj li peyamên xwe yên taybet binêre, wê baş be



15.11.2020 14:17 | simurg56

42. Civîna ku niha bi dawî bûye. Em hemu li wesayitên xwe siwar bûn û ber bi mal de diçin. Ji bo şîrove û analîzan li bende bin*



15.11.2020 18:03 | tîrêj zana 21

43. Bi kîjan hişê aqilê xwe bi malavayê ferhenga şikestî itibarbûm min got min bibe li otogara navçeyê deyne min jî jibîrkiriye ku farqîn bajarê mezine divê min bive otogara nu.. herwiha nêvî peyatî nêvî bi erebeyê me bir me peyakir ez li derdorê xwe dinihêrim ez dibêjim ez li kuderê me ez li balefirgehê me * pir ne fikirîm min xatir ji wî simurg 56 xwest em çûn hindirê otogarê min pirskir erebeyê farqînê li vir radibin an na mêrik dubare kir farqîn? Got na bavê min tuyê li erebeya navbajêr siwar bibî tuyê li vî alî û li wî alî herî werî *.. min jî bilez tirêj, yusiv û mêvanê wî/me xapand min got erebeya min ji vir radibe xatir xwest bira biborin minê yusiv verêbikira hê biçûma lê limin derengbû min nezanî ew deşta ferhenga şikestî min danî kudere? niha bê qeza û bela li seyrantepeme pişta xwe daye dîwar peyam dinivîsim erebe li kuderê be wê were



15.11.2020 19:01 | shorbevan

44. Bi sax û silametîyê gihîştim malê. Ne problem e lê birêz shorbevan ji me zû qetiya. Ê ku temenê wî mezin ew bû divê min û tîrêj zana û hevalê wî siwarî erebeyê kiriba û heqê rêya me dabûna. * paşî jî ji me xatir xwestibûna. *



15.11.2020 19:55 | yûsiv

45. cîvana ku bi silametî qediyaye, her çiqasî ez nehatibim jî helbet xweş derbas bû ye *

di dîroka tirşikê de cîvînên ku li amedê pêk hatine:

-22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
-22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
-10.08.2015 sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
-11.02.2017 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
-15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê

tişta ez meraq dikim, di sala 2015 civîna yekemîn xuya nake, tenê duyemîn û seyemîn xuya dike..



15.11.2020 20:19 ~20:19 | merwano

46. civînek xweş û samîmî bû.
(civîna ewil ya amedê ev e, li jor hatîye pirsîn; 22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê)

beşdarên civînê simurg56, kajav, yûsiv, rizgarm, tîrêj zana 21, shorbevan, ferhenga şikestî, berîvan bûn. ji xeynî wan jî 2 mêvanên ji derveyî tirşikê hebûn.
du wêneyan parve bikim;
Here lînkê
Here lînkê

min piranîya van hevalan nû dîtin. ya rast min tenê ferhenga şikestî dîtibû berî niha. ez û ferhenga şikestî me nifşa ewil ya tirşikê temsîl kir. em dikarin bêjin shorbevan jî nûnerê nifşa duyem bû. yên din jî ji nifşa nû bûn. yanî civîn, di navbera van nifşan de bû pirek. hevalên ku ji rêveberîya tirşikê û moderatoran aciz bûn, bi goşt û xwîna xwe, em dîtin.

heta ku mirov hev û din nebîne, ji bo hev tenê karakterek xeyalî/dijîtal e. lê dema mirov hev dibîne êdî ew nasek e. ango me îroj nû hev û din nas kir. jixwe destpêka civînê naskirin bû. herkesî navê xwe yê tirşikê aşkere kir. heçko behsa tiştekî wisa hatibû kirin lê belê kesî xwe veneşart. û ji ber ku em di odeyek cihê bûn, ne pêkan e (weke caran) nivîskarek me hatibe û ji dûr ve em temaşe kiribe * kesên xwestin an jî dema mijar vebû, hinekan navên xwe yên rastîn jî aşkere kirin. me wek polîsên tirkan gbt nekir, loma di derbarê hinekan de gelek agahî aşkere bûn, derbarê hinekan de hindiktir.

civîn li xana hesenpaşa bû.
weke civînên din, di vê civînê de jî rojevek dîyarkirî tune bû. em ji tirşikê ketinê ji wêjeyê derketin. ji wir têketin bajarê amedê û ji nazim tolhildan derketin. bêguman mijar tê û diçû dihat ser zimanê kurdî. bingeha hemû meseleyan jixwe ziman bû. bifikirin ku di serdemek wisa de, me tenê 1-2 deqe behsa koronayê kir. li ser sîyasetê jî em gelek kêm sekinîn. me hema tenê tûrek avêt dora wê û tewaf kir û xelas.
mijarên ku me behs kirin: rewşa sîyasî ya gelê kurd, kurmancî û zaraveyên din, devokên kurmancî, nîqaşên berê yên di tirşikê de, dîroka tirşikê, wêjeya kurdî, wergerên kurdî, hunermendên kurd yên egoîst, yên ne egoîst, zarok tv, Zinarê Xamo, wergera fîlmên kurdî, daxwaza berîvanê ya vekirina malperek ji bo sînemeya kurdî, festîvala/kampa tirşikê, şevên temaşekirina fîlmên wergerandî û hwd.

nivîskarên ku me gunehê wan kir stûyê xwe: endazer, biruya hayo miyazakî, brusk56, azadixwaz, nazim tolhildan, dijber, hola êzîda, feqiyêteyran, hespêsor, xendekî, ezxeyic, endazyar, mergehez, cinorek, berxweda, gumgumok, brzn, gulêê, elaziz izzetpasa camii, ciwan, hozan serhad û yên niha nayên bîra min.
tişta ku him ez pê şaşwaz bûm him keyfa min jî jê re hat û him jî hinekî pê xemgîn bûm ew bû ku nivîskarên nû, haya wan hema bêje ji van hemû nivîskarên jor yên kevin hebû. pê şaşwaz bûm çim kî îspat dike ku çawa li dû dîroka tirşikê ketine, keyfxweş bûm ji ber ku ev nîşan dide ku nivîsên me yên kevin jî hê tên xwedin; pê xemgîn bûm ji ber ku niha zêde tişt nayên nivîsandin, nivîskarên nû xwe avêtine bextê paşerojê.

em klasîka xwe jî bînin cih:

ferhenga şikestî: bi hatina wî gelek kêfxweş bûm. kurmancîya wî û bilêvkirina wî wer xweş e ku propagandaya iyi partîyê bike jî mirov pê aciz nabe. ku nehata, wê civîn ewqas xweş nebûya.

yûsiv: nivîskarek gelek ciwan e. ciwantirînê me bû. lê çavên wî dibiriqîn. wek xortekê gelek dilxwaz û jêhatî xuya dike. zêde neaxivî lê gelek bi baldarî guhê xwe dida civatê. carina li ser lênûska xwe notên biçûk jî dinivîsîya. hêvî dikim ne fîşkirin lê ji bo şîroveyên xwe be * keyfa min gelek jê re hat.

shorbevan: me paşerojek heye bi hev re lê ev cara ewil e dibînim. yekî gelek camêr e. ji ber vê camêrîya xwe, hema bêje hîç neaxivî. piştî civînê me bir danî otogara navçeyan lê wer xuya ye xeletîyek çûbûye. xwezî li me bigerîya, em ê lê vegerîyan :(

tîrêj zana 21: organîzatorê civînê jixwe ew bû. hinekî tevlî civatê bû lê zêde kûr neçû. min hêvî dikir dora axaftinê nede me lê wisa nebû. qey xwe ji bo civînek din hildide. ji bo keda wî, wî pîroz dikim. bona ku di derbarê wî de hinekî din binivîsim, divê em bi hev re tevlî çend civînên din jî bibin.

kajav: tu mantiqa wê tune lê belê min kesek mezintir texmîn dikir. xortek nestêle derket. xwîngerm bû, dema bêdengîyek çêdibû mûdaxaleya xwe dikir.

rizgarm: nivîskarek gelek xwîngerm e. civata wî xweş bû, rûken e û enerjîya xwe bi derdora xwe re jî parve dike. 2 hevalên xwe jî bi xwe re anîbûn. dîyar e ku reklama tirşikê li her derî dike û xelkê dide zorê jî. hevala ku bi xwe re anîbû, qaşo wê di nava 3 salan de bibûya nivîskara tirşikê lê bi berxwedana me û wî, ev 3 sal bûn 3 meh, paşê jî bû 3 heftî. wek di vê vîdyoyê de jî tê gotin: ji kerema xwe berdewamka, ez qurbana te berdewamka



berîvan: tekane nivîskara jin bû. ji nivîskarîyê zêdetir bi wergerên xwe yên fîlman alîkarîya tirşikê dike. zarşêrîn û sempatîk bû. jîyana wê tev mijûlahîya bi zimanê kurdî ye. ji gelê me re teqrîbî 10-15.000 fîlan ji van jinan lazim e. xwedê hejmara wan zêde bike.

civîna me bi kurtî wisa bû. min gelek keyfê jê stand. nizanim ji ber kelecanê bû an ji ber şermê, carinan bêdengîyên kurt diket civatê. em her yek ji derekê hatibûn û piranîya me hev û din nas nedikir, ez dibêjim qey ji ber wê bû. aqûbet serê hemû tirşikvanên din. bila her tirşikvanek herî kêm carekê tevlî van civînan bibin.



15.11.2020 21:57 ~22:02 | simurg56

47. Civîna ku bi kêfxweşî derbas bû. Ez û hevalekî(mêvan bû lê xwudê hez bike ewê jî bibe tirşikvan) xwe em ji bismilê hatin civînê. Berî civînê demjimarek zû hatin û me go em herin mizgefta mezin hinekî bigerin. Em ketin hewşa mizgeftê min dî remezan xoce xelkê li dora xwe civandiye û we`za dide. Werhasil me guh lê nekir û me li mizgeftê geriya û çend wêneya kişand. Tu nebê shorbevan jî li hewşa mizgeftê li xoce guhdar dike. Nêse berî civînê nîv demjimarî em çûn xanê û me ji bo civînê cih eyar kir û em lê rûniştin. Min dî camêrek bejnzirav û maskeya ber devê wî amedspor ji pêşber de tê. Min wî naskir ku ew shorbevan e. Min destê xwe lê rakir û xêrhatin tê da. Piştî em rûniştin, min dî shorbevan dibêje " hûn jî tirşikçîne ne ûsa?".Hîn were me diaxivî, min dî yûsiv li min geriya. Ew jî ji êlihê dihat û cihê civînê nas nedikir. Ez çûm pêşiya wî û min wî anî cihê civînê. Paşê kajav û rizgarm digel hevaleke jin( mêvan) beşdar bûn.

Werhasil cihê me hew hebû li ser wan maseka, xwudiyê kafeyê me xiste cihekî ûsa weke şikeftê bû. Cihekî girover û jora wê qubbe bû. Herhal berê cihê razana bazirgana bûye. Piştî hinek em rûniştin vêga simurg56 û ferhenga şikestî jî hatin. Talî jî berîvan beşdar bû.

Axir em tevde rûniştin û 2 demdank çayê me jî hatin û civat germ bû. Pêşî bi hevnasînê me destpê kir. Ji xwe min hingî peyamên shorbevan, simurg û şikestî xwendibûn kêm-zêde min zanibû kesên çawa ne. Ji xwe min wêneyê her sê ya jî dîtibû. Loma berî ku simurg û şikestî werin, kajav xwe wekî ferhenga şikestî da nasîn. Paşê min fêm kir ku ew ne ewe û min lîstika wî xera kir. Lê shorbevan jî zanibûye lê deng ji xwe dernedixist. Paşê civat germ bû. Gelemperî ferhenga şikestî, simurg û berîvan diaxivîn, me jî guhdar dikir.

Ferhenga şikestî: xwudê jê raziyo civatê xweş kir. Hama bêje tevî nivîskar û hunermenda nas dikir. Ji xwe behsa hin kesan dikir, min nizanibû ew kîne jî. Bi saya wî min asta xwe ya hunera kurdî fêr bû. Ji ber min wêneyê wî dîtibû û şîroveyên derbarê wî de yên civînên berê xwendibû, zêde lê mat nemam.

Simurg56: heç wekî ez wî 10 sal e dinasim ji min re hat. Bawerim hingî min peyamên wî xwendibûn min dizanî ku derbarê tiştan de çawa difikire. Loma jî ji min re nas dihat. Camêrek dilsoz û samîmî ye. Bi aramî û zimanek xweş diaxive. Bi axaftinê xwe ewlehiyê dide mirov.

Rizgarm: camêrek qeşeng e. Pir enerjîk û bi kêf bû. Car caran wî jî civatê xweş dikir. Dema nû hat min go qey kajav ew e.

Kajav: camêrek rûken bû. Nizanim çima lê min jî digo qey temenê wî mezintir e. Em herdû jî xwendekarê heman beşê derketin.

Yûsiv: beşdarvanê herî temenbiçûk bû. Ew jî Zêde neaxivî. Pirsên lê hatin kirin, bersivand û hew. Ji ber jêhatîbûna xwe teqdîra hemû tirşikvana stend e. Di nav ewqas dersên xwe de û nezanbûna rê dîsa jî beşdar bû. Camêrek qeşeng bû. Kêfa min gelek jê re hat. Hêviya ku em beşdarî gelek civîna bibin.

Shorbevan: camêrek bêdeng bû. Heya pirs lê nedihat kirin nediaxivî. Xwe xistibû quncikê û cixare li ser cixarê dikişand. Wî hundir di dûmanê de hiştibû* piştî em bela bûn û çûn otogara navçeyan, ji me qetiya û got ezê herim erebeya xwe, lê vê taliyê pê hesiyam me xapandiye. Çuye otogara din.

Berîvan: jineke devliken bû. Bi hatina xwe sînerjiya civînê guhert. Ji ber zêde nanivîse, di derbarê wê de tu agahiyên min tune bûn. Lê xwe gelekî da naskirin. Jineke gihaştî dixuye. Min hêvî heye şîrove û zanînên xwe li tirşikê jî bar bike.

Min gelekî ji civînê hez kir. Lê hingî telefon ji min re hatin, nehiştin xweşik ez jî beşdar bibim. 7 cara li min hatibû gerîn. Min dixwest biaxivim lê mijar pir zû diguherîn. Dîsa jî guhdarkirina tirşikvana jî xweş bû. Pêşniyarî hemû tirşikvana dikim ku bila tevlî civînekê bibin. Heya mirov hevûdû rû bi rû nebîne, li ser înternetê tenê weke nickek dixuye. Piştî ku mirov hev dibîne, bêjtir li hev germ dibe.



15.11.2020 23:17 | tîrêj zana 21

48. Civînên ku tirşikvan lidardixin a dûyemîne ku ez bê çist û pist beşdar dibim yanî tenê mûç gohdardikim. Nizam gelo ez tevlî civata nebûme an ditirsim peyvek tirkî tevlî axaftinê bikim an hinek şermokim qaşo an di civatek heta mezinek hebe gotin nedihat ser biçûka ji wîye(sucê xwe biavêjêm ser mezinan) an jî mijar ne ligorî min bûn (hingê mijar pirbûn heta îro di tirşikêde di dora 20 hezar mijar û 30 hezar jî peyam hatine vekirin û nivîsin.. mijar û peyamên vê civînê ji tevahiya wan bêhtirbûn dîsa pirahî yê simûrg56 bûn * ez mereq dikim rebenê yusiv kîjanî li lênûska xwe barkir kîjanî hişt*) an jî ez hinek mirtiviya bikim kesî behsa tenekeya rûn çûye li 220 milyonî asê bûye nekir yekî behsa torbê şekir yê bist kilo 100 milyon derbaskiriye nekir min ki şekirê li ser maseyê dinihart min digot ezê berîka xwe tije bikim cardin dora min ne valabû : ) ew axînî û kizînî heta saxvim wê ji nava dilê min here.. di civînêde tenê hevalê kajav got divê kurdên dewlemend piştgirî bidin tirşikvana serê peyamê pakêtek miqarne bidin wan jibû çalakbin tiştê min ji civînê fehmkir ev bû * Hevala bêrîvan jî zanibû binê simurg 56 şile digot rexne lê nebin ez qebûl nakim* wekî din devê kî di libiya shorbevan tu çawayî, çima na axivî, shorbevan tu çima êdî ne çalakî.. kes nabêje shorbevan lawo tu têrî birçîyî? çay û çaydankên xur û xalî dane ber shorbevan di diya meznê shorbevan niyane nizanin hê li ser xurîniya sibehêye.. jiminre behsa mala bedirxana mala paşazade, zarok tv, koma wergera tirşikê, zinarê xamo, birayên simurg56 yên tirşikvan, kirê kurê ferhenga şikestî * û çil û çar ziman zanina wî, erxenî,çolemêrg siwêrek..,kurdî, pirtûk, wergerî, tirşik, darînê daryo .....* Ger ez di tirşikêde çalakbim wê zarok tv û tirsik.net a jimin birçîtir, û darê darînê daryo min têr bike? * herwiha henek û qeşmerî li dera hanê berê ez çûm min li ulucamiyê limêjkir.. dûre em çûn xana hesen paşa li hember menzereya behrêbûn, qebe qeba kewa, dengê şalûl û bilbila, li nav baxçeyê gulan.. : ) ez jiber xatirê tirşikvana nas bikim bi naskirina wan kêfxweş, memnûn û profila wan binhiş bikim ez tevlî civînêbûm û wisa bû mêvanên me yên li gorî hêviyan wê di demek nêzde bibin tirşikvan jî em bi beşdarbûn û naskirina wan wan jî şad û bextewar bûn. Min çavê xwe li hozan serhed, û gumgumok, gulê jî digerand lê çavkor û nerijiyayî dima, hevalê rizgarizm jixwe qûşxanelî bixwe bû ez pir li quşxanelî negeriyam maşellah ew jî pit pit pitt *
û
Jibû çiqolatayê ber diranê min yê qul tije nekir jî spas

Û didawiyêde ez çûm malê min (bnr: pîçik)a xwar û hesab da malê *
Û
Û niha piçek be jî analîzên min kir dikim peyam jiwere dişînim
Û
Bimre dem kurtî
Bijî pêşeroj *



15.11.2020 23:38 | shorbevan

49. 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê/128211 belê di vê civînêde birayê me yûsif mafdare min wî nebir dananî malê * lê divê ez bi lez bigihîştima malê an yê min jî wekî yê wî hesab girantirdibû * ez zewicandîme roja ez ne xebitim divê ez melê mexrebê hê azan nedabe li malêbim * ji xeynî wî jî ez li wê çola xwedê fikirim ezê xwe çewa bi kîjan erebe di kîjan demêde xwe biavêjim seyrantepe an otogarê.. dûre hat hişê min lê disa tu û tîrêj ketin bîra min jibîra min neçû, paşê ez fikirim ku hevalê tîrêj serwexte wê te verêke û min te bi tenê nehişt me rezîl nekî *
(bnr: hep sonradan) gelir aklim başima



16.11.2020 00:16 ~00:15 | shorbevan

50. Civîna ku ez jî li pêy hezar zor û belayan tevlî bûme ye. Belê, hêjayê kişandina van asteng û zehmetiyan bû. Bi raya min li gel çaya qaçax û çoqlatê swîsreyê civînek xweş hate lidarxistin. Lê xwezî heval hemû tevlî axaftinan ba. Suhbet di nava 3-4 kesan de dimeşiya. Hevalên din hebekê bi bêdengîyên xwe li qeraxê civînê man. Dîsa jî min gelek sûd jê wergirt û ji xwe re çend nîşe girt;
-divê meriv ji rexneyan nereve û ji rexnekirinê netirse.
-xeyd û pingirrandina di tirşikê de tiştek ne gorî aqilane*
-li tirşikê zêdetir, di jiyana rojane de tu bi çi karê ve mijûlî (çi bi awayê pisporî çi jî bi awayê amatorî) di derheqê wan de binivîse.


Û em hatin meseleya pere. nêzî dawiya civînê min hew xwe ragirt û diviyabû ez biçim tuwaletê. Wer jî di huşê min de dengê "hahoo, niha dê bêjin ew çikûsê birûya hayao miyazaki behs dikir ev e" olan dida, ji ber hingê ez bi lez û bez çûm û hatim. Neyse em piçekî din jî rûniştin lê dîsa jî nehiştin pere ji bêrîka min derkeve. Hemû heval comerdê ser pozê xwe re bûn*

Bi rastî jî mîna hevalan li jor jî gotiye, ji bo ku ev navana em bi hestî û goşt bikin divê civîn û hevdîtin teqez hebe. Bêhtir him li tirşikê him li tirşiknûsan germ dibin û bi qewlê wêranşariyan "bala meriv li dinê tê*" ji bo hemûyan sipasiyên xwe yên bêdawî pêşkêş dikim û heke gotinek mina kin dirêj çêbûbe biborin û her mayînde û çalak bin*

Êêêê, û kekê shorbevan re di hevnasînê de min got ziman dirêj, min hindik gotiye weleh şonik û şimik tev gû xwarine li ber zimanê te **



16.11.2020 02:57 ~03:08 | rizgarm

51. Dem: 15.11.2020 saet 14 û nizanim çiqas

Dawîya civînê: 15.11.2020 saet 17 û nizanim çiqas

cih: li xana hesenpaşa

Kesên ku beşdar bûn: tîrêj zana 21, shorbevan, yûsiv, kajav, rizgarm, ferhenga şikestî, simurg56, bêrîvan û du heb mêvanên din.

Niha lênûska min li ser çoka min e û li benda vexwendina min e. Pişta xwe dame balgîfê destê min de çaya min. Lênûskê dinêrim û dest nivîsê dikim.

Ez di nav hezar zorî û viran de tevlî civînê bûm. Tiştê dizanim ê herî dûrtirîn ez hatim. Ji bo min kelecaneke xweş bû. Min serê hevalê tîrêj zana 21ê pê êşand. Spas ji re ku her tim telefonî min dikir û digot li ku derê yî. Jixwe Dikarim bibêjim ku bi saya wî tevlî vê civînê bûm. Me derva hev dît û derbasî Xanê bûn. Li wir min birêz shorbevan dît gupa gupa dilê min bû. Paşî hevalê kajav, rizgarm û hevala wî tevlî me bû. Cihê me gelek teng bû ji ber wê em çûn cihekê xweştir û bêdengtir. Li wir me hev nasî. kî kî ye û ji ku derê hatiye felan. Lê birêz kajav cara ewil xwe wekî ferhenga şikestî da nasîn. * û ew min dinêre û dibişirî. * paşî boss simurg56, ferhenga şikestî û bêrîvan hat. Wê demê me dîsa hev nasîn. Min wê demê fêm kir ku kajav bi henekî gotiye ez ferhenga şikestî me. Hêvî dikim min şaş fêm nekiribe. *

Li bal min birêz shorbevan rûniştibû û bêdeng bû. Çayê danîye li ber xwe û vedixwe û vedixwe dibe ku 10 qedeh vexwaribe û behsa şekira nakim gidî şekir nehişt. * jixwe qala jî cixarê nakim. * ji bilî wê Hin cara tiştina digot û kena min dianî. Pêşî çavê xwe xist cakmaqê ferhenga şikestî piştî ku ferhenga şikestî fêm kir destê xwe bes avêt, paşî jî çavê xwe xist niftika rizgarm. Dema çavê rizgarm wek Beqa vebûn bawer im tirsîya êdî destê xwe neavêt tiştekê. *

Civîn dest pir kir û ketin di nav mijaran. Gelemperî axavtin xweş berdewam kir lê hin cihan de bêdengî çêdibû lê ew jî xulekekê derbas nedikir. dema ferhenga şikestî dipeyivî mirov dixwest tenê guhdarî bike. Lê kî dipeyivî ez shorbevan, tîrêj zana 21 me tenê guhdarî dikir. * Gelek mijar hatin axavtin Ji bişaftinê dest pê kirin ji alî babacan derketin ji wêjeya kurdî ketin ji tirşikvanên provakator derketin. min tev mijara li ser lênûska xwe nivîsîye. Wisa wilo wiha hem hatin dawiya civînê. Piçekî meşiyan kajav, rizgarm û hevala wî ji me veqetîya. Em siwarî erebeya simurg56 bûn me danî otogarê piştî xatirxwestinê her kes siwarî erebeya xwe bû û çû...

mijarên ku hatin axavtin
li gor rêzê

bişaftin asîmîlasyon, zaza, zazakî, hevalên mêvan, çima ferhenga şikestî wergera pirtûka nake, tirşikvan çawa bi tirşikê hesiyan, malperên ku qala tirsik.netê kirine, daxwazîya trt kurdî jî bo tirsik.netê bike xeber, tirsik.net şirketa malbatî ye * , azadixwaz, brusk56, berxweda, Êzîdî, hola ezîda, civînên berê, Avantajên tirsik.netê, qedexeya dîtina peyamên siyasî, arşîva tirşik.netê, kesên ku tirşikvanan tehdît kiriye, wergera fîlman, suc û ceza, pirtûkên ku ji tirkî hatine wergerandin, zarok tv, nifşa zyê, hdp, guherînên piştî sala 2015a, ali babacan, ciwanên kurd piştî vê mijarê bêdengiyek çêbû..
Ekşi, moderatorên tirşikê, mala bedirxanîyan, mala Cemîlpaşa zade (li vê derê birêz ferhenga şikestî behsa gelek tiştên dîrokî kir), kubar bûna ziman, pênaseya kubariyê, îstatîstîkên tirşikê, akademîsyenê tirk ê ku fêrî kurdî bûye, kurdên dîasporayê, joe biden, derdên xelkê Îskandînavyayê û derdên kurdan, şaredarî, Gever, Colemêrg, çima xelkên Colemêrgî û Geverî ji hev hez nakin, di nav keçikên kurdan de kêm axavtina kurdî, hunermendên ku ji xwe re dibêjin hunermend, Şener Özmen, ji bo pîyasê nivîsandina pirtûkan, kêm axaftina kurdî, Serpêhatîyên ferhenga şikestî û hwd.

Mijarên ku piştî civînê hatine axavtin:
Buhayê Tenekeya rûn, buhayê torbeya şekir. *

Derheqê nivîskaran çi difikirim:
ferhenga şikestî: mirovekî zana, jixwebawer û qeşeng e. Dihat xuya ku hişê xwe daye ser doza kurdî û jiyana wî bi xwendina pirtûkan derbas dibe. Gelek cihên kurdewarî de xebitîye û mirovekî nas e. ji bo hevnasîna wî gelek bextewar im. Û dikarim vê jî bibêjim Nivîskarê ku herî dişibimê jî ew bû.

simurg56: wekî bossa bû. Bi axavtina wî dihat xuya ku mirovekî qedr bilind e. Wekî ku endazer jî gotibû wekê çakûyên swêdê ye.. bi kêrî her tiştî tê û bi her karekî ve radibe. Tiştên ku dike gelek xweş û bi wate ne. Bi rastî pirr kêfxweş bûm.

bêrîvan: tirsikvan e lê ne nivîskar e ji ber wê nikarim zêde tiştina bibêjim. Tiştê ku min dît mirovekê dilnizm kubar û xweşaxêv e. Dema behsa karê xwe felan dikir gelek xweşa min diçû. Gelek karê ku têkiliya wê bi kurdî re heye de xebitîye. Wekî birêz Simurg56 jî gotiye ji gelê me re teqrîbî 10-15.000 fîlan ji van jinan lazim e. *

rizgarm: mirovekî karîzmatîk bedew û qeşeng e. Gelek xwîngerm û sempatîk bû. Hin cara behsa serpêhatiyên xwe yên ecêb dikir. Potansîyeleke mezin li cem wî heye. Hêvî dikim vê potansîyelê ji bo kurdî xerc bike. * Dema em ji hev veqetiyan ji min re got îro bibe mêvanê me, bi vê gotina xwe dilê min şa kir. *

hevala mêvan: gelek sempatîk û xwîngerm bû. Çiqas li min dinihêrî dibişirî wekî bi çavên xwe bi min re diaxivî. * zêde xeber neda. Lê hin caran tiştên xweş digot û me da kenandin. Bi nasîna wê kêfxweş bûm.

kajav: gelekî dilê min rehet dikir. Hin caran Li min dinêre û dibişirî. * Mirovekî xwîngerm, sempatîk û qeşeng bû. Enerjîya wî gelek baş bû. Tê xuya ku dixwaze tişta bike. Hêvî dikim û ew ê bike jî. Zazakîya wî ji kurmancîya wî baştir bû ji bo axavtinê dibêjim. Tim digot pratîk hindik e pratîk. * gelek pê kêfxweş bûm. *

tîrêj zana 21: çiqas spasiyê li hemdê wî bikim hindik e. Ji hatinê heta çûyine alîkariyê min kir. Serê wî pirr êşandim min bibexşîne. * mirovekê dirêj û jêhatî ye. Zêde xeber neda lê tiştê dihat xuya gelek hêjayî naskirinê bû. Dilê min pirr xweş e ku em hevdu nas kirin. Xweyê potansîyeleke mezin e dizanim ku ew ê pêşerojê de gelek tiştên kêrhatî pêşkêşî me bike. * û gotina xwe neanî cih ji ber wê hebkî ji aciz bûm. Ka hûn ê ders dabûna min. ^^

shorbevan: gidî shorbevanê ku di tirşikê de dinivîse li ku yê ku hatibû civînê li ku. * wisa dilnizm û Rûken bû ku dema mirov li dinihêrî kêfa wî/wê dihat. Civînê de herî zêde vê hevokê bi kar anî ew jî du cara got * min mala xwe xira kir ku zewicîm. *
Dema otogarê de dîsa klasîka xwe kir.* bi nasîna wî kêfxweş im û ji bo min bir WCyê Spas dikim.

Û yûsiv: ez rebenê xwedê 3 heftiye ku nexweşiyeke qambax derbas dikim roja civînê jî serê sibehê jî êş dest pê kirin lê min got ez ê teqez tevlî bibim. Di civînê de çima zêde dengê min derneket yek ji ber nexweşiyê bi rastî hin cara pirr êşiyam ya duyem jî ji ber yê herî biçûk ez bûm hebkî min eyb dikir. * ji bo min civîneke gelek xweş û hêja bû. Qet ne poşman im ku di nav ewqas zorî û virê de hatim.

* min Navê nivîskara li gorî zêde axaftinê rêz kir.

nivîskarên ku bi nivîskî hene:
Şahê me shorbevan e, welîahtê wî tîrêj zana 21 e û ez im. *


îstîxbarata tirşikê:
* Simurg56, azadixwaz, berxweda, brusk56 tev birayê hevê ne.
(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



16.11.2020 13:37 ~15:14 | yûsiv

52. We her kesî bi nickname'a wan nivîsîne xêyn ji bêrîvan. *

Nizam nickname'a wê çi ye? *



16.11.2020 22:04 | xelîl

53. Civîna ku bi kêfxweşî derbas bû. Hevalên ku nikaribûn ji mêrdînê tevlî civînê bibin ji wan re dibêjim; roja şemî 520 km ji Amedê dûr bo civînê ketime rê * helbet tenê ne ji bo civînê bû min mala xwe bar kirî êdî li wan deran im.

Di serî da me xwe negihişt organîzatorê civînê. ji ber roja yekşemê xan tije bû min nizanî çi bikim di vê navberê da rizgarm geriya min xwe ji tenêtî xilas kir. Piştre me hevdû dîtin.

Hevalên ku temenê min mezin texmîn dikirin min şaş nekirine min jî gelek kesan ji xwe re mezin texmîn dikir. Berê hatina ferhenga şikestî, simurg56 û berîvan dibêm qey mezinê civînê ez bûm. Heta min xwest serekiya civînê jî bikim. Lê bi hatina wan min Dengê xwe birî, rêz li ber wan girt. rizgarm gava temenê xwe ji min re gotibû gelek şaş ma bûm her wiha tîrêj zana 21 jî wilo min şaş hiştibû.

Civîn bi hevnasin dest pê kir. Piranî me behsê tirşik û tirşikvanan dikir.

ferhenga şikestî: bi nivîsên xwe tesîra wî berê da li ser min hebû bi axaftina xwe jî me di hazrolê de hişt. Îtîraf bikim car caran nivîsên wî qopî dikim û hem ji bo reklama tirşikê hem jî ji bo reklama Kurdî li ser platformên din parve dikim *

simurg56: celadet alî bedirxanê tirsik.net e. Zana rewşenbîr, entelektuel, ronakbîr û her wiha bijîşk e. Di peyama xwe ya jor de ji bo min bi “tu mantiqa wê tune...” dest pê kiriye. Çavê min vebûn hinek tirsiyam * Lê dawiya hevokê dilê min rehet kir. *

berîvan: gelek sempatîk bû. Zana bû keda wê li ser zimanê Kurdî gelek e. Meraqdarê sînema bû û dixwaze li ser sînemayê malperekî veke.

rizgarm: me berê hevdu piçek nas kiribû. Bejndirêj, qeşeng û esprîtuel e. Dixwest fêrî dimilkî bibe. Ew jî fêm dike Lê nikare biaxife*

tîrêj zana 21: min jî temenê wî mezin texmîn kiribû ew jî wek rizgarm ji min piçûk derket. Organîzatorê civînê bû her spasî heq dike.

shorbevan: gelek peyamên wî me ji kena zikopişto kiribû di binhişarê me de berê da xwe bicîh kiribû. ji ber vê bû gava Lê dinêriyam tebessumek li min digirt.

yûsiv: xortekî ter û teze xwînşêrîn, jîr û zîrek e. gelek kêfa min jê hatî. Gelek caran heyirî min temaşê wî dikir dibêm ev jî ferq kir jixwe. Hêj li lîseyê di pola duwazdehê de ye. Xwedê nezer neke gelek jêhat e.

Ji bilî wan du kes jî mêvanê tirşikvanên me hebûn ku her du jî di pêşerojê de dixwestin bibin tirşikvan *

Gelek kêfa min ji wan aktîvîteyan tê. Gelek kêfxweş bûm. Yê ku tevlî civînê bûn spasiyên xwe dûbare pêşkêş dikim. Bi hêviya civînek din..



17.11.2020 00:11 | kajav

54. Berî her tiştî lêborîna xwe ji hevalan dixwazim ku dereng dinivîsim di derbarê civînê de...
Bi rastî roja civînê sê hevdîtinên min hebûn, ez di taya wê yekê de bûm ku ez ê nikaribim zêde li civîna tirşikê bimînim.
Bi rastî bi min civîneke pir xweş bû, pir kêfa min hat. Ez jî dibêjim divê civînên bi rengî hebin di nav me de (tabî her kes li gor daxwaza xwe ye). Heta mirov dikare bi hev re biçe sînema, şano, konser an jî bi hev re xwendina pirtûkan jî dibe (heta pandemî biqede wextê me heye ku em li ser vê pêşniyarê bifikirin).

yûsiv: ez nizanim çima lê, li gel ku pir hindik axivî jî pir kêfa min jê re hat. Min tim li wî dinêrî, pir xwînşêrîn e. Li gor temenê xwe têra xwe têgihiştiye. Xwezî hemû ciwanên kurd ên di temenî wî de wekî wî bîrbir bûna.

simurg56: tam mirovê ku min texmîn dikir bû. mirovekî dilnizm û kubar bû. Bi rastî civata wî pir xweş bû lê da ku mafê axaftina hevalan ji wan nestînim min carinan zimanê xwe gez dikir û huş dibûm.

ferhenga şikestî: bi rastî camêrekî hêja bû, Bi nasîna wî pir kêfxweş bûm. Min jî xwedî nivîsên dûr û dirêj meraq dikir ya rast *
rizgarm: mirovek encax ew qasî sempatîk û dilnizm dibe. Silav û rêz ji wî û mêvanên wî re.

kajav: Ez nizanim çima lê min jî digot qey temenî mezintir e. Ji ber ku zaza ye bi taybetî min guh dida axaftina wî, Bênezer, dîksîyona wî ya kurmancî pir baş bû. Xwezî min jî bi qasî kurmanciya wî zazakî bizaniya.

tîrêj zana 21 : ev heval hinekî di koşeyê de bû, xwe veşartibû * carinan min bela xwe lê dida lê dîsa jî deng jê dernediket * xwezî min bikariya wî bêhtir binasim. Camêrekî efendî bû.

Shorbevan: wexta min digot li tu li vir naaxivî li ser tirşikê rexneyên te qebûl nakim min henek dikir, min dixwest bela xwe li wî û yûsiv bidim. Lê ez aniha fikirîm, heneka min dicihde bû, heke li ser wê maseyê kul û dedê li vir rêzkirî li wir rêz bikira dê bidîta kîjan ji me feqîrtir e. * mixabin belkî di civateke din de em feqîriya xwe bidin berhev *

mevanên me: roniya çavên me, herdu jî pir şêr3in bûn, hêvîdar im tevlî civata tirşikê bibin.



18.11.2020 16:23 | berijahr

55. berîjehr : Jixwe cara yekem min lê nihêrî min zanibû ew jî parseke, kevnika xwe dabû ber xwe destê xwe û devê xwe vekiribû wekî têjikê hechecîka.. digot ez ji aşê têm serê min tev bi arvane torbekî arvan nedane min.. zarok tv birçiye .. * bira dia bike û çend selewata jî bîne di civînêde hê şerma me ji hev ne şikiyabû * birçiya birçî ka ez dewlemendiya xwe didim bi feqiriya te


Simurg56: çakmakê teribandî, ku ferhenga şikestî bi tilima avê nebe, kevir û gazê nede ka ew çerxa çakmakê wî digere, ferhenga şikestî ewro rê nîşanî me neda xwedê bi zanibe me dibir mardîn kapî an faqulteyê *
bê henek bi naskirina wî kêfxweş bûm heta niha min nezanî qenc û weliyek xwedaye heta niha min çi bê edevî li hember wî kiribe û ku bikim bira biborîne *

Ferhenga şikestî: ez û wî hînê hevbûne rojek pevdiçin roja din diçin bahev..bi dîtina wî a duyemîn piçek xemgînbûm min dît ku ew jî wekî nivîsên xwe nîne tiştek li ser dilê wî tune cara duyeme dibînim kîn û rik liba wî tune nizanim ewjî wekî heciyê qamerayê dibîne digrî li min wisa dike.. herwiha hingê min çay vexwar mîz di minde nedisekinî deqê carek diçûm tuvaletê çiqas diçûm çavên wî di biriqî kêfa wî dihat di binê çavande dikeniya digot qey ezê hesab bidim * û min keysê li çamak û cixareya wî anîbû jiber cixarê jiber min raneke min çamakê wî cardin dayê bira heqê xwe helal bike.. herwiha ew jî yê meye nayê avêtin bûye xîret û toqa naletê ketiye stûyê me roja min û wî naskir qeda bê li wê rojê pir kêfxweşim *

Kajav: ew jî wekî di tirşikêde li derve jî bilbile xweş dixwend wekî hozan serhed zarek şêrîn li serbû binaskirina wî jî kêfxweşbûm

Yûsiv: dema min wî û nivîsên wî dît min şermkir jixwe û niviskarî(nivîsarî)ya xwe xortek çalak, divê kurd tevekê xayinê kurdistanê bi fiyetek erzan bifiroşe û bi wan pereyan birayê me yûsiv û cewherên wiha bidin xwendin û xwedî derên..

Tîrêj: berê ez û wî mêvanê me bariş me civatek xweş li darxist me behsa xweşiya hewayê kir * wê navrojê li asîmana me stêrka dijimart û heta xwedê jê raziyê yûsiv lê geriya civat pelaş lêborînek jimere deyndare. Tîrêj 21 heta hûn bibêjin bi xîret û fedakare jibû tirşikê, kurd û kurdîstanê û hevalên xwe

Rizgarm: yekî bedew, simêl sor û sosinî ,giran, yekî dibê qey xweyna sor di damarên wîde diçe tê * wisa xwîn germ û xwîn sor, çima bibêjin evdalê zeynikê devê wî nelivitî.. herwiha xwedê sebrê bide mêvana wî.. viya qelpaxê serê meriv radike wax wax! : )

Merwano: min pir dixwest wî û endazer jî li wê civînê bibînim wî jî nasbikim û jixwe ezê teqez kêfxweş bibûma lê ne bi naskirina endazer em ji hev biqetînin

Shorbevan: Kralê bindest û belengaz ti qisûr nayê ser wî û bejna wî.. mala xwe bi destê xwe xerabkiriye yeka ereb ji rûsyayê jixwere haniye.. digot dema min kurte dem têrî min nake ez 12 seet dixebitim, dema têm malê jî em wekî çirçirka bihevşadibin dem û dewrê bê minet dikin bi vê rewşa xwe dibêje jixwe ji mijve cinetê û li cinetê hezar dolim û kewserê banqo qarantî kiriye, firdews û adn jî ti qrîtîka wî nehiştiye xwedê jê razî hûn jî jê razî



19.11.2020 00:08 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê
» civîna tirşikvanan ya li amedê
» nivîskarên ku ferqa stran û kilamê nizanin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî