1. fîlmeka sînemayê ye. sala 1993an bi derhêneriya harold ramis li amerîkayê hatiye kişandin. di fîlmê de rola sereke Bill Murray (Phil Connors) û Andie MacDowell (Rita Hanson) dileyîze. kategorîzekirina cureya fîlmê zor e biçekî, komedî, romantîzm, fantazî, macera Û hwd. te çi bivê tê de heye. mijara fîlmê jî; phil di televîzyonekî de rewşa hewayê pêşkêş dike, 2ê sibatê li navçeyeka pennsylvanyayê wekê roja groundhog tê pîrozkirin. ev groundhog (di ferhengê de min navê wê yê kurmancî nedît, bi tirkÎ; kunduz) xelk li meydana navçeyê kom dibe, ev heywan ji qefesa xwe derdkeve, mirovnên şareza li gorî siha wî (?!) texmîn dikin bê ka zivistan wê çi qasê dî dom bike û buhar wê kengî bê. phil her sal ji bo şopandin û ragihandina vê roj û festîvalê ji bo televîzyonê diçe vê navçeyê. lê di vê çûna xwe de tiştek balkêş tê serê wî; time loop! |
|
15.08.2016 02:43 ~02:43 |
endazer
|
2. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 vîdyoyê veke têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
14.06.2020 22:37 ~22:37 |
simurg56
|
3. bill murray. li vê fîlmêda bill murray û ekîba wê diçine bajarekî ji bo roja mişkê kor roj derbazdibin hema roja bill murray hemsa eynî ye. temaşekin (: |
|
14.06.2020 23:31 |
doesntmatter
|
4. fîlmek serkeftî û ji aliyê mîjarê ve hîç naşibe fîlmên ku heta niha me temaşekirine (bi rastî heta parr jî min ev fîlm temaşe nekiribû.).Piştê temaşekirina vî fîlmê mirov xwe re dikeve nav xeyalên kûr û difikire gelo dibe ku wisa be? Dibe ku em jiyanek wisa didomînin? |
|
15.06.2020 18:55 ~18:59 |
brzn
|
5. ji aliyê vegotina mijarê ve bandorekê mezin a vê fîlmê li ser beşekê supernatural heye ku dema min ew beş temaşe kiribû jî fikirîbûm, gelo dejavûyeke nedawî bihata serê min, min ê çi bikiraya, di nav çerqekê heman serûbin... pirsekê pir dijwar e û fîlm vebijêrkên bersivê dixebitîne. kategoriyên bersivan di çargoşeya "şaşmayî, kêfwergirtin, bêhêvîtî û xebitîn"ê de ne. di vê rojên zivistanê de fîlmekî xweş e bo temaşekirinê. kurdiya wergêr de facto hozan serkeftî ye, bi rastî karekî xweş kiriye, helal jê re. |
|
28.11.2020 21:14 ~21:15 |
biruya hayao miyazaki
|
6. bi kurdî em dikarin bêjin ''roja xiltê'' |
|
10.03.2021 02:00 |
merwano
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |