Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
bûtîmar - tirşik
bûtîmar
(26) (5) (1)
di mijarê de bigere

20. Tirşikvanê ku piştî demekê dirêj hebûna xwe bi me da hîskirin. *

Ser çavan hatiye.*

178 mijar û 415 peyam/113696



01.12.2019 12:18 | xelîl

21. Nivîskar, helbestvan û stranbêjê ku îda tirşikê bêriyê kiriye.
Nizanim çima hew dinivîsê.
Loooo hozanooo, de vegere malêêêê.



26.01.2020 22:40 | gumgumok

22. tirşikvanê ku gumgumok du meh ewil gazî kiirbûyê û gotibûyê vegere malê *
ev nivîskarê hanê her zemanî li van dera ye lê rast e weke berê xîret nake binivîsie.. dibe ku gotinên wî ber bi xilasbûnê bin, dibe ku kelecana xwe inda kiribe dibe...

wext her tiştî diguherîne mixabin..



03.04.2020 17:54 ~17:55 | bûtîmar

23. serhedîtirîn (!?) tirşikvanê tirşikê ye. ji wanê ye û devoka me gelek xweş dinivîse.* dema peyamên wî dixwînim gundê min û dîwanên cim'eta kalemêrên gundê min tên bîra min.

xweziya zêdetir binivîse lê, bi gotina wî bixwe jî, dibe ku gotinên wî xilas bûne an jî kelecana wî ya rojên ewil winda bibe. lê dîsa jî dikare ji bo bûyerên nû û rojane şîroveyên xwe li vir binivîse.



03.04.2020 20:15 | xelîl

24. Tirşikvanê divê çavekî li formata tirşikê bigerîne ye. Haj naveroka nivîsê xwe hebe dê çêtir be. Heye ku dev ji vekirina mijarên şaş û nehewce jî berde.



21.05.2020 00:43 | tîrêj zana 21

25. nivîskarê tirşikê yê ku zehv meraq dike da ku kîjan mijara wî şaş û nehewce ye û kîjan entrya wî li dijî formatê ye.

û herwiha navbera wî û formata tirsikê jî pir baş e.
formata tirşikê wek makezagonekî di bêrîka xwe da digerîne.

ya sisêyan, zane ku yê di kîjan mijarê da kîjan naverokê va binivîse jî.
herwiha zarokek nîn e û merivekî têra xwe kamil e jî.

dibe ku mijareke min xaşa hinekan neçûbe lê nayê wê maneyê ku mijara min bêfeyde ye.
herkes dikare di vir da behsa her mijarê jî bike.



21.05.2020 00:57 ~01:15 | bûtîmar

26. tirşikvanekî hêja û zîrek e
her hebê *



21.05.2020 02:00 | merwano

27. bi rastî yên mîna wî pir nemane kesê ku qet game of thrones temaşe nekiriye û pubg neleyîstiye/110941
jixwe odeya wî jî heye kurdê ku odeya wê/î heye/127456
kurdên wek wî zû bi zû tu nabînî

ji deh sal zêdetir e ji tiştên popular dûr diherim. jixwe panzdeh sal e min dev ji rêzefîlman û fîlmên hollywoodê berdaye yên ku pêşî xweş bi te tê lê piştra qîma te nake û zêde bandor li te dikin (asîmîlasyon) û axir nêrîna te ya li ser sînemayê jî teng dihêle. wan rêzefîlman jî, temam, bi profesyonelî dinivîsin û dikişînin, tije pere xerc dikin filan û bêvan, lê çi didin te? mayînde ne gelo? dibe wek sînema? na, nabe. te mijûl dikin û hew. tu wexta xwe pê derbas dikî.

çi lîstik, çi fîlm, çi pirtûk, bi gelemperî, tiştên herkes dike tu jî bikî tu dê bibî wek herkesan. ji kesên bi karakterên berbelav hez nakim. kesên resen, rengîn an hebkî serbixwe ji me ra lazim e.

ew lînkên li loj min danî, sembolîk in û hebkî komîk in. bêguman, hozan serhad hem nivîskarîya wî hem jî mirovanîya wî rind e, baş e.



06.12.2020 17:36 | mirovekirind

28. ez im.
bûtîmar, maxlasa min a nû ye.
idî ez ê bi vî navî dewam kim *



15.12.2020 19:25 ~22:32 | bûtîmar

29. Îca bûtimar çi ye?

Ha ji te re kampanyayeke nû*:

(bnr: bila navê hozan serhad nebe bûtimar)



15.12.2020 20:55 | xelîl

30. Navê teyrekî efsanewî yê mîtolojiya farisî ye. Li gorî efsaneyê ev teyr tenê dikare ava zeryayê vexwe û lê ku ewqasî ji zeryayê hez dike û ji ber tirsa ziwabûna zeryayê dil nade av jê bixwe û ji tîbûnê di perava behrê de dimire.

Li gorî efsaneyê, çûka bûtimar li peravê tenê serê xwe disekine û bi matmayî û heyranî li zeryayê dinihêre. Dikare kurtek jî be ji wê ava bê serûbin vexwe lê êvîna zeryayê û tirsa ziwabûna zeryayê nahêle ku ew dilopek jî vexwe.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)

(bnr: bila navê hozan serhad bibe bûtimar)*

Here lînkê



15.12.2020 22:14 ~22:17 | xelîl

31. Hozan serhad ê ku navê xwe guherandiye kiriye (bnr: bûtîmar) lê hişê min wekî sîstema tirşikê nîne wî hesabî nekirine li ba min dîsa hozan sehade * baştir bûye jiber wî û hozan serhat ê hunermend bi hev şaşnekin baş bûye bila bixêr be.. lê a ecêb ku nivîskarê ku hê min jêre negotiye bixêrhatî me hê xêrhatina wî nekiriye? ev çewa dibe, bera kanên ew peyamên min?



15.12.2020 22:18 ~22:23 | shorbevan

32. Nivîskarê ku nizanim bi çi awayî biryara mijarên sîyasî dide.*

Vê nîvroyê min dest ji kar berdaye û gotiye ka ez li tirşikê binerim çi heye tune. Malnemîrat hemû mijaran kiriye sîyasî, bê têketin meriv nikare bixwîne.* Îcar min mereq kir û têketim tirşikê, çi bibînim?* pêwendiyên wan mijaran bi sîyasetê re tune ye.*



16.12.2020 13:23 | xelîl

33. tirşikvanê ku herwiha xêrxwazekî jidil jî ye*

bnr: yûsiv/129514



20.12.2020 18:40 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» bûtîmar

Kategoriyên mijarê:: tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî