Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
xwe li ber baranê şil kirin - tirşik
xwe li ber baranê şil kirin
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo karên bê encam tê bikaranîn. bi zanebûnî xwe avêtina nav rewşeke nebaş îfade dike. gava baran dibare ger hûn derkevin derve hûnê şil bibin. yanî ger mirov bizanibe di karekî de encamên baş û erênî wê dernekeve lazim e wî karî neke. lê digel vê zanebûnê mirov dîsa jî dest biavêje wî karî ev biwêj tê bikaranîn. mesela gava hûn ji insanekî ku bi çikûsîya xwe tê naskirin deyn bixwazin, dîyar e ku ewê tiştekî nede. madem wisa ye divê insan xwe nexe wê rewşa xerab de. ji bo nimûne: “neçe cem wî. ew tiştekî nade kesî, xwe li ber baranê şil neke.”



06.06.2013 16:01 | endazer

2. ger di demsala havînê de be tiştekî pir xweş e .

weke ku hemû xerabî, stres û bîranînên ne baş li ser mirov biherike û biçe mirov xwe baş dibihize .



23.08.2013 14:06 | brusk56

3. welleh karê dîna û evîndara ne.

kesekî biaqil naxwaze ku wek mişkan li ber baranê şil bibe *



23.08.2013 16:40 | nuçevan

4. ger bi psîkolojiyek depresîf were kirin, heye ku bibe sedema xwekuştinê.

ji ber ku hewayên wisa de, depresyona mirov hîn kûrtir dibe. ez bawer im sedema wê jî ew e ku mirov van hewayên "ne normal" de biçûktiya xwe, mezinahiya dinyayê û xwezayê û bêqîmetbûna xwe hîs dike. ger mirov bi tenê me, hatibe terkkirin an jî kareke wî/wê gelek xerab be welhasil jiyanî wî serûbin be, ev rewşa wî hê xerabtir dibe.

ev yek mîna, depresyonê de guhdarkirina mûzîkên depresîf e. ne bi mantiq e.

lê ger ji ber evîndariyê be; bikin, bidin kirin.



23.08.2013 18:01 | simurg56

5. meha nîsanê be, pirgirêrk tune ye. çikû barana nîsanê mirhovan xweşik dike, xweş e. bI heskIriya/ê xwe re hê xweştir e.



23.08.2013 18:15 | seydayê_peyvan

6. Nexweşiyeke pîs e bi min re. Çi îş çi kar! Qene qet nebe xwe bide ber dîwarekî. Eyb e eyb! Û tim û daim di vî hişê min ê ku bûye qula roviyan* de biryara "rojekê/ezê/xwe/li/ber/baranê/têra/dilê/xwe/şil/kirimekî" Heye. Nizam ew roj kengi ye.



21.10.2013 07:25 | ceso


8. şÎfa ye. ligel vÊ romantÎk e.



21.10.2013 13:27 | cinorek

9. Li kurdistanê xweş e lê biyanistanê nexweşî ye.



17.12.2013 03:02 | dijber

11. Ger di çentê min de tişteke girîng ne be ji bo şilbûyinê, di bin baranê de meş bir xweş.

Û ger hevalek hebe ji bo axaftinê ev meş xweştir jî dibe. Û dibêjin ava baranê ji bo porê baş e (:



20.04.2016 22:02 | gulêê

12. bi taybetî jî a nîsanê min rastiya wî li xwe negirtiye.. digotin meriv pê spî dibe me jî xwe dida berê.. ez îtîraf bikim ez berê esmer bûm qirêja min tev bi saya baranê jê çû û niha borikim *



20.04.2016 23:08 | shorbevan

14. heyat e. mirovahî ewqa xerab bûye ku edî baranê weka tiştekî xerab dibînin û jê baz didin.



02.12.2020 23:58 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» xweșikbûna afirînerê mirova/ê xweșiktirîn
» berpêyên panîkî
» baranên antalya
» şilêl

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî