Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 31 peyam
akita - tirşik
akita
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cureyekê kûçikan e. min di gelek anîme û mangayan de didît, ne belasebe ye ji ber ku gencîne û abîdeya neteweyî ya japonan e. ecêb e. her sibê ez ji ber depoyekê xwedî hewşmezîn derbas dibim ku sê kûçik li ber disekinin yek jî akitayekê gir û serturuncî û gewdespî ye. çi kûçikekê delal e, mirov hema dixwaze wê hemêz bike û wê kurka wê ya dirêj û nermxuya mist bike. heta ji ber pirça wê serê wê jî hinekî mezin xuya dibe ku ev taybetî wê şêrîntir dike. li aliyê din dîmena wê bawerî û ewlehî dide mirovan. heta min ew didît cureya wê nizanîbûm. ji kû di hişê min de maye nizanim (belkî ji romanekê) lê min digot qey ew samoyed e, ji ber ku gelek dişibin hev. lê bîska din min vekoland ku ferqa wan xwe da xuyakirin. samoyed spî ne û ji akitayê mezin in, her wiha ji aliyê gelên sîberyayê ve tên xwedîkirin (ku peyva samoyed bi xwe navê gelekî ye). akîta jî wekî hate fêmkirin, ji rehê ve diçe ser axên japonyayê. lê niha nizanim gelo di navbera wan de tenê ev ferqa fîzîkî heye ya na. (belki pirça samoyedî dirêjtir be) lê heke rojekê ez bibim xwedî malekê bi hewş an bexçê, ez ê ji xwe re yekî xwedî bikim.



28.10.2023 20:20 ~20:32 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rûviyê zirav [1]
Lebata di navbera ûr û rûviyê stûr de dimîne Ji sê beşan pêk tê (v...
nilipek [2]
stranbêjeke tirk e. Berê bêtir stranên xelkê digot ev demeke stranên x...
gotinên pêşiyan [1]
mala pîrê gora pîrê Tiştê çû nede dû Gîhayê hewşê tal e...
botantimes.com [2]
malpera nûçeyan e. Here lînkê xwerû kurdî ye. ...
gotinên pêşiyan [1]
Heçîyê nekir xeberê mezinan, lê tên şaxê bizinan. Çavê li derî, xwelî...
belki ev jî bala te bikişînin
» akita

Kategoriyên mijarê:: ajal ajal ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî