Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 26 peyam
nanê şkeva - tirşik
nanê şkeva
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Cûreyekê nan e. Ne li ser sêlê di tenûrê de tê çêkirin. Ji nanê tenûrê ziravtir û ji nanê sêlê jî stûrtir e. Dema tê çêkirin hinek dohn (ron, yax) lê tê kirin. Piştî di tenûrê de germ bû, nan dibê tebeq tebeq. Yanî ti dikarê tebeqeyên nan bi hijmêrê.. Ewqasî tama vî nanî xweş e kû mirov dikarê xwirî jî bixê. Di piçûktiya xwe de dema diya min ev nan çê dikir me hinek dohnê dî jî li rûyê nan dikir û hinek jî şekir ser de dikir û me dixwar. Tê bêjê qey me gezo dixwara. Ewqasî tama nan bi ME xweş dihat.



24.10.2013 01:14 | nan û av

2. nanê ku ez ne şaş bim hevîrtişik lê nayê kirin.. ji ber ku hevîrtirşik lê nayê kirin hevîr çawa tê stirandin welê jî tê pehtin û çêkirin.. ji ber ku hevîrtirşik di nav de nîne ev nan zû hişk dibe yanî divê bi dest xwe re were xwarin.. ev nan exlebê caran ji ber ku çêkirina wê hem hêsan e û hem jî bêmesref e wekê nanê sedeqê jî tê binavkirin.. tê bîra min berê di gerandina şîva miriyan de ev nan dihat gerandin..



24.10.2013 01:24 | endazer

3. (bnr: sêl), (bnr: sîl), (bnr: sil) (bnr: silê,) (bnr: silo) (bnr: nanê silo)



07.06.2014 23:04 | cekdar

4. nanê ku min nedizanî şikevatiya wê ji hişkiya wê tê..

nanê ku bi rastî jî zû hişk dibe, hê germ te xwar te xwar te nexwar wê bibe behra bizin û kehrikan..



07.06.2014 23:42 | endazer

5. nanê ku bicemide jî hişk nabe ye.wekî hemî nanan heke te nixumand zû bi zûka hişk nabe.Qewlê wê yê mayînê hefteyî ye.heke mirov nanê tenûrê jî nenixumîne ew jî wê hişk bibe.Yanî ti eleqa hişkbûnê û germbûna wê bi hev re nîne.Bicemide jî nerm dimîne.

ji hişkevayê bêhtir "jikeva"yê hatiye.Ka vêca "keva" çi ye ?



07.06.2014 23:49 | cekdar

6. li gorî nanê tenûrê zûtir hişk dibe yek jê ji ber ku hevîrtirşik nayêxine nav de û ya dî jî ev nan li gorî nanê tenûrê ziravtir û teniktir e.. eseh nikarim bêjim şikeva ji hişkayetiyê hatiye lê ez bi dileke rihet karim bêjim, ev nan li gorî nanên dî zûtir hişk dibe..



07.06.2014 23:59 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
t*rk [2]
heke hûn kurd bin an ji nebin, ev gotin ji wek gotina (bnr: k*rt) nija...
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [4]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
siwar hatin peya çûn [8]
Xwe nexapinin. 1000 salan berê ew hatin hê jî neçûne....
tirşik translate [1]
Bersiv ji bo peyama hothorik; 1- sond bixwe daku careke dîtir...
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nanê bê xwê dixwe û tirê şor dike

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî