Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xwendina di zanîngehên taybet de - tirşik
xwendina di zanîngehên taybet de
(1) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. ger bi saya bursê be yanî belaş be hêjayî rêzgirtinê ye lê ger bi pereyên dê-bav be çi jî bikim kêfa min jê re nayê.

nikarim qebûl bikim ku kesên ku nekarîne bi şixulandina mejiyê xwe karekê û meslekekê kar bikin, bi hêza perê xwe van beşan bixwînin.

belkî ne bimantiq be lê hestek wijdanî ye, ev a bi min re.



15.11.2013 21:05 | simurg56

2. tiştekî bi zehmet e. divê tu çilûbergên biha li xwe bikî û dewsa çaya qaçax, şampanya bi qalîte ji manita xwe bidî vexwarinê. ji bilî vê, divê tu her êvar peyamên bi peyva "aşkitom" ve dest pê dike bişînî.



(bnr: aşkitoooommmm, naber?)



welhasil ne ti karê xortên kurda ye.



23.12.2013 12:55 | nazim tolhildan

3. herkes an divê bi erebeya xwe ya şexsî were an jî divê bi texsiya ticarî.. çûn Û hatina bi erebeyên navbajêr yanî mînîbûs û otobûsên şaredariyê nîşana feqîriyê ye di van zanîngehan de..

erebeyên ku behs dikim: http://fotogaleri.haberler.com/universite-kampusundeki-luks-araclar-dudak/



23.12.2013 16:12 | endazer

4. rewşekî pir bi zor û zehmetîye nemaze ji me kurdan re. lewra piranî xortên kurdan van zanîngehan biburs qezenç dikin ê di van zanîngehan de xwendina biburs jî ji îşkenceyê pêştir tu tişt nîne. kesên wisa, piranî tenêtîyên mezin dikişînin lewra çîye ku pereyê wan tineye tu kes wan hilnade derdorê xwe. partî tên çêkirin, heng tên saz kirin lê kese gazî wan nake. herkes bi erebeyên xwe taybet tê zanîngehê lê ew bi otobûsên şaredarîyê tên. telefona herkes ayfon lê ew telefonên modelê kevin bikar tînin. bi kurtayî tiştek pir nexweşe.



23.12.2013 16:44 | deqlok

5. (bnr: hejmara zanîngehên taybet li kurdistanê)



23.12.2013 18:36 | dijber

6. Ji wan xwendekaran yÊ kÛ kurin tev qûn bi rÊxin. bi perê babÊ xwe lotikan diavÊjin. yek ji wan pênc pere nake. lÊ keçikên wan gelek bi aqilin,etekÊn kurt lixwe dikin o her yek wan kîloyek rûj di ser çavÊn xwe didin. oy bavooo.... dû hûrdem bisekinin ezê 31 bikişînim û vegerim.



23.12.2013 20:14 | por gijik

7. zaningeha ku ez tev û şaşik û egala xwe diçûmê. hawê tirşikvan şor û tehl dikin min tiştekî nediye. dev ji ereb û merebeya şexsî berdin êdî mîratên otobusên metrobus û iettê ez anîm emanê. em carina tew okey jî dilîztin û çiqas ecêbek giran be jî me çay jî vedixwar. hawê ku li jor tê gotin qûna min ne bi rêx e û "çox şukur" nimêja xwe jî dikim. û min bi perê bav û mavê xwe jî nexwendiye, ez sedesed (%100) bûrslî bûm lawo. dibe ku ez bixwe mirovekî xerîb bim lew piştî ku min zaningehê qedand pê hesiyam ku du erebeyên bmw yên hevalekî min ê semîmî hebûne. xwedê zane yên din çî yê wan hebûne. ê min meraqa min ji tiştên wilo re tune, ne min pirsiye û ne jî bi wan re çûme partî û martiyan. çiqasî dewlemend bin jî xwedê zane bi bûrsa xwe ya başbqanlixê ya ku herî dawî mehane 280 tl bû ez ji wan camêrtir bûm. heya ez neçûbûm zaningeha taybet min nezanîbû ku kurd ewçend dewlemend in bavo! kurd û kurdistan ji kîrê wan ve bû! ê xalê we ceso jî qet eyb û şerm nedikir ji wan, bêxîretiya wan li ser çavên wan dixist û dihişt. lê xwedê heye keçên kurd ên dewlemend ji xortan bi xîrettir bûn.



23.12.2013 21:16 | ceso

8. xwendina ku feqîr û belengazên wekê min hesûd û çavreş û zikêş derxistine meydanê..

çendî kolêja cemaeta fethullah gülen de be jî min jÎ lîse bibursê di mektebeke taybet de xwendiye nizanim hevalê artîst û agresîv yên di zanîngehên taybet de xwendine wê min jî qebûl bikin nav cemaeta xwe an na?.. û di mekteba ku min tê de dixwend de ji nîvî bêtir xwendekar bi erebeya xwe ya şexsî dihatin mektebê.. yanî tesbîta min a li jor ya derheqê xwendekarên zanîneghên taybet de ne ji zikê vala lê ji tahta eniya realîteyê bû..



23.12.2013 21:27 | endazer

9. êdî hedî hedî di nava kurda de belav dibe



23.12.2013 22:16 | newenda

10. béadaletiyek eşkere ye lé heke péşerojéde zarokén min nekarin zaningehén baş kar bikin,heke zarokén min ji ker bin ezé ji bişinim zaningehek taybet.inşallah heta wé demé wé zaningehén zimané wan kurdi ne ji wé hebin.



23.12.2013 22:39 | feqiyêteyran

11. mîna xwendina li dersxaneyên taybet e. heta tu perê wê bidî, kes nabêje te te xêr e?



10.07.2014 23:14 | simurg56

12. hek bi sîstema azmûnên tirkiye ya têketina zankoyê bê muqayesekirin, tiştekî bi aqilî ye. ji ber ku dema ji bo amedebûna azmûnê herî kêm salek e. pir kes henin ku çend salan li ser hev du diherin dersxaneyan. pereyên ku dibe av û diherike hema bêhesab e. aliyê din xwendina derveyê welat ji xwe bi mehê gelek pere dixwaze. jê grîngtirîn tiştekî din heye ku ew, bê guman xerabûna psîkolojiya kur û keçên 16-17 û hwd in. ew pereyê bi mehê dihere, hevbidin û bidin zankoyê taybet, li ba min baştir e. bi taybetî li stenbolê sedan zêdetir zankoyê taybet hene. helbet yekî ewê li gorî budceyê we be.(ji bo kurdên stenbolê)



05.10.2014 00:23 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwendina tottenham'ê
» zanîngehên taybet
» taybetmendiyên tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî