Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 81 peyam
ergatîvîte - tirşik
ergatîvîte
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

20. di soraniyê de jî tiştekî nêzîkî vê heye. dema lêker gerguhêz be û dem dema borî be û di řisteyê de bireser hebe bireser qertafên kesane (-im, -it, -î, -man, -tan, -yan) digire û lêker bi řayeka xwe ya dema boriyê dimîne û qertaf nagire. bo nimûne:

pertûkim bînî (min pertûk dît)
pertûkit bînî (te pertûk dît)
pertûkî bînî (wî/wê pertûk dît)
pertûkman bînî (me pertûk dît)
pertûktan bînî (we pertûk dît)
pertûkyan bînî (wan pertûk dît)

eger di řisteyê de bireser tune be û lêker xwerû yan dařiştî be wê demê lêker qertafên kesane digire. bo nimûne:

witim (min got)
witit (te got)
witî (wî/wê got)
witman (me got)
wittan (we got)
wityan (wan got)

lê eger lêker hevedûdanî be hingê peyva yekem qertafan digire. bo nimûne:

bêzarim kird (min bêzar kir)
bêzarit kird (te bêzar kir)
bêzarî kird (wî/wê bêzar kir)
bêzarman kird (me bêzar kir)
bêzartan kird (we bêzar kir)
bêzaryan kird (wan bêzar kir)

ku lêker hevedûdanî be û di řisteyê de bireser jî hebe hingê bireser qertafan digire. bo nimûne:

nîştimanim azad kird (min nîştiman azad kir)
nîştimanit azad kird (te nîştiman azad kir)
nîştimanî azad kird (wî/wê nîştiman azad kir)
nîştimanman azad kird (me nîştiman azad kir)
nîştimantan azad kird (we nîştiman azad kir)
nîştimanyan azad kird (wan nîştiman azad kir)



28.10.2021 22:56 ~2021.10.29 16:11 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» ergatîvîte

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî