Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
occo mahabad - tirşik
occo mahabad
(27) (1) (4)
di mijarê de bigere

35. zarokên ku hatin kuştin

ez bûm

dayikên ku hatin girandin

ez bûm

bavên ku hatin êşkencekirin

ez bûm

axên ku hatin bombekirin

ez bûm

ez bûm dilo ez

ez Rojava bûm

ez Kurd bûm…



occo mahabad.





bawer bike bi vê mantiqê dikare di rojekê de 100 helbestan binivîse û bike pitûk û çap bike ..



25.05.2014 16:03 | brusk56

36. nizanim ji ku ye lê navnîşana e-peyama wî bi 74ê xelas dibe.

ger ew jî weke min plakahezek be, nexwe ji bartınê ye. bi xwedê min qet texmîn nedikir.



26.05.2014 18:59 | simurg56

37. helbestên wî ne ew helbestên ku dema mirov evîndar be dixwaze bixwêne ne.. berevajî wê yekê çare û derman e ji bo obsesyona ku jê re dibêjin evîn..




38. helbestvanê ku bûye lehengên capsa ye. capsa wî min ji kena kuşt *



biner: http://imgur.com/YwrfJXh



14.01.2015 21:15 | berxweda

39. (bnr: tirşikçî)



15.01.2015 19:27 | ferhenga şikestî

40. (bnr: rocco mahabad)



Here lînkê



18.01.2015 10:19 ~2015.04.14 14:56 | simurg56

41. Qaşo helbestkar. Wî du pertûkên helbestê nivîsine. Min qenebe wêneyekî wî jî neditiye, ez bawerim kesî jî ji me wî nedîtiye, lewma ji min wetirê ku maxlasa nivîskarekî heyî ye, belbî ne wiha be jî nizanim. Min pirtûka wî ya ewil xwend lê ez naşêm bo a didûwan pera pê bidim, wext bo wê veqetînim û bixwînim, çikû helbestên dînîk têra xwe boş û berdayî bûn.



18.01.2015 22:07 | seydayê_peyvan

42. min çend dem berê helbestên wî xwendibû û qet kêfa min jê nehatibû û diheyriyam tirşikvan çiyê vê camêrî hezdike... mîna peyva herî populer a web-ê ev mesela zewq û rengê ye. çi karê min ji wan... lê endazer bi xweş rexnekiriye û şîretan daye ji xwendevanên helbestan re : occo mahabad/1797">occo mahabad/1797



bîska din ez rastî nivîsekê wî bûm, bi navê "Facebook; Belaya herî xweşik!". di gotarê de li bin sernivîsa "NEBAŞÎ Û ZERARÊN FACEBOOKÊ" van hevokan derbas dibe:



-komên ku ji bo sekskirinê (mînak: seksên lezbiyen ,homoseksuel û komî) hatine sazkirin dibe ku bala we bikişîne û serê we bişewitînin.Paşê vîdeoyên we jî li Youtubê werin nîşandan neheyirin.



erê occoyo li bin sernivîsa mijarê notekî wilo daye: "Li gor lêkolîner Dç.S.Craig Watkins zerarên sereke ew in." eşkere ye ku bawer kiriye û têxistî ye li nav nivîsa xwe. ha ew krêygo kî ye niza'm *



bira çewt neyê fêm kirin. helbet ev zerarekî muhtemel e. lê occoyo qet qala sekskirinên straight/heteroseksuelan make. qey ew jî mîna dewleta tirk şablonên fermî ya sekskirinê pejirandiye û xuya ye ku ew jî nîhandinên straight e. (gelo nêrîna wî ya sexa oralê çi ye?) *



henek li aliyêkî...



encama ku ez gihîştime ev e: occo mahabad homofobîk e. ku qet kêfa min ji mirovên homofobîkbîkan nayê... xwedê şîfa bide wî.



not1: niza'm zilam e yan jin e. hema ez "wî" bikaranîm.

not2: ev jî lînka gotarê ye: Here lînkê



04.08.2015 13:48 ~13:55 | biruya hayao miyazaki

43. Nivîskarê ku carekê ez li ser googleê li wêneyê wî geriyam lê min nedît. Gelo dibe ku occo ne kesek tenê be.*



04.08.2015 14:01 | mergehez

44. nivîskarê ku ji gelek "rewşenbîr" û "nivîskarên" qaşokurd çêtir e.



04.08.2015 15:42 ~15:42 | dijber

45. li vê malpara liser navê wî çend heb pirtûk hene jibû kesên nû dest bi xwendinê dikin;
Here lînkê



29.09.2016 21:37 | shorbevan

46. îro di ezmûna min a dersa alfabeyên kurdî de qaşohelbesteke wî bi tîpên kurdî yên kîrîlî wek pirseke hatibû pirsîn da ku diviya min biziviranda tîpên kurdî yên latînî. mixabin rewşa aqademiya kurdî ew e ku kesekî wek occo mahabad ji aliyê qaşomamosteyan ve tê ecibandin û qaşohelbesta wî di ezmûnê de derdikeve pêşberî me, xwendevanan.

nîşe: ev bûyer li zanîngeha mûşê di beşa ziman û wêjeya kurdî de rû da.



29.05.2017 22:52 | remlavêj

47. Hélbestvaneki héjaye kû meriv hértim hélbesten wî bîxwîne



14.08.2018 19:33 | feqiro

48. Şa'ir e. Ne li vir û ne li wir e. Ne li ser û ne li bin e. Çaya ber lêva ye, şekirokê eyda ye, binkiraskê keçkoka ye



04.05.2020 18:54 | paşopêş

49. ev nav çawa tê bilêvkirin gelek meraq dikim. dema dibînim ji hûndirê xwe weke "okko" dixwînim lê ya rast çi ye nizanim.



04.05.2020 23:05 | brusk56

50. bi min navê xwe ji kilama rizgan û nûrê hildaye:

...teyrê qereqûçê ocoyê kurmamê minê nêçîrvan e...

...dinêre oco xuya ye jêr de tê ye. nûrê diçe pêşiyê oco, ezê bextê te de me, were rizgar nekuje...

hemû gotinên kilama rizgan û nûrê: Here lînkê



07.05.2020 15:48 ~15:49 | ezcan

51. Di nav xortên me de helbestên wî gelek tên xwendin û ecibandin. Gelemperî kurdên ku nû dest nivîsandina kurdî dikin pirtûkên wî dixwînin ji ber ku berê qet pirtûkên kurdî nexwendine zimanê occo ji wan re xweş tê.
Min jî du pirtûkên wî xwendiye. naveroka pirtûkên wî bes edebîyata qaçax bû. Ne hêjayî xwendinê bûn. Şûna pirtûkên wî bixwînin biçin pirtûkên Cegerxwîn bixwînin herî kêm bila piçekî hêza we ya neteweperwerî zêde bibe.



25.11.2020 22:41 | yûsiv

52. Xwedîyê vê gotinê ye, Kîjan felsefe dikare rengê kenên te vebêje? *



13.12.2020 20:44 | yûsiv

53. Ji henek kirin û reşkirinê dûr.
Gelek kes hene zilmê li helbesta kurdî dikin.
Hevokên rojane,pînekirî,bê serî bê binî dikin şekal davên nava şekalê helbestvana....

Ma nizanin ji bo helbest bê nivisandin pêwist bi xwarina 40 tenûr nanê jiyanê heye..

Ne jiyan,ne helbest ne jî helbestvanî ne listike ne jî henek e...



14 roj berê 01:19 | derdxane

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» occo mahabad ji min re nameyekê binivîse
» mahabad

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî