Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
formata tirşikê - tirşik
formata tirşikê
(39) (9) (8)
di mijarê de bigere

75. tenê tiştek me lazime ew jî xweşbêjî ye. hun dikarin ser zimanê pakî hev seraxtkin. dil pakî be ziman, ziman pakî be dil xweş dibe. kê fikrê xwe bêje gerê em giram bigrin (rêzbigrin).
spas



02.05.2020 16:28 | doesntmatter

76. Ji min re dibêje 10 peyam bişîne paşê em e peyamê te parve bikin. Ew ji bo çi ye?



02.05.2020 18:01 | vîta

77. hinek tirşikvan hene tirşikê weke forum bikar tinin.
di bin mijarakê de paş hew 2-3 heb peyaman dinivisin. ez dibêjim ew ne gorê formata tirşikê ye.
(bnr: heval.js)
xwezî moderetorên me agahiyê bidin wan.
ger peyameka we heye û dixwazin tiştek lê zêde bikin wê demê peyama xwe ya berê serarest bikin.



12.03.2021 14:21 ~14:24 | elaziz izzetpasa camii

78. formata ku di serî de wek gelek kesên ku îro rexne dikin û hwd. min jî guh nedida ye, lê îro bawer im ez baş hînbûme û heta ji min tê ez dêrî formatê jî nanivîsim. ger hûn li peyamên min yê ewil binêrin hûnê jî bibînin ku ferqa mi ji zarokekî penç salî tune bû *
(bnr: eksa torîya)
ne tenê ez jî çend nivîskarên ku îro dikarim bêjim, nivîskarên tirşikê yê herî hêja û têra xwe zîrek hene ku demekê ew jî wek min dêrî formatê dinivîsandin lê îro peyamên naverokan wan bi qîmet û qelîte dinivîsin.
(bnr: tîrêj zana 21)
(peyamên di derheqî wî de yê ewil û yê dawî bixwînin, hûnê ferqê baş bibînin, her hebî bira )

îro dixwazim vê bibêjim, kesên ku îro nivîskarên berê rexne dikin hê li vir çend mehên we li vir çêbûne tên qala serhildanê dikin *, belê ez jî wek we bûm, lê formata tirşikê diyar e, kesê ku dêrî formatê binivîsin, mafê nivîsakara heye ku rexne bikin û hwd., ji bilî dijûn û heqeratan. û jixwe kesekî ku dîjûn û hwd. bikin yekser peyamê wî ji aliyê rêveberiyê vê wê bên jêbirin...

hin nivîskara qala bikaranîna emojiya kiriye, bawerim tu pirsgirêka wan bi formatê re tune, ez bi xwe jî bi kar tînim.



19.05.2021 09:56 ~10:01 | merwano

79. Format bixwe stûna bingehîn û sereke ya tirşikê ye. Hîngê ger hûn dev ji Formatê berdin û bi kêfa dilê xwe lotikan biavêjin, ti obsiyona ferhengê namîne. Wê Ferhenga interaktif bibe forum. Formata forumê cuda ye, ya ferhengê cuda ye. Kesên ku hej ji forumê dikin bila herin li Foruman binivîsin kesî negotiye tu çima derî forumê. Lê bes li vir ferheng e armanca ferhengê jî ew e ku nasîn, danasîn, agahî û pênas e.
Û wek li jor jî hatiye gotin kesên ku du sê meh in dinivîsin behsa serhildanê dikin bi kerê nikare dibeze kurtan *



19.05.2021 11:27 | ferhenga şikestî

80. xwezî di nav peyama formata tirşikê de çend heb agahî derbarê wan jî hebe:
(bnr: jêgirtin)
(bnr: sîtasyon)
(bnr: çavkanî)



20.05.2021 15:45 | cinorek

82. Eşkerekirin an hewldana eşkerekirina navê nivîskarek yê herî berevajî formata tirşikê ye.
Îro yek ji nivîskarên tirşikê xeletiyek wisa kiriye.
îstîxbarata tirşikê/135708
Nizanim armanca xwe çiye. tiştê ku ew dike qet ne henek e.
divê rêveberiya tirşikê ji bo hereketên wisa hin pergala cezakirinê bicîh bîne.
---
Edît: peyam hatiye jêbirin. Sipas. Lê me reşşikeka xwe jî hildaye.*



09.08.2021 07:46 ~2021.08.10 02:36 | cinorek

83. wek cinorek li jor gotiye divê endamên tirşikê bimînin anonîm, him ji ber rewşa polîtîk a kurdên bakur tê de ne him jî ji ber dixwazin peyamên wan bimînin nepen. ya rastî min xwe eşkere kiriye û bi gelek tirşikvanan re him rû bi rû him jî li ser medyaya civakî bûme heval lê hin kes jî hene dixwazin bimînin anonîm. bi awayekî henek jî be divê navê kesê li vir neyê dayîn.



09.08.2021 09:25 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» formata tirşikê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî