Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rûsya - tirşik
rûsya

Navê mijarê ya ewil ev bû:rusya
(4) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. welatê ku îro kirimê (Crimea) bi xwe ve girê da û ji ber vê biryara xwe ji g8ê hat avêtin.



18.03.2014 20:54 | simurg56

2. rûsya an jî ûrisêt an jî ûrisistan dewleteke li bakura ewrasyayê dikeve û gorî parzemîna xwe welata herî mezina dinê ye.



rûsya pê belav bûna ykss hat saz kirin û yek ji endamên unê daîmî ye. ew yek ji endamên g8 (grûba heştan) e.



07.05.2015 05:08 | kiekergaard

3. ji serî de yek ji hêzên diyarker bû di şerê sûrî de. lê di van demên dawîn de vê rola xwe hê quwettir jî dike û kes nikare bibe asteng.

him jî bi hevkirina amerîkayê. tabî di navbera her duyan de jî, tirkiye tê perçiqandin û meşrûtîyeta kurdan tê pesendkirin.



jixwe hema bêje her roj li amerîkayê rayedarek derdikeve û dibêje ew pydê weke terorîst nabînin. îro jî putînê serokê rusyayê gotiye "li sûrî, tenê hêzên esad û kurd bi wêrekî şer dikin li dijî terorîstan"

Here lînkê



28.09.2015 21:05 | simurg56

4. (bnr: rûsya)

(bnr: lêgerîn)

(bnr: bawerî)



28.09.2015 21:36 | shorbevan

5. welatê bi gotina serokê xwe yên li jor dilê min jî rehet kiriye. weke diyarkereke giring, baş e ku ew jî dibêjin vaye me jî hay ji kurdan heye. ji xwe bi pêwendiyên navbera kurdan û hikumeta surî dilê mirov hinekî din rehet dibe lê bi gotinên rusan ku hingî roja paştir e giringtir dibin, mirov rehettir dibe ku di rewşa nûde jî kurdên neyên piştguh kirin.



28.09.2015 21:37 | azadixwaz

6. welatê ku serokê wan berçavka xwe da ber çavê xwe got ez ne korim. rastîyê gotîye lê ne heyrana çavê kurdan yên reş û beleke jiber ku kurdên rojava timî bi esadrabûne jiber wî gotîye "bitenê ji dil kurd û hêzên esad bi daîşêre şerdikin". an daîş êrîşî kurdên reben tenêdike niha jî salih müslim dibêje esad bav û birayê meye.. niha ev piştgirîya rûsya ya daye kurda ev serkeftina sîyaset û polîtîkaya kurdan ya lihevketîye dibe bêhemdî tiştek wisa derketibe holê sîyaseta kurda pêwiste her çar perçe her perçekî bi hinekare hevalbin yanî hinek kurd bi esadrebin hinek bi israîl û amerîkayêre hinek bi îranêre hinek bi tirkîyêre... sîyaseta kurda divê wisa be qirêjbe .. werhasil ji vê seetê pêve edî kurd jî hene û her kes dibîne ku serketîne û ewê bi vî awahî gelek kurdîstana avabikin edî kes nikare pêşî bigre xwedê jî edî nikare sîyaset û polîtîkaya wî jî îflaskirîye.



28.09.2015 22:43 ~22:50 | shorbevan


8. ülkeya ku ew û emerîqa ji kurdare uşaklık yapmışdikin.



30.09.2015 20:54 | shorbevan

9. niha tevlî çînê koalîsiyonek dijî Dewleta îslamî (rasttir: hemû dijminên esed) ava kiriye û niha balafirên xwe ên şerî li suriyê bikar tîne. ev niha rewşa geo-stratejîk bi temamî guherandiye û çarçoveya kurdistana rojava bi carekî ve diguherîne. ez tenê dixwazim vê bêjim, eger ne ji siyaseta pyd û salih misilm bûya, dê bi vê guherandinê hemû destkevtên rojava ber avê da biçûya. ev yek ji bo dijminên pkk, pyd û dûvikên barzaniyan divê bibe ders, lê yê fam neke ji xwe fam nake.



01.10.2015 18:09 | hola êzîda

10. Dewleta ku rastnivîsa navê wêrûsya ye û niha roleke çalaktir di "pirsgir"êka Sûriyeyê de dilîze û ti carî xêra wê negihiştiye kurdan lê em nizanin bê vê carê dê çi bibe.



01.10.2015 18:12 | dijber

11. welatê divê kurd tu carî jê bawer nebe. kengî kurdan pişta xwe daye vî welatî, pişta kurdan şikestiye.

(bnr: komara kurdistanê ya mahabadê)

(bnr: kurdistana sor)

(bnr: pkk)



ji bo sernavê jî wîkîpediya rûsya dibe rusya û wê jî dibe hurisya. qasî min ji mezinan jî bîhistiye navê wê ûris e. û zimanê wê jî ûrisî ye.



edît 1: wîkîpediyaê ew weke rûsya nivîsiye lê di binî de weke ûrisîstan jî heye. ev jî peyva ûris piştrast dike. Here lînkê



edît 2: peyva di hawarê de bi kar anîna peyva ûris ji peyva rûsya bêhtir e.



03.10.2015 00:10 ~02:27 | berxweda

12. sernivîsa ku ez nizanim ka moderatorên me yên jêhatî dê kengî serrast bikin.

(bnr: xwedê çêke)



03.10.2015 00:15 | dijber

13. (bnr: redeemer)



03.10.2015 01:38 | wiha wilo wisa

14. dewleta ku li sûrî bi taktîkekî gelek super tevgeriya.

êxistina balafira şer, gelek kêr wan hat. piştî tirkiye balafira şer ya rûsan êxist, nikare tu tiştî bike li sûrî. encax direye. heta li gor abdulkadîr selvî li nêzikî tixÛbê nikare balafiran jî rake ji tirsa rûsyayê.



11.02.2016 21:08 | brusk56

15. mina xiyanetiya wan ê li ser kurdistana sor û kurdistana mahabad carek din le kêleka xiyanitiyeke nû ne.



20.08.2016 16:39 | cinorek

16. bi dewletanre, bi serok û serokkomarên wêre ti carî durustî, soz û bext nîne, ji wanre çewa başbe(menfaet), kî du qurişê zêde bide wan bi wanrene, ger menfaeta wan têde hebe ewê bavê xwe jî bifiroşin... Rûsya jî wisa



20.08.2016 20:45 | shorbevan

17. ger piştî tornîstana tirkiyê, berê xwe ji kurdên sûrî bizivirîne tirkiyê, wê dîsa xiyanetek li kurdan bike. erê jixwe kurdan helavbendiya amerîkayê dikir, lê bi rûsya û sûrî re jî baş bûn. dilê wan jî nedihiştin. û amerîkayê alîkariyek krîtîk li kobaniyê kiribû. ger rûsya tiştek wisa bike, wê kurd bi temamî bibin hevalê amerîkayê. ha, bi ya min ev ji bo wan çêtir e lê dîsa jî kurdan ji xwe evqas bi dûr nexistan baş bû.



bûyerên vê dawiyê ya li hesekê jî ((bnr: 18.08.2016 êrîşên balafirên sûrî ya li hesekê)) belkî têkildarî vê rewşê be. hinek dibêjin amerîkayê got û ypgê êrîş li navendên artêşa sûrî ya li hesekê kir da ku vê derê bi temamî ji artêşa sûrî paqij bikin.



20.08.2016 21:35 | simurg56

18. evîna platonîk ya kurdên sosyalîst û komûnîst.



21.08.2016 10:35 | endazer


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûsya

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî