Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
çomez - tirşik
çomez
(28) (4) (2)
di mijarê de bigere

1. asteke nivîskariya tirşikê ye.



14.04.2014 01:39 | berxweda


3. peyveke ku di ferhenga tirşikê de tuneye. di tirşikê de hemû nivîskar bi asta pisporîyê ve dest pê dikin. rojekê eger tirşik pir popular bû, ez bawer dikim ku ev peyvê jî têkeve ferhenga tirşikê.



14.04.2014 12:09 | nazim tolhildan

5. pewnek kesên di tirşikê de nù desp nivîsê dikin re tê gotin



04.06.2014 15:25 | ciwanpiroz

7. Peyva ku pir zora min diçe û hewl didim ku jê xilas bibim.



27.03.2016 19:55 | sibatok

8. Ew navê neletî ku hetanî tirsikvanê nû 10 (bi nibîs deh) peyam nenivîse nikare bibe tirsikvanek tam û tekûz.



27.03.2016 20:25 | sibatok

9. ez ji vir de bang dikim;
êdî bes e,
heta kîngê ev rewş wê bidome.



01.01.2017 01:36 | morado

10. îro ez jî ketim nav refên wan.
xwedê bi xêr bike.



01.01.2017 19:22 | elaziz izzetpasa camii

11. Ez jî îro bûme çomez. Ka em binihêrin wê çava bibe... Lê gerek em li şûna çomez peyvekî din peyda bikin.lol.



02.01.2017 14:52 | komara parîsê

12. Yaw çomez bûn çî ye ? Ez ê heta kengê çomezbim ? tu agahî ser wê mijarê tuneye



03.05.2019 03:03 | masîyekjinavbehrawanê

13. asta wan nivîskaran e ku hê nû xwe li tirşikê tomar kirine û an hê nenivîsîne an jî nivîsên wan hê ji aliyê moderatoran ve nehatine kontrolkirin.

çomezek dikare herî zêde 10 peyaman binivîse. ev 10 peyam tenê ji aliyê wî/wê û moderatoran ve tê dîtin.
dema moderatorek dibîne ku nivîskarek bû xwe tomar kiriye û peyaman nivîsandiye, peyaman dixwîne û kontrol dike. eger ne hesabek spam be an jî ne aîdê xêrnexwazên birayên me yên tirk be, nivîskariya wî/wê kesî erê dike û êdî ew kes dibe tirşikvanek normal û kengê tiştekî binivîse, peyamên wî/wê jixweber tê weşandin.

eger ne wisa be, carinan hinek ehmeq tên û dijûn mijûnan dinivîsin û diçin.



07.05.2019 23:22 | simurg56

14. Deriyê teng yê tirşikê ye. Wisa xwuyaye ku kes ji zû ve ji vê derîyê danekeyiye tirşikê; lewra ev sernav demek dirêj e vala ye.



03.08.2019 00:29 | serbes

15. mirov çawa xilas dibe, nizanim. Çend entrya binivîsim belkî rêya xilasbûnê ev e.



25.11.2019 21:07 | kajav

16. Serê mirov bela ye.Di her ferhengê de heye.Ez hêvîdar im demekê nêzde ezê vê nasnavê xilas bibim :d



27.11.2019 22:52 | mêrxasê serhedê

17. Bi taybetî ji bo tirşikê hewce ye ji ber ku carina Tirkên faşîst tên dibin endam û tiştên tewşo mewşo dinivîsin. Ger ev sîstem nebûya, we yê her tim peyamên Tirkên faşîst bidîta li kêleka çepê.
Li tirşikê gelemperî dema çomezek peyamek tenê jî bi kurdîyek baş binivîse em dipejirînin jixwe.



28.11.2019 11:23 ~11:23 | simurg56

18. Vê çaxê ev faşîst jî dizanin navê welatê kurdan çiye? *



28.11.2019 12:03 | kajav

19. Malperên wiha pê sîstemên nola çomez divên



28.11.2019 15:18 | seryasêdilşûşe

21. Wan rojan ji wan gelek dibînim lê çima nanivîsîn?



29.03.2020 14:23 | kajav

22. Çomez dema ku tomar dibin.Wek navê wan li ser , nizanin wê çawa mijara vebikin ango ditirsin ku tiştek ne rast bikin.Dema tomar bûm ez jî wisa bûm.
Lê divê bêtirs , dest pê bikin binvîsin.Dikarin derbarê karê ku dikin , hobîyên ku dikin ango derbarê her tiştî de ramanên xwe bibêjin danasînan bikin.Qet tiştek nebike jî bila xwe re tirşikê refresh bike li ser mijarên heyî de wek peyam ramanên xwe / şîroveyên xwe bişînin.



29.03.2020 16:20 | brzn

23. Pêşeroj û hêza tirşikê ne. Xwidê wan zêdetir bike.
We tevde pîroz dikim. Evder sitargeha we ye, mala we ye. Rihet bin. Sebrê bikişînin. Nivîskarên kevn, xisûsî Moderator tevde amade ne ku arî we bikin. Kengî hûn bixwazin bipirsin. Fikrên xwe, xwastinên xwe bêjin. Texsîr nekin.
Hûnê ji kû pirsin?
1- tirşik forum
2- peyamên tirşikê ( rasterast peyaman bişînin
3- li ser twitterê, înstegramê

formata tirşikê j'bîr nekin.
Semaxê bikişînin.
Bixwînin, binivîsin.

Hûn tevde ser xêrê bin. Mayînde bin işellah.*



03.04.2020 03:23 | gumgumok

24. ji bilî xwe û roza çomez nanasim wille we ku vekirna social mediayan hîn tirşikvanên çomez ne anî ye .



04.04.2020 01:47 | shwinsherm

25. li gor daneyên tirşikê îro tenê kesek bûye endam
hejmara nivîskaran 1119
hejmara çomezan 1132 (duh 1131 bû)



10.04.2020 02:55 | brzn

26. peyva ku ji bo kesên nû tê bi kar anîn e.Piştê şandina 10 peyaman bi hêsanî dikare bibe tirşikvan.
Lê tişta pê hisîyam kesên ku profîla xwe ya tirşikê fûll tujî dikin mayînde dibin û yên nakin jî direvin diçin.



16.04.2020 23:56 | brzn

27. Wan rojan ez bawer im bi saya hesabên fermî yê tirsik.net gelek kes ji tirşikê hayîdar bûne. Gelek kes hatine qeyda xwe çêkirine. Tiştê ku ecêb dibînim piraniya wan nanivîsin. tenê çomazî tam dikin û bar dikin diçin. Çomezno hûn çima nanivîsin gidîno!!



19.04.2020 23:43 | kajav

29. Ji wan hin kes dema ku tirşik hatiye damezirandin , bûne endam û 10 peyamên xwe ji bo derbasbûna asta tirşikvanbûnê neqedandine û tenê tên têkevine malperê dûre tiştekî nakin.
Gelo ew çomez in yan ez çomez im? Bi xwedê nizanim.Dema ez wan dibînim şerm dikim bibêjim bi xêr hatî, camêr beriya min hatiye heyran : ) )



25.04.2020 23:51 | brzn

30. Hema 10 peyaman binvîse û bibe tirşikvan.Evqasî hêsan e!



01.05.2020 21:19 | brzn

31. Heval û hogirên nas an nenas firq nake ka li min binêrin ez hê çomez in çi bikim ;/



01.05.2020 21:23 | xwebixweme

32. îngîlîzê dibejin 'what a shame'. kênge min wê sîteyê dîd min xwera got: 'ça şerme'.



01.05.2020 21:41 | doesntmatter

33. endamên ku hê nebûne nivîskarên haqîqî *
Lê delalê ber dilê me ne, ew pêşeroja me ne..



01.05.2020 21:44 | gulêê

34. endamên ku divê ji nivîsandina deh peyaman netirsin da ku daimî bin û me ji nêrîn û zanyariyên xwe yê dewlemend bêpar nehêlin.

Bi xêr hatine.*

Herwiha: (bnr: formata tirşikê)



01.05.2020 21:47 | xelîl

35. Hûn gelek baş diçin , xwedê kêmasîya we neke lê (bnr: formata tirşikê) jî li ber çav bigrin.
Belê hûn çomez bin jî lê ev çomezî ne zêde domdar e.Dema ku peyam/şîrove şand ango mîjarek nû vekir , beriya nivîsandinê ji xwe vî pirsê bikin "ez derbarê vî mîjarê de çi dizanim?" û dûre binvîsin.Em vî tiştê re dibêjin pênase.Pênaseya xwe bikin dûre jî hevoka duyem de fikrên xwe binvîsin.Bila peyama we nebe wek bersiv dayîna tirşikvanek din.
Ji bo pirsên we (bnr: tirşik forum) her tim hêvîya we ye.
Hûn bi xêr hatine



04.05.2020 22:48 ~22:54 | brzn

36. ji kesên nû, ên di pêvajoya perwerdeya pisporiya tibê de ne re, tê gotin.
asîstanên ne bi qidem yanê.
karekî pir zehmet e. meheka vî karî, wek salekê ye *



04.05.2020 22:58 | brusk56

37. Kesên ku nuh dest bi tiştekî dikin ji wan re dibên çömez. Mînak zaningeh,leşkerî hwd. Kesên ku ji çömeziyê xelas dibin ji ê bin xwe re dibên çömez. Wek ku derbasî astek din dibin ew. Lê bi ya min asta çömez bûnê çiqa dom bike ewqas tişta hîn dibî



04.05.2020 23:11 | bêwar

38. Xwe ji bo vê navê kambax û şerpeze xilas bikim ketime pey mijar û nivîsandinê



06.05.2020 01:14 | dilnaz

39. di tirşikê de asta yekemîn e.
kesên ku di vê rêyê derbas nebûne nîn in *

pirgirêkên çomeza yên herî mezin ev in:
-vîdeoya bikaranîna tirşikê temaşe nakin( ji bo ku vîdeo dirêje fln.)
-carekê wek însana, formata tirşikê naxwên in.

ma ne bes e *



15.06.2020 12:04 | merwano

40. Xwedê xirav bike, derve profesor û pisporim vêderê bûme çomez. Mirin xweşe ji vî halî



15.06.2020 12:10 | mele amon ra

41. Hin hevalên çomez li benda erê kirine ne. Hevalên moderator ji kerema xwe re binêrin.



02.11.2020 18:53 | yûsiv

42. Mîjara ku her carê dixwazim bila li milê çepê bixûyî ye.Jiber ku gelek kes dibin endam lê dû re 10 peyaman temam nakin anku nizanin, ji tirşikê kêyf hilnadin jiber ku nivîsên wan li milê çepê nakeve lîsteyê dev ji vir berdidin.
Bi ya min divê rûpelek derbarê vegotina endambûnê de her tim li jor li ber çavan hebe.

Welhasil ev mîjar jî bo ku çomez tirsa xwe bişkînin û binvîsin li vir hate nivîsandin. Ez ê bêjim up up hevalno lê ,ew taymendî tune ku mîjar were jorê : ))

tu çomezî? bibe endam



11.02.2021 16:21 | brzn

43. (bnr: çûm ez) *



11.02.2021 17:09 | de facto hozan

44. kesên ku nû li tirşikê qeyd bûne û hê 10 peyam nenivîsandine.
heya ku hûn 10 peyamê xwe nenivîsin, peyamê we ji aliyê nivîskarên din ve nayên xwendin!



01.05.2021 22:38 ~22:44 | merwano

45. Wey ez çikas bi berxwe ketim
Ez hê çomezim



01.05.2021 22:55 | ysfcevher

46. We got e çomez? Kerem kin ez im.



01.05.2021 23:00 | hevêdanî

47. peyveka tirkî ye û di ferhengên kurdî de pêde nabe, heta di ferhenga tirşikê de jî tune ye. îja nizanim tirşik çima vê peyvê bi kar tîne û heya niha çawa ti kes dengê xwe nekiriye.

(bnr: navên alternatîv yên kurdî ji bo çomezê)



02.05.2021 00:33 | keyomerd

48. Çomez êdî bûye malê tirşikê, wê guhertin fêdeyek nede bi min. Lê heke bi israr bixwazin alternatîf bibînin: virnî baş e ez dibêm.
Dema zaroktiya xwe de me li gund dilêyist, ji yên biçûk an jî yên nedizanîna bilêyzin re me digot virnî ye hê *



02.05.2021 00:45 | xelîl

49. Waow ez çomez im



02.05.2021 00:48 | nivîskarê gêj

50. bi min jî êdî guhartina wê ne tiştekî grîng e. kesên ji vê peyvê aciz bila bi lez 10 peyamê xwe binivîsin û hûn sax *



02.05.2021 00:49 | merwano

51. hûn bi xêr hatin, piştê deh peyama êdî hûn jî dikarin bibin nivîskar û piştê sed peyama jî dikarin mîjarên sîyasî bibînin û fikra xwe binivîsin



02.05.2021 02:08 ~02:08 | doesntmatter

52. Ne ji comeziyê ji navê wê aciz im. bi min divê yekser navê wê were guherandin û navekî xweş lê bê dayîn.



02.05.2021 02:13 | yûsiv

53. Nizanim ez hê çomez im an na. Ji xwe salê carekê dikevim hhhh



02.05.2021 13:29 | sarya

54. Di cîhê çomez da em dişên peyveke din bi kar bînin. Mînak "endamê/a nû" çêdibit.



02.07.2021 18:57 | hesinkar

55. bi a min ji dêlava peyva ''çomez'' ku ji zimanê Tirkî hatîye girtin, em dikarin peyva tena bikar bînin. Essehîyê de peyva tena ji bo zarokên ku nû ji çarlepkan derdikevin û dest bi meşa li ser 2 nigan dikin re tê gotin. Ji lewma ji bo nivîskarên ku nû tevlî rûpelê bûne navek ji vê xweştir lihevhatîtir tunne ye.

Nîşe:
Zarokên tena dema ku dixwazin xwe biceribînin ku li ser 2 nigan bimeşin, gelek caran naşên û diqelibin, dikevin erdê lê tucar ji doza xwe nayên xwarê û dîsa radibin ser xwe. Nivîskarên nû jî nola van zarokan e. Çiqas li hember rexne û dijbêjeyan jî li rast bên divê dîsa dev ji têkoşîna zimên bernedin.



02.07.2021 20:00 ~20:06 | pîroz

57. Peyva ku li tirşikê gelekî min aciz dike. În şa Allah pêşniyarên tirşikvana bête dîtin



03.07.2021 00:13 | navîgiranmezelîwêran

58. Pêşniyara min Stajyer e.



03.07.2021 08:54 | elaziz izzetpasa camii

59. Dûajo: lawikên ku alîkariya şivanan dikin.kîngê dûajo mezin dibin, hingê dibin şivan.
ji çirax, şagîrt û xeşîmî baştir e.



04.07.2021 01:17 | çomo

60. mijaran heq nakin.



31.07.2021 21:35 | heval.js

61. Piraniya wan yek du entry dinivîsin hew.



01.08.2021 20:35 | kajav

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» çomez

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî