1. demsaleke piştî havîne ye û berî zivistanê ye. ji bo ku havîn xelas dibe xweş e lê belê ji ber ku zivistan tê nexweş e. |
|
05.05.2014 19:42 |
giyanstêr
|
2. ya ku wekê her sal îsal jî di rê de ye tê, pêl bi pêl.. |
|
06.09.2014 14:55 |
endazer
|
3. Payîz bê Strana hozan serhed payîz e nabe |
|
13.12.2014 18:25 |
cîncoqo
|
4. Navê strana hozan serhed e ku gotinên wê ev in: |
|
13.12.2014 23:19 |
xendekî
|
5. demsala ku mirov herî zêde bedbîn û pesîmîst dike. bi weşandina pelan û hewaya qewr-sar ve wek pirtûkên dostoyevski û wek fîlmên nuri bilge ceylan e. |
|
14.12.2014 17:19 |
nazim tolhildan
|
6. demsala pelên dar û bera diweşîne rût û tazî dibe dike zivistanê, meha bi stewrbûna xwe navdare bûye helbest jî ji strananre.. |
|
30.09.2016 16:39 |
shorbevan
|
7. payîza 2017ê îro timamî xwe berda nava kuçeyên amedê. ev qederek bû pelên dara zer dibûn, lê îro bayekî sar û bêhna axê ya piştî baranê ji deverên dûr dihat xwe li pozên me dixist. xuşexuşe daran, gujîna bayê sar; îşev ji bo meşê gelek xweş e. |
|
30.09.2017 20:51 |
xendekî
|
8. strabêjek ji albûma olana bajêr bû. bi cara ewil bi wê albûmê nas kir. di wir de strana payîzê digot. dengê wî xweş e. di qenala wî ya youtubeê de çend coverên wî hene: Here lînkê weke din xebatekî wî yê din xuya nake. dengê wî û ji wê zêdetir stîla wî hinekî dişibînim teoman. niha nikarim mînak ji stranên teoman bidim lê dema cara ewil min lê guhdar kir, wê hestê li min peyda kir ku li teoman guhdar dikim. hest, melankolî an jî deng... tiştekî ew anî bîra min. ji hevpeyvîna wî; "Ji Amedê me û li Amedê dijim. Di biçûkatiya min de min her roj bi saetan li muzikê guhdar dikir û gava ku ez tenê dimam, min disitrand. Lê tu car zemîna ku ez muzikê çêbikim ava nedibû. Piştre ez çûm zanîngehê, têkiliya min û muzikê hinekî zêdetir berdewam kir. Lê ez hê jî tênegihiştim ku muzike di serê xwe de çêbikim. Pirsgirêkên civakî û aborî pir fersend nadin ku em muzîka di hişê xwe de çêbikin lê min tu car jî dev ji muzîkê bernedaye. Ez bawer im ku pir kesên wek min hene. Muzîk ji bo min wek dermanekî ye. Pir caran ez xwe bi rêya muzîkê fêm dikim uû bi muzîkê xwe didim fêmkirin. Ji bo hunereke azad zemînek nîne. Vê pêşbirkê biçûk yan jî mezin zeminek ava kir. Dibe ku hinek kêmasî hebin lê ev tiştek girîng bû. Armaca min a tevlibûna vê pêşbirkê ne daxwaza ser keftinê bû, ji ber ku di dîroka kurdan de cara yekemîn kovareke wiha derket û min jî xwest ez tev lê bibim û bibînim bê stranên min ji aliyê muzîkjenan ve çawa têne nirxandin? Gelo stranên min dê ji aliyê kesên din ve bên guhdarîkirin û hezkirin yan na, Min xwest bersivekê ji van pirsan re bibînim. Min ev stran şes sal bêrê çêkiribû û min roja dawiyê serî li pêşbirkê da û dema agahî hat ku strana min jî hatîye hilbijartin ez gelek kêfxweş bûm. Ji vir şûn de heta ji destê min bê ez ê xebatên xwe yên muzîkê bi ceribandinê nû berdewam bikim." gotinên stranê: --------------- Şevek ji şevên payîzê bibablîsk Bayek dîsa di dilê min de agirek dada Dengê qirşika şewitî yên dilê min Dîsa tu kes bi vê qêrîna pê nehesiya Erê payîz ma tu ewqas dibeecî Ey payîz her sal ewqas pel diweşînî Her sal ba û bablîskan diafirînî Qet naçike ew bêhna te? Bo çi ye ew telaş, ecele û lîl? Li dû te berf , baran û bahoz Çi kirine bişkokên xwezayê bireng? Wan ji kokê ve radikî Daristan dikî tik û tazî Ji bo çi? L’ pey xwe zivistanê dişînî û berfê didî lêkirin Bi kemna spî kujdarîyên xwe vedişêrî Şevek ji şevên payîzê bibablîsk Bayek dîsa di dilê min de agirek dada Dengê qirşika şewitî yên dilê min Dîsa tu kes bi vê qêrîna pê nehesiya |
|
09.12.2019 20:02 ~20:05 |
simurg56
|
9. Helbesta kamuran alî bedirxan û strana yunus dişkaya . |
|
17.05.2020 23:24 |
fîriko lao
|
10. Demsala dawû û gijokan e. |
|
07.11.2020 10:37 |
cinorek
|
11. demsala xemgînî ye. |
|
07.11.2020 12:03 |
doesntmatter
|
12. Ferîd Xan - Gazina Pelan |
|
07.11.2020 14:27 ~14:32 |
stjîr
|
13. Bi hemû tarîtî, xemdarî, melankolîtî û efsira xwe ve gihiştiye stenbolê. Vê roja şemiyê ez bêqudûm û bêtaqet hiştime. Hema min xwe xistiye di bin betaniyê de çaya min di destê min de bêyî armancakê bi telefonê re mijûl dibim. |
|
07.11.2020 14:58 |
xelîl
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |