1. du an zêdetir kesên ku hev û din dinasin û têkiliyên baş li gel hev hene û ji hev hez dikin re tê gotin.. ji peyvên hev û halê tê pê ev peyv.. yanî kesên ku di heman şert û di heman rewşê de ne an kesên ku bi hev re hemhal in.. |
|
09.06.2013 15:39 |
endazer
|
2. no heval, no cry! |
|
17.07.2013 15:45 |
filankes
|
3. jargona sereke ya li ser zar û zimanên kurdên şoreşger.. lê ev hevalên kurd yên ku ji bo azadî û serxwebûna kurdistanê alav û argûmentên çepîtî û sosyalîzmê dane ber xwe pirî caran tewangê bikar nayînin û rê li ber şaşiyên rêzimanî vedikin.. wek nimûne: heval endazer tu çima di tirşikê de nanivîsî? şaş e.. şêweyê rast ê vê pirsê ev e.. hevalê endazer tu çima di tirşikê de nanivîsî? |
|
17.07.2013 16:51 |
endazer
|
4. colemergî dibêjin ''hewal''. ev gotin jî ne xelete ; jiber ku li colemergê tîpa v nayê bikaranîn... |
|
17.07.2013 17:48 |
shepirze
|
5. (bnr: hogir) |
|
14.10.2013 00:07 |
biruya hayao miyazaki
|
6. têgeha ku li ber dilê kurdan(sîh salê dawî) ji wateya xûsk û biratiyê pêşdetir e.hinek tirekan ji bo menfeata xwe wê qûllanmîşkiribe jî, tu car nirxê xwe yê ji dilsoziyê qeybetmîş nekiriye. wisa ye hevalno. xwe ji ên ku tenê kurdiya wan ji havel û spas pêk tê biparêzên heyrana cavan, yan na dê kurdiya we jî bozilmîş bibe, binerin min wan bilêv kir, başlamîş kir bozilme... |
|
14.10.2013 00:18 |
dîno
|
7. ez pir caran di înternetê de dîtime ku gava bikarhênereke jin, ji bikarhênerekî mêr re heval bêje mirov têdigihije ku, ew canik wê camêr re naxwaze pir biaxife. êdî peyva heval ji bo jinan bûye cînavkê ewlehiyê. |
|
26.03.2015 01:28 ~14:56 |
remlavêj
|
8. belkî ji "hev" + "al"ê pêk hatibe, yanî kesên li ser heman rêyê / dozê. Ev peyv li gor ji erqedaşa tirkî bêhtir watetir e. Nirxê wê ji wê bêhtir e. Mesele dost jî heye, lê heval ji dost mezintir û qedirtir e. |
|
26.03.2015 09:03 |
xendekî
|
9. (bnr: embaz/e) |
|
26.03.2015 14:05 |
serhednişîn
|
10. li gel hemû bikaranînên wê yên çewt, bêwate û bêhewce dîsa jî peyvek xweş e û samîmî ye. |
|
26.03.2015 20:34 ~20:35 |
simurg56
|
11. (bnr: hun çawane heval:)))))))) |
|
26.03.2015 21:53 |
quşxaneli
|
13. naveki pir germ u xeşe. |
|
26.03.2015 23:12 |
tîrejên rojê
|
14. Bi piranî xelet tê nivîsandin. Minak: Hewal. |
|
08.03.2016 19:38 |
dijjberr
|
15. Ji bo wekhevî peyve kî bi wateye.Mina xwişk,bira te de serdestî tuneye û zayend jî kifş nîne |
|
30.03.2019 03:01 |
monerica
|
16. Navê belgefîlmek e aktorê Hollywood ê ku beşdarê YPG bûye û li hember daişê şer kiriye.Vî şerê xwe kiriye belgefîlm. |
|
03.10.2021 09:14 ~09:16 |
brzn
|
17. Ji wan henek hene bes ji bo bêjin tu qet min napirsî telefun dikin yan peyam dişînin. Ê qurban ez napirsim tu jî min mepirse ? Çi hewce ye tu werî bes gilî û gazincan bikî. |
|
05.12.2021 18:18 |
navîgiranmezelîwêran
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |