1. straneka bi soranî ye, cara pêşiyê ji dengê hozan serhad guhlê bûme, paşê xêro ebbas jî di albûmeka xwe de got, dawiyê min qeyda orjînal ya stranê dît ku qadir dîlan dibêje. ey reqÎb jî tê de tu stran û sirûdek bi qasê vê strana ji dengê qadir dîlan hest û dilînên min ên kurdistanî biper û bask û nakin. wunken yanî winda bike. hozan serhad; vîdyoyê veke xêro ebbas; vîdyoyê veke |
|
28.07.2016 18:29 |
endazer
|
2. muzîka strana stranbêjê farsî (bnr: jamshid sheibani) ya bi navê simin barî û wunken heman muzîke. strana farsî li ser bedena jinê û straneke romantîk e. teqrîben jamshid ev stran di salên 1950-60an de strandîye. kompozîtor û stranbêjê kurd ê qedr û hêja (bnr: qadir dîlan) ku zêde zêde jê hez dikim û ez dibêjim kêm kesan mîna qadir dîlan ketine di nav muzîk û hunera kurdan de. qadîr dîlan jî strana wunken nivîsîye, muzîk heman muzîk e lê gotinên muzîkê cûda ne. berovajî strana farsî ya romantîk, wunken sirûdeke bihêz û hestîyar e. teqrîben qadir dîlan wunken di navbera salên 1970-75î strandîye. vîdyoyê veke |
|
07.02.2020 01:08 ~01:10 |
lehî baranyan
|
3. Straneke zahf xweş e mirov kelecanî dike xwîna mirov dikelîne. 3-4 kesan gotiye lê şêweya hozan serhad a herî xweş e. |
|
2 roj berê 01:06 ~09:10 |
çaya germ
|
4. li gor fehma min li kurmancî wisa ye: |
|
2 roj berê 01:57 ~01:58 |
ciwanzêr
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |