Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 23 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; nimêja sibehê
peyamên çepikkirî

115633. di eskeriyê de, 5 mehan û piştî eskeriyê jî ne derew bim sê mehan rabûm bo nimêja sibêhê. xwedê biqebilîne. bi rastî jî wextek giran e. lê dema bi eşq were kirin, yanî ebid ji dil be, bi daxwazî şiyar bibe û nimêjê bike bi kêfek xweş dest bi karên xwe dike. ji bo min ceribandinek gelek xweş bû. lê dema nimêj (hemû îbadet) xwe ji daxwaziyê biqûlpîne otomatîkê, tehma kêfxweşî winda dibe û wezîfeya ebidî giran dibe ku wê çaxê lorikên şeytên xewa mirov xweştir dike.

dema hevalin min têkevin tengasiya şexsî /depresyonê an jî bikevin bêhêvîtiyê hwd, û heke bibînim berê xwe didin remil an jî yoga û medîtasyonê an jî tiştekî din, bêyî bifikirim nimêj -belek caran rasterast nimêja sibê pêşniyaz dikim. ji bo terbiyeya nefsê jê çêtir reçete tune ye.



06.06.2013 16:08 | endazer