Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
sernivîsên filman ên di tirşikê de - tirşik
sernivîsên filman ên di tirşikê de
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. yên ku xwendina wan, piştî temaşe kirina filmê gelek xweş e. gelek caran piştî mirov guhdarî filmekî kir, dixwaze hinek di derbarê de biaxive û fêm bike bê ka wî çi jê fêm kiriye û xelkê çi fêm kiriye. an jî dixwaze di derbarê de tiştek binivîse.

ji xeynî van pêwîstiyan, beriya ku mirov guhdarî filmekî bike dixwaze, li şîroveyan binêre ku bizane kêr tiştekî tê, an jî hêjayê guhdarkirinê ye an na.



lê divê di peyamên di bin van sernivîsan de, spoiler tune be, an jî hebe jî serî de divê hişyariyek hebe. ji ber ku ew kesê ku tê li şîroveyan dinêre, dawiya filmê bibîne wê ji bo wî tu wateya filmê hema bêje nemîne. lewma dema mirov behsa mesela mirina lîstikvanekî filmê kir, an jî dema behsa dawiya filmê kir divê hê negotî bêje di hevokên pêş de spoiler heye. dema spoiler xelas bûn jî dikare vê yekê diyar bike.



23.10.2014 00:12 | brusk56

2. sernivîsên ku bi min divê di zimanê xwe yê orjînal de bê vekirin. hey nexwe tevlihevî çêdibe.

weke mînak filma a spotless mind of eternal sunshine wê çawa li kurdî bê wergerandin ? ez nabêjim nikare bê wergerandin lê te wergerand, wê herkes weke te wergerîne gelo ?

min heta niha sernivîsên filman ên ku min vekiriye de, bi navê orjînal a filmê sernivîs vekir û paşê di peyama yekem de behsa wateya kurdî a navê filmê jî kir. ger sernivîs bi vî awayî bên vekirin wê, zêdetir bi rêk û pêk be ..



23.10.2014 00:17 | brusk56

3. a ku divê sernivîsên wê bi kurdî bên nivîsîn, heta ku ji destê me bê. ji ber weke zimanekê divê em ber xwe bidin û pêşde bibin, ji bo wê jî navê kurdî pir giring e. weke mînak filma rang-e khoda ê îranî bi îngilîzî weke the color of paradise hatiye pêşkêşkirin û hevalê binnivîsa wê wergerandî kurdî jî weke rengê xwedê binav kiriye. niha divê li bin kîjan navîde be? ji min teqez divê bi ya kurdî be, helbet bilanavên din jê bên nasandin lê ya herî giring a kurdî ye.



23.10.2014 01:08 | azadixwaz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [2]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sernivîsên anket
» êntropî
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî