Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
trt kurdî - tirşik
trt kurdî
(10) (5) (3)
di mijarê de bigere

18. (bnr: tirşikçî?)

trt kurdî/83275 kanala ku di vê peyama hanêde tê gotin a tirşikçîyaye ne a meye bavo dinav kanaladeye wekî kanelekî tirk(ntv, cnn, habertürk, kanal 7,hilal tv..) dema meriv kanalan diguherîne carna meriv leqay tê deqekî pênc deqe meriv ji mejbûrî an meriv meraq dike ka çewane.. bi wî awayî meriv temaşe dike..



hişyarî: dibe min tirşikçî û tirşikvan bihev şaşkiribe..



06.01.2016 23:34 | shorbevan

19. (bnr: şorikçî)



07.01.2016 11:07 ~11:07 | arya jîyanda

20. Qenala ku tê de jinek bi navê sidar basut dixebite. Çi qas dikare baş be.



07.01.2016 12:19 | brusk56

21. de haydê! ka em binêrin qûnalêsên vê qenalê dişên bûyera 26.06.2017 xirakirina bîrhatina ehmedê xanîyê şermezar bikin yan na? lê dişên ji sibê heta êvarê ji pkkê re bêjin teror û meror û azadînexwaz hwd. ka azadiya tcya we? tiffî li we û tovê we!



27.06.2017 16:52 | tizbîkêş

22. Kanalekî trt ye ku turkce altyazilî weşan dike.



30.07.2017 19:18 | sloujouc

23. Berê dîsa dihat temaşe kirin lê piştî 15 ê tîrmehê mirov nikare 3 saniye jî tehemmul bikî.



31.07.2017 04:43 | biaqila malê

24. Dest bi weşanên hd kiriye.

Frekansên Uyduyê yên TRT KURDî HD'yê:
Here lînkê



17.01.2018 18:21 | cinorek

25. qanala ku qet temaşa nakim, ji xwe tv yê j3i temeşa nakim.



18.01.2018 09:53 | tililili

26. Divê navê wê trt kurmî be.



18.01.2018 10:06 | dilsoz

27. ne qanala kurdaye...



18.01.2018 22:25 | kurdokercewsî

28. Aniha gelek lewitîye û kesên ku li ser xebata kurdî dikin guh nadin ziman û wek kesekê xerîbê ku zimanê kurdî paşve hinbûne diaxivin.

Xeberdana zimanê kurdî jî wek protestoyek e.Lê dema ku li xebatkarên wî mêzedikî ne wisanin.

Zimanê kurdî qet li devê wan nayê.

Nûçevanê wan çiqas jî xwe dixemilîne dîsa jî wek gundîya dixûyê yaw.

Ulke tv = trt kurdî

Heyfa min ji peyva "kurdî" ra tê ku bi wî navêre tê bikaranîn.

Çend bernameyê baş hebin jî binî navê trt kurdî da ewan jî xirab dibin.



31.03.2019 12:36 | brzn

29. ez dibinim gellek kes bi kurmanciya wê kanalê qerfên xwe dikin.
Erê, carna tirkî-kurdî pir tevî hev dikin,
Lê kanalek pir giring e. ew kanala digihîşe hemû kurdên bakûr û kurdên anatolyayê.
Bi taybetî hinek bernameyên wê kanala pir baş in.
Minak bernameyek bi navê wext çava derbas bû heye. Ez tewsiye dikim temaşa bikin.
li ser wê kanalê kurdên sewasê, kurdên kirşehirê, kurdên meletiyê, kurdên erzinganê dikarin bibinin.



05.01.2020 21:00 | cinorek

30. Ji qenalên kurdî de qenala ku herî zêde qala çand û hunera kurdî keyfxweşîyên rojane karên rojane dike trt kurdî ye. Gelek bernameyên wan hene ku hem ne polîtîk e hem xweş û girîng e.

Ji qenalên dîtir ku siharê heta şevê qala şer, polîtîkayên yek alî, bilindkirina navê serokekî dike. Mixabin qenalên rêxistinên kurda qasî trt kurdî girîngîyê nade çand û hunera kurda.



05.01.2020 21:14 | azad30

31. belkî li tirkiyê qenala herî popûler ya bi kurdî be. ez bixwe temaşe nakim lê tvyên dn yên bi kurdî jî temaşe nakim. hebe tune be şer e, xwîn e û girîn e. helbet ev rastîya me ye lê mirov nikare 24 saet van temaşe bike û di psîkolojîyek normal de bimîne.
ez hemû nûçeyan her roj dixwînim di înternetê de, ji rojevê namînim lê qet li nûçeyên tvyan temaşe nakim.

min hêvî nedikir ku ev qenal evqas bidome lê vaye 5 sal in dewam dike û gelek kes jî temaşe dikin. ji bo dewletê serkeftinek mezin e.



05.01.2020 21:51 ~21:51 | simurg56

32. Du sê roj berê bernameyek li miksa navçeya Wanê kişandibûn li ser ekranê bû. Min dît bi carekê guherî û axaftina Erdoganî anîn ser ekranê. Ji ber ku qenal kurdî ye yekî axaftina wî werdigerand kurmancî. Axaftina wî li ser coronayê bû. Min nihêrî carekê wergêr got covid-19(on dokuz). Di demeke kurt de fêhm kir ku şaş kiriye û sererast kir got covid nozdeh. Helbet normal e lê Kenê min pê hat. *



01.04.2020 11:55 ~11:56 | xabûrî

33. Kanala dewleta tirk e ku bi zimanê kurdî weşanê dike. Di merasîma vekirinê de, wê çaxê trt 6 digotin, Rojîn strana Mihemedo gotibû. ".. wî de agir bikeve mala van romîyan" trolltîyeke xweş bû



01.04.2020 12:21 | bedirxan

34. Kanala ku televîzyona min ya lîsteya yekem deyî, gellek tiştên xweş têde heye. Hûn çima aciz dibin. Kurdê li wir dixebite karê xwe dikin. Pê nan dixwin.



01.04.2020 13:53 | dilreş

35. Bernameyên ne têkîldarê nûçeyan , sîyasetê pirr baş in.Bernameyên ku zimanê Kurdî hîn dikin gelek baş in.



01.04.2020 16:59 | brzn

36. qenala go dewlet zimanê kurdî ji xwe ra kiriye amûrê propagandayê. Go em zarok tv nehesibênin, yekane qenala go bi kurdî weşan dike li destê dewletê da ye. ne ji bo xizmeta kurdan lê belê li dijî kurdan bi kar têne.



08.12.2020 18:26 | hueyn

37. TRT KURDÎ ×
TRT KURMÎ √



09.12.2020 11:20 | zîzo