1. li ser sînorê cizîr û dêrîkê gundeke pir xweş e. min li ser nexşeyan didît lê qet bala min nedikişand îşev li ronahî tvyê di bernameya bi navê gundê me de ev gund nîşan dan. gundeke bi şînahî, çem û kanî ye. bi rastî jî dema ku min li vê bernameyê temaşe kir gelekî kêfa min ji vê gundê re hat. ger ku min derfet hebûya cihê min ne cehnima stenbolê bû ev gund bû.. |
|
14.01.2015 04:22 |
oxir
|
2. bi navê eyndîwarê paytext e ku wek dêresorê jî tê zanîn straneke xweş a gelêrî heye, ev çi qas e min jî ji xwe re digot bê ka ev eyndîwara paytext li kû ye? * |
|
14.01.2015 05:08 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
3. di bernameya derbarê de behsa kevnarebûna gundê jî hate kirin. pêşkerkarê bernameyê meselaya paytextiyê jî ji nîştecîhên pirsî lê kesî nekarî bersîvê bide. her wiha hinekan behsa hebûna dêreke hilweşiyayî jî kirin lê belê wê demê dêra sorê nedihat bîra min * |
|
14.01.2015 05:37 |
oxir
|
4. (bnr: dêresorê) |
|
14.01.2015 05:38 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
5. dema mere di googleêde eyn dîwar dinivîse mere dibêje qey li navê mihemed arîf cizîrî geriyaye. lewra rûpela ewil hema hema bi encamên ku navê mihemed arîf cizîrî dihewînin, tijî ye. navê straneke wî ya bi navê eyn dîwar û emo heye. weke versiyoneke dêra sorê ango eyndîwarê paytext e'yê ye.. |
|
14.01.2015 18:04 |
mergehez
|
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20] |
|
dopamîn [1] |
|
sendroma kluver-bucyî [1] |
|
sendroma eisenmenger-î [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |