Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    di kurmancî de berî tîpên h û y'ê nenivîsandina tîpa î'yê - tirşik
    di kurmancî de berî tîpên h û y'ê nenivîsandina tîpa î'yê

    Navê mijarê ya ewil ev bû:kurdî de berî tîpên h û y nenivîsandina tîpa î
    (4) (0) ecêb (0) (18)
    di mijarê de bigere

    1. piraniya kurdan nizane lê li gorî rêzima kurdî di nivîsandinê de berî tîpên "h" û "y"yê ger tîpa "î" were, wisa nayê nivîsandin; tîpa " î " dibe " i ".

    weke mînak, rojnameya azadiya welat ji ber vê yekê weke "azadîya welat" nayê nivîsandin: http://www.azadiyawelat.org/



    2013.05.31-04:19 | simurg56

    2. çewtiyek ew qas tê kirin e ku, demekê min ji xwe guman kir * min digot belkî ez xelet dizanim .



    2013.06.02-16:10 | brusk56

    3. ez van tîpan nizanim :(



    2013.06.02-20:54 | digor36

    4. dema ku beriya qertafên kelijandinê

    ("y" û "h") tîpa "î" were li gorî rêzimanan divê ev tîp veguhere "i" yê.

    ji ber kû di devokê de gazîkirin û dengdayikirina tîpa "y" yê û tîpa "î" yê wekî hevdû ye.

    fermo hun jî pêzane bikin:

    -bêjin îîîîîî

    -bêjin yyyy

    binerin wekî hevdû ne..



    2013.07.22-13:43 | berxêres

    5. Beqê ji shemarê gotiye tu bi chil lingên xwe chawa dans dikî, shemarê xwe shash kiriye. Beriya "y"ê "î" were tishtek jî nabe. Em barê xwe giran dikin. Fermo li alfabeya yewnana kevin binihêrin an jî li nexweshiya "obsesîs-komplesîf"ê binihêrin.



    2013.07.22-15:49 | rojgar

    6. qeydeya ku divê nivîskar ji bo nezanîna xwe zêde xeman nexwin û neqehirin.. ji xwe evê qeydeyê jî di nav kurdînivîsan de hîn cihê xwe xweş nekiriye..



    2013.07.22-18:01 | endazer

    7. wele heyrana çavên we yên kesk û sor û zer. ez û çend hevalên xwe yên nivîskar, me biryar da ku çawa tê bilêvkirin, em ê wisa jî binivîsin. heke berî "y" û "h" yê "î" hewce ye, em ê "î"yê jî binivîsin. hayê min jî û hayê hevalên din jî ji vê qeydeyê heye, lê em di wê bawerîyê de ne ku, divê ziman neyê tengijandin. çawa tê gotin, wiha jî bê nivîsandin. yanî li gor dîtin û nêrîna van hevalên li jor agahî dane, ew pispor û em jî nezan an jî sêlek in. de bila wek we be, lê em jî têra xwe kurd in û bi kurdî zanin û em ji ya xwe jî danayên, vê jî zanibin hevalino!

    Maç û ramûsan...

    (Min jî demekê wek we li gor van qeydeyan dinivîsî, lê min lê nêrî ku ne tu hawe ye, min dev jê berda...)



    2013.07.22-18:15 | devliken kelogiri

    8. pirê caran dema ji dêleva "î" yê ku tu "i" yê bi kar tînî, peyv xav derdikeve û ji wateya xwe dûr dikeve. Lewma jî çawa tê guhên mirov, divê wisa jî bê nivîsandin...



    2013.07.22-18:19 | devliken kelogiri

    9. ji kerema xwe re, ka ji dêleva "mîh"ê, "mih" binivîsin û bixwînin. Bê wek hûn diparêzin, ji nav lêvên we ew dengê ku hûn dixwazin, derdikeve yan na?



    2013.07.22-18:24 | devliken kelogiri

    10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.08.18-12:00 | elegez

    11. bila hevalên hêja bela xwe ji rexnekirina qaîdeyê zimanê kurdî berdin û baş hîn bibin du re rê nîşanî zimanzanan bidin,

    (bnr: ya havle ve la quwete)



    2013.08.18-23:19 | azadixwaz

    12. li ser ve mijarê nakokî û nîqaş hene.

    mînak: https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/home/hemu-iy-di-her-rewse-de-dibin-iy-i-u-y-tucari-bi-hev-re-nayen-bikaranin



    2013.11.04-23:37 | diljan

    13. ez pir cara vê rista rastnivîsê li ser guhê xwe ve diavejim.



    2013.11.04-23:39 | diljan

    14. gelek caran ez ketime vê xeletîyê. aha disa min xelet nivîs. de ka bila cara dawî be.



    2014.06.12-12:55 | ciwanpiroz

    15. tîpa î ku berî tîpa h û y were dibe î! Weled weled weled! lê çima? welê kêfa min hat bila welê be. Tişta welê nabe divê mantiqê vî tiştî hebe ji bo mirov bike lê hema zimanzana tevlîhev kirine hinek welê dibên, hinek ji wulo dibên



    2015.07.18-05:32 | babrisok

    16. ji bo girîng jî dibên divê hûn giring binivsînin lê sedema wê zelal nabêjin. Tişta dibêjin rayake wê ya ilmî nîne mixabin



    2015.07.18-05:34 [guhertin:2015.07.18 05:35]| babrisok

    17. (bnr: kurdî de)

    (bnr: di kurdî de)



    2015.10.26-23:11 | xwedaparêz

    18. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.10-16:48 | xwedaparêz

    19. eger tîpa "î" berî tîpên h û y bihata nivîsandin, disa dirêj dihat xwendin. lê, di telafûza wê de xeletî çêdibû. û herfê "y" û "h", herfê "i" di telafûzê kurdî de dikê mîna î. yanî, di kurdî de berî tîpên h û y nenivîsandina tîpa î, ji bo rastnivîs ya rastirîn e.



    2016.04.10-16:49 [guhertin:2016.04.10 16:49]| xwedaparêz

    20. bi qasî ez zanim di kurmancî de ev tişt heye. mesela zazakî de tişteke wisa tune ye.



    2016.04.10-16:51 | kurê xelkê

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    yildiz çakar
    wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman...
    yildiz çakar
    wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman...
    doşilme
    (bnr: kêran)...
    yildiz çakar
    wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman...
    amişk
    zeviya ketê ya ku cara duyemîn tê durûtinê ra dibêjin amişk. ji bo çê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurmanciya zaravayê zimanê kurdî yek ji wan zimanên pêşîn ên dinyayê
    » bêrîvanê
    » tîpên b û t
    » tîpa j

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî